Qeyrana Jinên Mexribî di siyasetê de

Her çendî li gorî lêkolînan jimara jinên Mexribê ji ya giştî gelek zêdetire jî di saziyên fermî û siyasetê de nûneriya wan di astek gelek kêm dene.

HENEN HARÎT
Mexrêb - Li gorî lêkolînên fermi yên serjimêriyê jimara jinên Mexribî ji nîvê şêniyê zêdetire. Li gora texmînan hêjamara wan 17.67 milyonin û piraniya wan jî ciwanin. Ji ber vê jî di geşedanên di nava civakê de ru didin de dibin hevkarên bingehîn û doza mafê xwe dikin.
Tevlîbûna jinên Mexribê di hemû aliyên jiyana siyasî, aborî û civakî de Keyaniya Mexribî tenê cihek ji bo beşdarbûna wê û gihêştina di saziyên dewletê de heye. Lê hêjmar û pirsgirêkên ku li pêşiya wan dibe bend û bejdarbûna wana paş dixîne. Ji bo zelalkirina vê mijarê li ser kêmbûna beşdarbûna jinan di siyasetê de Ajansa me NUJINHA gotarek amede kir. 
Jinên Mexribî  di nava hilbijartinên sala 1963’an de cihê xwe digrin. Piştî têkoşîna 30 salan ango sala 1993’an tenê du nûnerên jin di kotaya perlamentoyê de cih digirin. Di hilbijartinên sala 1997’an de jî qet guhertinek di hêjmara namzetan de çênebû. 
 Di hilbijartinên sala 2002’an de 35 namzetên jin bi ser ketin. Di wê demê de veguherînek mezin ru da. Ev gav avêtina di hilbijartinan de, pergala ji %10 kursî ji nunertiya jinan re hate veqetandin. Di hilbijartina sala 2002’an de 30 kursî hatibû veqetandin lê belê 35 jin bi serketin. Di sala 2007’an de jî 34 jin bi ser ketin.
Di hilbijartinên pêşwext ên sala 2011’an de li şûna 30 kursî 60 kursî ji bo jinan hat veqetandin. 
 Li ser asta hikumetê di sala 2002’an de 3 jin di wezaretê de cih girt. Di sala 2007’an de jî  7 jin di wezaretên tenduristî, ciwanan, Werzîş û wezareta enerjî û metan de cihê xwe girtin.   
Ev rêjeya li jor hatî rêzkirin cihgirtina jinan ya di wezaretan de di sala 2011’an de di hikumeta Îslamî de paşde vekşînek rû da. Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê  Abil Îlah Ibin Kîran diyar kir ku di wê demê de tenê jinekê di wezareta geşendana jinan de cih girt. Ji ber vê yekê tengezarî û paşvekişanek  di rêxistinên femînîstan de  çêkir.
Di nava rêveberiya heyî de tenê çar jin cîh digirin
Piştî vekîşîna Mîrê  Mexribî Muhemedê şeşemîn ji serokatiyê û rêvebirina Abdil Îlah Ibin Kîran ku di rêvebirinê de têk diçe hevalê wî  Seid Al-Dîn Al-Osmanî di partiya wî de serweriyê digire destê xwe de, di nava wezaretê de 8 jin cih digrin. Lê mixabin ev yek bi demê re qels bû û nûnerên wezaretê daket 23’an. Herî dawî jinên di nava hikumeta niha de cihê xwe digrin tenê çar in. 
Di komelaya Demokratîk ya jinên Mexribî de ku yek ji komeleyên aktîv hebûna jinan di qadên siyasî de di parêze. Têkildarî pirsgirêka siyasî ya Mexrîbê endama Komeleya Demokratîk a jinên Mexibî Xedîce Al-Rebah ji ajansa me re ev nirxandin kir: “Deskeftiyên jinên Mexribî di aliyê siyasî de hîn jî hesase, ev jî bi qelsbûn û tunebûna vîna siyasî ya hikumetê ve girêdayî ye û hewildanên nûnertiya jinan red dike.”
 Xedîce Al-Rebah daneyên têkîldarî nûnertiya jinan di parlamentoya Mexribê de zelal kir û got: “ Tenê rêjeya jinan ji %20 e. Divê rêjeya wan di koman de ji % 3 derbaz neke, her wisa di meclîsên karkeran de ji % 5’ e. Herî dawî li ser asta şêwermendiyê ev rêje giha heta ji %11’an.
