Piştî 15 salan azadiya çapemeniya Tûnisê çima bipaş ket?

Aktîvîst Sofiya el-Hemamî, diyar kir ku li Tûnisê gav bi gav guhertinek di sînordarkirinên li ser çapemenî û azadiya derbirînê de tê dîtin û destnîşan kir medyaya neserbixwe gef li pêşeroja pîşeyê û rola wê ya di çareserkirina pirsgirêkên civakî de dixwe.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis- Digel ku 15 sal di ser destpêkirina şoreşa Tûnisê re derbas bû jî, gelek aktorên di sektora medyayê de û bi taybetî jî di rojnamegeriyê de, difikirin ku reformên tên hêvîkirin hê jî ne di asta têrkêr de ne. Ev sektor mîna yek ji wan sektorên ku herî zêde ji ber mîrateya desthilatdariya 23 salan a Zeynel Abidine Bin Elî bandor bûye, tê dîtin. Zeynel Abidine Bin Elî, medyayê li şûna nîşandana pirsgirêkên civakî, veguherand amûrek ku gotinên rejîmê ragihîne.

Di vê heyamê de azadiya çapemeniyê bi pêkanînên îdarî û sazûmanî yên zextker hate sînordarkirin. Avahiyên fermî yên mîna Ajansa Ragihandinê ya Derve ya Tûnisê û Wezareta Medyayê ya di sala 1990’an de hatin damezrandin, ne tenê kontrol kirin, di heman demê de mudaxeleyî naverokên ku werin weşandin jî dikirin. Tevî vê yekê jî, rojnamevanan ji bo qadên alternatîf biafirînin, avakirina rojnameyên muxalefetê û înîsiyatîfên medyaya serbixwe domandin; lê bêlê ev hewildan gelek caran bi lêpirsîn an jî girtîgehê re bi encam bûn.

Dema ku şoreş di dawiya sala 2010’an de pêk hat, kesên di sektorê de dixebitin hêvî dikirin ku azadiya çapemeniyê mîna yek ji destkeftiyên herî girîng ên serdema nû bê xurtkirin.

Tûnis, di salên destpêkê yên piştî 2011’an de, di rêza azadiya çapemeniyê ya navneteweyî de pêşketinek girîng bi dest xist. Sektor, bi damezrandina Desteya Bilind a Ragihandina Deng û Dîmenî ya Serbixwe (HAICA) û Biryarnameya bi Hejmara 115’an a ku xebatên çapkirin û weşanê birêve dibe re hate organîzekirin. Her wiha zelalî û rêxistinên civaka sivîl ên mafên rojnamevanan diparêzin jî derketin holê.

Lê belê, di salên dawî de ev pêşketin bi awayekî diyarker bi paş ket. Xebatên HAICA’yê hatin cemidandin, hinek rêxistinên civaka sivîl hatin betalkirin, Biryarnameya Hejmar 115’an hat rawestandin û Biryarnameya Hejmar 54’an a ku anîn şûna wê, ji aliyê  rojnamevan û rêxistinên mafên mirovan ve mîna sînordarkirinek nû li ser azadiya çapemeniyê hat nirxandin.

Fikarên pîşeyî yên zêde

Van geşedanan, bi taybetî di çarçoveya nebûna aramiya qanûnî, bêparhiştina kartên pîşeyî ji bo gelek rojnamevanan û girtina dezgehên medyayê an jî ji ber zextên aborî ji kar derxistina karmendan de, di nav rojnamevanên li Tûnisê de fikarên cidî çêkir. Rêxistinên pîşeyî, banga nirxandina çarçoveya qanûnî û garantiyên ji bo serxwebûna sektorê dikin.

Rojnamevan Nejwa el-Hemamî, diyar kir ku digel 15 sal li ser şoreşê re derbas bûne jî, reformên ku dihatin hêvîkirin nehatine bidestxistin. Nejwa el-Hemamî, destnîşan kir ku azadiya çapemenî û îfadeyê yek ji destkeftiyên herî girîng ên şoreşê ye û wiha got: “Em difikirîn ku ev destkeftî destnedayî ne, ji ber ku ew mafek destûrî bû û bi fedakariyên mezin hat bidestxistin. Lê belê, îro em bi taybetî derbarê pêkanîna Biryarnameya Hejmar 54’an de paşveçûnek cidî dibînin.”

‘Rêxistinên azadiya çapemeniyê yek ji destkeftiyên herî girîng ên şoreşa Tûnisê ne’

Nejwa el-Hemamî, diyar kir cezayên têkildarî vê biryarnamey,ê di odeyên nûçeyan de atmosferek hişyar afirandiye û tevî vê yekê jî rojnamevan parastina mafê xwe ya gihîştina agahdariyê û serxwebûna xwe ya pîşeyî didomînin. Nejwa el-Hemamî, wiha axivî: “Lê belê şert û mercên aborî û civakî û nebûna naskirina tevahî ya mafên pîşeyî, zehmetiyan diafirîne. Rêxistinên azadiya çapemeniyê yek ji destkeftiyên herî girîng ên şoreşa Tûnisê ne û ji ber zêdebûna doz û zextan bi gefa hilweşînê re rû bi rû ye. Ev rêxistin, diyar dikin ku azadiya medyayê di têkoşîna li dijî rejîma berê de rolek navendî lîstiye û her gavek ku paşve tê avêtin, zirarê dide bingeha pêvajoya demokratîk.”

Rêxistin alarm didin

Aktîvîsta mafên mirovan Sofiya el-Hemamî, diyar kir ku li Tûnisê gav bi gav guhertinek di sînordarkirinên li ser çapemenî û azadiya derbirînê de tê dîtin û destnîşan kir ku medyaya neserbixwe gef li pêşeroja pîşeyê û rola wê ya di çareserkirina pirsgirêkên civakî de dixwe. Sofiya el-Hemamî, got ku hebûna medyaya ku vegotina hikûmetê nîşan dide, pêşeroja pîşeyê ku divê serbixwe û bêalî be, dike xeteriyê.

Sofiya el-Hemamî, wiha axivî: “Ez sansura li ser penûsên rojnamevanan tê sepandin û pêvajoyên qanûnî yên li dijî wan a ji ber naverokên diweşînin rexne dikim. Hinek dozên li ser bingeha Biryarnameya bi Hejmara 54’a di hawîrdora medyayê de fikarên cidî çêkir. Her wiha çewisandina rojnamevanan a ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî û sepandina hinek doz a li ser bingeha Biryarnameya bi Hejmara 54’an, di nava derdorên medyayê de bû sedema tirsên berfireh.

‘Divê çarçoveya qanûnî ji nû ve were nirxandin’

Aktîvîsta mafên mirovan Sofiya el-Hemamî, diyar kir ku rojnamevan Murad ez-Zegidî, Burhan Besî  û Suwar el-Berkawî hêj di girtîgehê de ne û rojnamevan Şetha el-Hac Mubarek jî hatiye berdan û got: “Çend kesên din li benda berdanê û derfeta pratîkkirina pîşeyê xwe di bin şert û mercên ku azadiya çapemeniyê mîsoger dikin de ne. Divê çarçoveya qanûnî ya ku azadiya çapemeniyê rêxistin dike, ji nû ve were nirxandin û pêvajoyek reformê ya rastîn tenê bi medyayek azad û serbixwe ku dikare rastiyan bi awayekî objektîf ragihîne pêkan e.”