"Polîtîkayên şer çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire”

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di Kongreya partiya xwe ya Pirsûsê de bal kişand ser tecrîdê û got: "Polîtîkayên şer çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire.”

Riha - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Pirsûsê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongre li avahiya partiyê pêk hat de berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes amade bûn. Li eywana kongreyê pankartên wek “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin daliqandin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di kongreyê de axivî.
Ebru Gunay da zanîn ku Pirsûs warê têkoşînê ye û rista Pirsûsê ya di dema berxwedana Kobanê de bi bîr xist. Ebru Gunay destnîşan kir ku ew ê bi mezinkirina siyaseta HDP’ê bersiva herî mezin bidin polîtîkayên şer û kûrkirina tecrîdê ya ji aliyê îqtidarê ve pêk tê. Ebru diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar derkevin û got ku ew ê xeta heqîqeta azadiyê bihûnînin. Ebru anî ziman ku çavkaniya berdewamkirina polîtîkayên şer tecrîda li Îmraliyê ye û heta azadiyê dê têbikoşin û wan berê jî dît ku fikrên Ocalan çawa aştî pêk anîne. 
Piştî axaftinan Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya ji bo hevserokatiya navçeya Pirsûsê hatin bijartin.