Hebûna qels
Xedîce bal dikişîne li ser beşdarbûna jinan di qada siyasî de û wiha dibêje: “Mixabin, me di aktîvkirina pêdiviyên destûrê de tiştek nekir. Ev nîşan dike ku hemû têkoşînên tevgera jinan li Mexribê ji bo beşdarbûna jinan di werê siyasî de bi taybet di siyaseta mêr de encam negirtiye. Ger pergala kota ji bo jinan hatiye ferz kirin ku jin nûnertiya xwe di partiyên siyasî de bigirin, mixabin berûvajî vê, tenê ew bi bazirganiya derve re têkîldare. Bê guman ew nûnertiya jinan di rêveberiya partî û biryargirtinê de kêm dibînin. Partiyên li Mexribê lêgerîna kadroyên jin û şarezayiyên li ser asta herêmî naxebitin. Her wisa naxwazin helwesta xwe li beramberî başdarbûna jinan ragihînin.”
 Di siyasetê de jin bi hêjmar hene
Li gorî daneyên serjimariya niştecihê û xaniyan di sala 2014’an de hilbijartinên kolektif ên sala 2015’an komên ku nifûsa wan bi gihêje 35 hezarî wê kursiyek ji bo jinan veqetinin li şûna lîsteya kolîktîf ya jinan pozisiyona wan qels dikin û bi mêr ve girê didin. Tê zanîn du komên li parezgeha Alxemîsat ku 86km dûrî paytexta Rîbatê dikeve ango Alxwelm û Aolmas ku benda qanûnê nagirin û pêk neynin.
Li AlDar AlBaydai Satat û aliyê Rîbat Sela  Al Quneytira hijmara jinan di 52 koman de hene tenê 25 jin bi serketin ji 3927 kursiyan tenê ji % 0.6 digire.
Ji 26 navendan jin tenê rêveberiya sê saziyan dikin
Tê zanîn ku koma AlHerhure ji 35 hezar kesan pêktên. Tenê du jin bi serketin , li beramberî vê jî di nava 26 saziyan de, jin tenê di rêveberiya sê saziyan de cihê xwe digre. Ew jî kantona Hesan li Ribatê û Tabrîkît û Btane li Sel û wekî din bajara Sele ku herî zêde jin tê de rêvebertiyê dikin e.
Qelsbûna vîna partiyan 
Di nebûna rola partîbûnê û pergala hilbijartina ev  du dewrin qet nakeve xizmeta jinan de. Di dema ku nunertiyan jinan di meclîsê de ji % 21  be, tenê 17 jin bi serdikevin, ango ev rêje dibe ji % 1.1 di komên Mexribî de cihê xwe digirin. Ew jî meclîsa karkeran ya Murakêş e. 
Encamên ku hêviyan têk dibin
Li aliyê din siyasetmedara partiya Al-Asala û nûjen Xedîce Al-Kur teqez kir ku hewildanên di asta gihîştina armanca bihevrebûn û şerkirina şêwazên cudabûnê di plana hikumetê de di wekheviya sala 2017-2021’an tu encam bidest nexistin û Bendên wekheviyê  kêm dîmînin û pêk nayên.
Faktorên çandî
Xedîce destnîşan kir ku hebûna jinan d saziyên hilbirînên netewî û herêmî de lawaz dibîne. Ji ber ku qanûna rêxistinî ya têkîldarî pêkanîn û meşandina xabatên hikumetê ti hewceyê pêkanînê nagire nav xwe. Her wisa çalakiyên siyasî di vê mijarê de ti encamên nû ne ragihandine. Ji ber ku hêviyên me jinan di qadên siyasî û biryar girtinê de têdikoşin, ev jî xebatên partîbûnê dixwaze. Bi taybet partiyên siyasî û xebatên wê, ji ber ku fikira wekheviya siyasî bi xebatên partiyan ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê makanîzmeyek nû û afirandinek ji partiyan tên xwestin.
