Remziye Mihemmed: Êrîş ji bo valadarxistina pergala neteweya demokratîk e
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Muhemed diyar kir ku êrîşên li ser Rojava nasname û pêhateyên civakê hedef digre, hewldaneke sîstematîk e ji bo têkbirina pergala neteweya demokratîk.
ESMAA MUHAMMED
Qamişlo- Rojava îro, bi zêdebûna binpêkirin û êrîşên ku sivîl, pêkhateyên civakê, bingehên mezhebî û olî hedef digrin di pêvajoyeke krîtîk de ye.
Li dijî hewldanên di nava pêkhateyan de fitneyan derdixin, biçûkxistina nasnameya Kurd û têkbirina aramiyê, gel bi sekna xwe piştgiriyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku xeta parastina bingehîn e.
‘Bi êrîşan hewl didin îradeya gel bişkînin’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziye Muhemed, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tiştên îro li herêmên Rojava tên jiyîn, krîza Sûriyeyê, desthilatdariya heyî ku tundiyê weke alternatîf pêşkêş dike pêk tê û got: “Bi êrîşên heyî hewl didin îradeya gel bişkînin. Li Şamê bi ketina rejîma berê, di şevek de rêveberiyê radestî komên çekdar kirin. Welat ber bi qonaxeke gelek bi xeter ve çû. Sûriye bû qada pevçûnên olî û mezhebî. Destpêkê pêkhateyên Elewî û Durzî kirin hedef, ji ber aîdiyetên mezhebî rastî binpêkirinan hatin. Hedefgirtina sivîlan ji ber cudahiya wan a olî, gefê li dîroka civakî ya Sûriyeyê û pirçandiya wê dixwe.”
‘Kurd tên hedefgirtin’
Remziye Muhemed da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhateyên Kurd her dem bi rageşiyên leşkerî tên hedefgirtin û got: “Kurd îro ji ber Kurd in, ji ber parastina nasnameya xwe, avakirina modeleke siyasî ya ku jiyana hevpar û pirrengiya olî-etnîkî nas dikin, tê hedefgirtin.”
Remziye Muhemed îfade kir ku armanca wan ew e destkeftiyên di salên dawî de çêbûne ji holê rakin û nasnameya Kurd nehêlin û got: “Ev rageşî ne pevçûnên klasîk ên leşkerî ne. Parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk e ku hewl dide ewlehiyê xirab bike, di nava gel de tirsê bide avakirin, neçarî koçberiyê bike û herêman ji naveroka civakê vala bike. Ev jî xizmetê ji projeya hegomonyaya parçekirinê re dike.”
Keleha berxwedanê
Remziye Muhemed, da zanîn ku salvegera rizgariya Kobanê ye lê careke din Kobanê di bin dorpêç û êrîşan de ye û got: “Gelê ku li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa raber kir û deh sal berê DAIŞ’ê têk bir careke din bi êrîşan re rûbirû maye. ”
Remziye Muhemed îfade kir ku Kobanê bi berdewamiya polîtîkayên dorpêçê ku bi salan e didomin, çend roj in di dorpêçeke mezin de ye û got: “Bajar îro bi êrîşan re rûbirû ye. Seferberiya giştî ya ku gel îlan kiriye û piştgiriya ji bo QSD’ê, di mijara parastina xak û nasnameyê de, hişmendiyeke bi hêz a civakê û îradeya saxlem a gel diteyîsîne.”
Hedefgirtina sivîlan
Remziye Muhemed bal kişand ser êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û dorpêça giran û got: “Ev yek rê li ber kuştina sivîlan û koçberiya bi hezaran malbatan vedike. Zarok, jin û extiyar êşên giran dikşînin, di mercên birçîbûn û nebûna xizmetên bingehîn de dijîn. Kiryarên kuştin, dorpêçkirin, birçîhiştin û binpêkirinên ku rasterast sivîlan dike hedef sûcên li dijî mirovahiyê ne û hemû hatine belgekirin.”
Remziye Muhemed da zanîn ku binpêkirin tenê bi bajarekî sînordar nebûye, Til Rifet, Tebqa û Minbic di nav de belavî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye, kuştinên sivîlan, êrîş û bêrêziyên li hemberî goristan û şehîdan hatine qeydkirin û got: “Ev hewldana hedefgritina nirxên civakî û sembolên dîroka gelan e. Ma Sûriyeya ku dixwazin ava bikin ev e? Sûriyeya yekreng a dûrxistin û tundiyê! An jî Sûriyeya ku pirrengî û naskirina yên din esas digre? Tiştên îro hatin jiyîn, bi azadiya Sûriyeyiyan, bi bendewariyên edaleta civakî û rûmetê re bi nakok in.”
Derxistina fitneyan
Remziye Muhemed wiha domand: “Armanca bingehîn a şer û rageşiyan ew e ku bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de fitneyê derbixin û hêrsê zêde bikin, ziyanê bidin pergala jiyana bi hev re ya gelan. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beriya 14 salan destpê kir, bi îrade û yekîtiya gelan li ser bingeha hevkariyeke rast bilind bû, gelê ku bû xwedî vê ceribandinê xwedî li peyama aştiyê derket, îro jî dikare wê biparêze.”
Banga aştiyê û çareseriya demokratîk
Remziye Muhemed destnîşan kir ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk e û got ku lê li zimanê diyalogê, bi zimanê çekê bersiv didin vê bangê.
Remziye Muhemed bang li gelê Kurd û bi taybet gelê li Ewropayê kir û bi gelê Rojava re bin û destekê bidin hêza wan, dev ji nasname û xakê bernedin û got: “Tekane riya valaderxistina fitneyan yekîtî ye. Erka exlaqî û mirovî ya civaka navneteweyî û saziyên mirovî û mafên mirovan ew e ku binpêkirinan bisekinin û bi taybetî zarok, jin û extiyar di nav de hemû sivîlan biparêzin. Kobanê ji terora DAIŞ’ê çawa rizgar bûye, xwedî wê hêzê ye ku ji hêzên bi pere yên hewl didin li rojava hemû destkeftiyan têk bibin jî dê rizgar bibe. Îradeya gel wê her dem ji çek û hilweşînê bi hêztir be.”