‘Rojava ne tenê hêzeke xwecihî ye ji nûve pênasekirina siyaset desthilatdarî û nasnameyê ye’

Besî Şamarî diyar kir ku Rojava ji holê ranabe, modelek e ji bo dewletên herêmê, ji bo Îslama siyasî û sermayeya kûrewî bi xeter tê dîtin û da zanîn ku sînoran bêwate kiriye, jin bûne pêşengên siyasetê û serkêşiya demokrasiyê dikin.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan- Li dijî êrîşên komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr el-Şam ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, li çar aliyên Kurdistanê û dinyayê Kurd rabûn ser lingan. Besî Şamarî jî ji bo Rojava banga lezgîn a destekê kir û da zanîn ku ku wê nikaribin Rojava ji bîra gelê Kurd bibin û weke ceribandinek nû bi nav kir.

Besî Şamarî diyar kir ku Rojava di nava şerê Sûriyeyê de ne pergaleke demkî ye, hewldaneke şênber a siyaset, desthilatdarî, civak, jin û gel a bi jiyana bi hev re ji nûve pênase kiriye û got: “Pergala heyî ya neteweya demokratîk, ne tenê dewletên serdest, li hemberî matiqa kapîtalîzma kûrewî jî meydanxwendin e. Vê yekê jî bi taybetî Rojava kiriye gefek pergalî. Ev gef rasterast ne bi pevçûnan, bi lihevkirin û berjewendiyên hêzên herêmî û kûrewî gav bi gav ket meriyetê.”

Besî Şamarî da zanîn ku pêvajoya bi dorpêçkirina Şêx Meqsûd û Eşrefiye, ne tenê helqeyek ji zextên leşker, îlankirina derqanûnî ya bidawîbûna fiîlî ya tehemula ceribandineke siyasî ye û got: “Ne tenê sînorên Sûriyeyê, ceribandina bi navê ‘Rojava’ ku mantiqa sazûmaniya serdest a li Rojhilata Navîn,  lêpirsîn kiriye ye. Rojava ne tenê hêzeke xwecihî, ji nûve pênasekirina desthilatdarî û nasnameyê ye. Loma hewl didin bikin qurbana mutabaqatên nenivîsî yên hêzên kûrewî û herêmî. Ewlehî û bekaya gelê Kurd û gelên din ên di vê erdnîgariyê de, ne di xeta sor a hêzên kûrewî bû. Rojava ji bo hemû kesan modeleke xeter dihat dîtin. Ji bo dewletên herêmî sînor bê wate kiribû, ji bo îslama siyasî jinan xist navenda siyasetê. Ji bo sermayeya kûrewî jî li cihê otorîterî û îstîqrarê, demokrasiya redîkal bi cih kir. DYE û Ewropa, îlham nadin, pêwistî bi projeyên ku dikarin kontrol bikin heye. Rojava îlham dida û ev gav bi gav ji bo fedakirinê têrker bû.”

‘Di vê pêvajoyê de gelê Kurd careke din bi ezmûnên dîrokî re rûbirû ma’

Besî Şamarî wiha domand: “Rojava li herêmên ku hegemonyaya civakî lê nehatiye avakirin berfirehbûn, di demê guncaw de vê wek ‘neserxistina xwezayî’ pêşkêş bike, bi agahiya hêzên derveyî herêmê û lembeya kesk pêk hat. Ev ne şaşiya taktîkî ye, parçeyeke pêvajoya kontrolê bû. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd careke din bi ezmûnên dîrokî re rûbirû ma. Kurd bê dewlet bin jî gelekî polîtîk e. Xwedî bîra serhildêr, binketin, ji nûve avakirin û domandinê ne.”

Besî Şamarî axaftina xwe wiha domand: “Li Rojava vegera hêzê, rasterast bandorê li qaşo pêvajoya aştiya li Tirkiyeyê dike. Dewletê hê vê fêm nekiriye. Li Tirkiye pirsgirêka Kurd, bi jiholêrakirina asoya siyasî çareser nabe, aştiyeke ku nasname, ziman û rêveberiyê nas neke, ne aştî ye, sekna şer a demkî ye.”

Besî Şamarî bal kişand ser şoreşa li Îranê didome û got: “Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat ne aliyek e, nîşan daye ku dilê Kurdan bi hev re lê dide. Nîşan daye ku li Îranê azadî û rizgariya civakî ji hev qut nabin û piştî bi dehan salan cara yekem pirsgirêka Kurd bi daxwaza giştî ya civaka Kurd hat ba hev. Domandina vê girêdanê, hemû hevkêşiya herêmê dikare biguherîne. Êrîşa bi Rojava re, hemwextiya şoreşa li Îranê, parçeyek ji xeta domandina pergalan dişopîne. Kurdistan weke jeopoltîkî di dilê korîdorên ewlehiyê yên enerjiya sedsalê û sermayayê de cih digre. Ji nedîtîve hatina 10 milyon Kurdên li welat di demek kurt de îstîqrarek sexte dibe ku ava bike lê belê bi demdirêj sazumaniyek mayînde ava nake.”

