‘Rewşa heyî ya li Tûnisê namzetiya jinan asteng dike’

Sîyasetmedar Najla Qaddia diyar kir ku ji ber krîza li Tûnisê tercîhên rayedarên siyasî hene û destnîşan kir ku li Tûnisê rewşa heyî namzetiya jinan asteng dike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis– Tûnis xwe ji bo hilbijartina ku di 6’ê Cotmeha 2024’an were li dar xistin amade dike. Hilbijartina Serokkomariyê 5 salan carekî tê çêkirin. Herî dawî hilbijartina Serokomariyê ku di meha Cotmaha 20219’an de hat li darxistin û di tura duyemîn de ma Kays Saîd  ji sedî 70’ê deng girt û wek Serokkomar hatibû hilbijartin. Seroka Partiya Qutbî Najla Qaddia di nirxandina hilbijartinên Tûnisê û beşdariya jinan di hilbijartinan de diyar kir ku li gorî dema ku ji bo amadekariya namzediyê hatiye veqetandin, li Tûnisê tê dîtin ku der barê hilbijartinan de nakokiyek çêbibe, bi taybetî ji ber lidarxistina hilbijartinan 3 meh maye dîroka hilbihartinê hat ragihandin dê li Tûnisê rê li ber pevçûnan veke.

‘Em tu rêveberên partiyan destek nakin’

Najla Qaddia anî ziman ku ev hilbijartin dê qedera welat ya 6 salên pêşiya wan biguhere û der barê partiya xwe ya xwe amade dike ku tevlî hilbijartinan bibe wiha got: “Me der barê hilbijartinan de boykot neragihand, lê em tu rêveberên partiyan destek nakin û em bi vê re mijûl nabin. Ev ne meseleyek tirs an jî lewaziyek e, ji vê zêdetir em dizanin hilbijartina ku desthilatdarî di sala 2019’an de girt destê xwe naxwaze dewr bike.  Ji ber vê jî hilbijartinên bi formalîte bê çêkirin em difikrin dê ev wextê me winda bike. 

‘Hebûna jinan ya qada siyasî û giştî de lewaz e’

Najla Qaddia  der berê lewaztiya manzetin jin de wan tiştan wiha anî ser ziman: “Ji sala 2011’an ya destpêkirina şoreşê heta beriya şoreşê jinan di hemû qada siyasî de tevlûbûnek xurt da meşandin. Lê rûxmê vê jî hebûna jinan ya qada siyasî û giştî de lewaz e.  Yek ji sedemê vê hewildanên femînîst tên vederkirin û nayê naskirin. Rûxmê hemû wan zehmetiyan jî tenê  Serokê Partiya Destûrî ya Azad Abeer Moussa û Pispora Aboriyê Laila Hammamî ji bo Serokkomariyê bûn namzed. Di hilbijartinên sala 2014’an de nêzî 6 jin bûn namzed. Bêyî ku ferq û cudahiya siyasî û erdnîgarî hebe bêdiyarbûnek çandî heye, tirsa rawestandin û dûrxistinê heye. Dibe ku jin ditirsin ku der barê wan de doz bê vekirin û dudilî jiyan bikin.”

‘Tirs an jî gav de paş avêtin nîne’

Najla Qaddia li ser astengiyên ku ji aliyê Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve li ser şert û mercên nedadmend ên namzetiyê hatine danîn û wiha got: “Ev rewş wê fikrê xurtir dike ku pêwîstiya wan bi hejmareke zêde ya namzetan nîne. Pêdiviya deh hezar pêşniyaran, nemaze ji 29’ê Tîrmehê û vir ve ne mumkun bûye. Bi dîtina min pêşniyara di nav deh rojan de ya herî dijwar e ku ev pêvajoya hilbijartinê tê de derbas bûye. Di şoreşa Tûnisê de ên meşaleyê dan meşandin jin bûn. Li gel mêran sekînin, ji bo welat rizgar bikin tekoşîn dan meşandin. Îro pêwîstiya welatê wan bi wan heye ku edaletê pêk bînin û bi giranî li ser hemû forûmên netewî û hilbijartinan bisekinin. Jin ya dê tevlî hilbijartinan bine yan jî boykot bike di herduyan de jî azad in li kur dibin bila bibin mafê wan e ku parastina mafê xwe bikin. Tirs an jî gav paşde avêtin nîne.”