Zêdebûna hêjmara jinan
Li ser zêdebûna hêjmara jinan xedîce Al-Kur got: “Partiyan daxwaza hijmarek zêde ya jinan kir, da ku di partiyan de hebûnek piratîkî pêk bînin. Ji ber vê yekê baweriya hemwelatiya qezenc kir. Bi gîştî pergala quta tenê şêwayek veguhestina di civakê de ye. Xizmeta nifûsa jinan ya ku ji % 50.3 digire nava xwe nake. Di hebûna siyasî de jî tenê ji % 21.18 û %38 ji kursiyê ku li ser asta herêmî û xwecihî temsîl dike.
 Hişmendiya mêr
Rojnamevana Mexribî Hekîme Awhaco ya bi mijarên siyasî ve mijûl dibe dide zanîn ku  ew pirsgirêka beşdarbûna jinan di qada siyasî de bi tevlîheviya qanûnî û bi zihniyeta mêr ve girêdayî ye. Ev jî bê guman di nav civakê de belav e.
Di daxuyaniyek ya ji ajansa me re Hekîme Awhaco wiha dibêje: “ Jinên siyasetmedar ji bo xwe di nav partiyên siyasî bi taybet di partiyên ku zihniyeta mêr rêve dibe û partiyê pêşverû xwe îspat bikin. Di pergala "quta" ya ku qanûnê ji wan re rewa kiriye siyasetmedarên jinên Mexribî ji derveyî partiyekê ti deskeftî  di rêvebertiyê de bi destnexistin e.
 Rojnamevana Mexribî destnîşan kir ku jinên ku di desgeh û saziyên nivîsgehên siyasî yan komîteyên siyasî de bi pişgiriya zilaman cih girtine, herî zêde piştî pergala"quta" hatiye diyar kirin, ku jin, xwişk û xizmên xwe li şûna jinên siyasetmedar  erkdar dikin.
Jin qurbaniyên yekem ên civakê ne
Li aliyê din xwendekara beşa Zanistên Siyasî Hude Fecir ya 25 salî dibêje: “ Tevî hemû pêşketinên ku jinên Mexribî dizane jî mafên ku destûr daye ku di qadên siyasî de hebûna xwe îspat bike, lê hîn jî rola wê li beranberî ya mêr lawaze. Ev yek jî bi zihniyeta mêr ve têkîldar e ku naxwazin jin ji wan serkeftîtir bin û her tim dixwazin jin di bin serweriya wan de bin. Her wiha pêkanîna beşdariya wê ya siyasî tevlêbûneke gîştî ji civakê tê xwestin. Jin qurbaniyên yekem ên civakê ne lewra divê cudahiya zayandî divê were derbaz kirin.”
Ev jî gavavêtinek girînge
Li ser mijara hêza jinan a di siyasetê de nêrînê mêr bizanbin, ku zihniyeta mêr herî zêde dibe asteng? Ajansa me xwe gihand mamosteyê qanûnê di Zanîngeha Muhemde pêncemîn  Abas Al-werdî û got : “Çendîn qelsebûnek siyasî di hebûna jinê de hebe jî, lê beşdarbûna wê di aliyên siyasî de ji dema serxwebûn û heya niha bi awayek baş rol di saziyên qanûndanê de rol lîstiye. Ev jî gavavêtinek girînge di pêşketin û di jiyana siyasî de. Helbet bê guman mafê wê di beşdarbûna siyasî de girînge, her wisa pergala quta di parlamentoya Mexribî de bi lîsteya netewî ya jin hebûna wê misonger dike.”
Mamosteyê qanûnî berdewam kir: “Zêdebûna temsîliyeta jin di rêgezên destûra bingehîn ya 2011’an de em dibînin ku xala 19 prensîba pîvana di navberî jin û mêr de diyar dike û di xala 7’an de ji diyar kiriye ku erkê partiyên siyasî bi pêşvebirina hemwelatiyan û beşdarbûna wan di hilbijartinên jiyana siyasî de rol bigirin.
Di dawiyê de  Abas got: “Zihniyeta bavaksalarî li hember beşdariya jinan di qada siyasî  û biryargirtinê de dibi asteng ku jin di pêkanînên mafên xwe yên siyasî misonger bike û bighêje cihê rêveberî û biryargirtinê. Divê li gorî taybetmendiyên jinê  bi kevneşopiyên Mexribî hevgrtî û hevsengiyek malbatî bê sazkirin.”