‘Hêza Kurdan divê ne tenê bi awayek erdnîgarî bibînin’

Besî Şamarî îfade kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, tu sazûmanî dernakeve holê, derbikeve jî mayînde nabe û got: “Tiştên li Rojava hatine jiyîn, ne komployeke veşartî ye, lihevkirina berjewendiyên hêzan e. Nexşeriya pêşeroja Rojava ne vegera berê ye, ji nûve pênasekirina xwe ye. Dibe ku biçûk bibe û dibe ku kûrtir bibe. Li tevgerên jinan ên herêmê û derveyî sînoran divê bi tevgerên demokratîk û alternatîf ku sînoran derbas dikin têkiliyan bi hêz bikin. Hêza Kurdan divê ne tenê bi awayekî erdnîgarî bibînin, hişmendiya ji netew wêdetir û piştevaniyê de şekil bigre û bi hêz bibin. Sazûmanê kûrewî ger bizanibin sazûmaniya kûrewî heta dawî jê bibin, şaşiya hesab dikin. Tişta me li Rojhilata Navîn, dît sazûmaniya netew-dewletê çareser kir. Tişta hildiweşe ne tenê sînor û serwerî ye. Sedsala 20’an îmaja sazûmaniyê pêşkêşî hemû kesan kiriye. Modela netew-dewlet a mîrasa dîrokî ya sedsalê, bi daxwazên îstîqrar, ewlehî û pêşketinê ava bû. Îro jî bûye çavkaniya bêîstîqrariyê. Ji temsîlkirina civakê zêdetir êdî bûye ceribandinên rastiya dinyayê. Ji ber ku siyaset êdî di parlamento, peytext û artêşan de hildibere. Ji jinên ku siyaset û sazûmaniyê lêpirsîn dikin destpê dikin, Rojava, yek ji qadên guherînê şênber dike ye. Rojava dê dîsa bilind bibe, ji ber ku pêwistiya bersiva pirsan hê didome. Mesele ne ew e kî bûye desthilatdar, pirsgirêk çawaniya desthilatdariyê ye.”

‘Rojava xwe dispêre beşdariya gel û rêxistinbûnê’  

Besî Şamarî wiha domand: “Îro komên wek Heyet Tehrîr el-Şam, fîgurên weke Ebu Muhammed el-Colanî di çarçoveya sazumaniyê de tişta bê kirin, ne bi dawîbûna tundiyê ye, di encama berjewendiyên aborî û ewlehiyê yê pergala hakim eyarkirina tundiyê ye. Dijminê ku ji bo sazumaniya tê pêşbînîkirin, her dem bi hişmendî û ji civakek rêxistinî, di maliyetek kêmtir de ye. Ji ber vê Rojava hat halê ku neyê tehemulkirin. Ji ber ne bi tirsê, bi hişmendî dixebitin. Ev yek di dinyayek ku xwedî pêşketina neolîberalîzamê ye rê li ber kaosek siyasî vedike. Beşek girîng a medya û akademîk bi awayekî hişmendî û ne hişmendî tirsê û serîtewandinê ji nû ve hildiberînin lê Rojava xwe dispêre beşdariya gel û rêxistinbûnê. Ji bo vê pergalê ferqek bingehîn e û nikare vê yekê tehemul bike.

Besî Şamarî bal kişand ser rola dewleta Tirk û wiha got: “Tirkiye ne hêzeke îstîqrarî ya herêmê ye, dewleteke ku krîza rewabûnê dijî û xwedî pirsgirêka asoya siyasî ye. Îran û Tirkiye mîrasvanên modela netew-dewleta sedsala 20’an in. Ev model li ser înkara pirrengiyê, navendkirina desthilatdariyê û tasfiyeya nasnameyên derveyî dewlet ava bûye. Îro ev model, li hemberî rastiyên sedsala 21’ê hilweşiyaye. Ne dikarin pir rengiyê ji holê rakin, ne jî hêrsa ku mezin bûye bi zexta domdar bidin sekinandin.”

Du faktorên kûrewî

Besî Şamarî di dawiya axaftiya xwe de wiha got: “Şertên Rojava di nav de, bêdengiya kûrewî bi du faktorên kûrewî eşkere dibe. Ya yekem ew e ku sazûmaniya neolîberal ji sala 1980’an ve li dinyayê hakim bûye û piştî krîza 2008’an ketiye krîzeke pergalî. Ev krîz ne tenê aboriyê, siyaset û civakan jî ji bingehê dihejîne. Hêzên mezin, bi riya edaleta civakê, li cihê hilberandina rewatiyê, ji bo parastina sazûmaniya kûrewî berê xwe dan polîtîkayên leşkerî û ewlehiyê. Rojava bi hişmendiya aborî, xwerêveberiya civakî û balkişandina ser demokrasiya radîkal, rasterast vê mantiqê kir hedef. Ji ber vê ne ceribandinek xwecihî ye, veguheriye pirsgrêkek kûrewî. Faktora duyem jî, derketina sazûmanî pir cemser e, reqabetên nû yên di navbera hêzên mezin de ye. Ev rewş veguherî sehneya bazara stratejîk û herêmê. Di vê atmosferê de, mixabin li cihî ronîkirina medya û mekanîzmayên analîzê, bû hilgirê şerên vegotinê. Ev yek vegotinên tirs û serîtewandinê ji nû ve hildiberîne, bi mantiqa aborî û ewlehiyê, ceribandinên ku îlham didin rêbazên destpêkê ye.”