'Peymana li Helebê dê bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê'
Hevseroka Meclîsa taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Hêvîn Silêman derbarê peymana ku di navber wan û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de pêk hatiye got: "Ev peyman dê bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê."

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Heleb – Di destpêka meha Nîsanê de peymanek girêdayî taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di navber meclisa taxan û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de hate îmzekirin. Ev peyman 14 xalan di nava xwe de dihewîne. Bendên herî girîng a peymanê pêşxistina jiyana hevbeş, parastina niştecihan, qedexekirina meşên bi çek û rêxistinkirina ewlehiya hundirîn bû, her wiha avakirina komîteyên ji bo bi cihkirina bendan û hêsankirina çûn û hatinê jî di nava xwe de digre.
Hevseroka Meclîsa taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Hêvîn Silêman derbarê girîngî û armancên peymanên ku di nanbera meclîsa taxan û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de pêk hatiye, bi ajansa me re axivî.
'Ev peyman weke 'dîrokî' tê pênase kirin'
Hêvîn Silêman bal kişand ser peymana ku hatiye îmzekirin û wiha got: "Ev peyman di pêvajoyek hesas a Sûriyeyê de pêk hat. Di demek ku li herêmên peravê yên Sûriyeyê de komkujî diqewimin û bi taybet binpêkirinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, gavek girîng bû. Di heman demê de em dikarin vê peymanê weke 'dîrokî' pênase bikin ji ber ku piştî alozî û pirsgirêkên ku 14 salan pêk hatine, hate çêkirin. Ev peyman ji bo hilweşandina zihniyeta ku îradeya jin û hebûna wê di nava cihên biryardayînê de nas nakin, gavek erênî bû."
'Peyman rêvebirin û jiyana hevbeş armanc dike'
Di nava gotinên xwe de Hêvîn Silêman qala danezana destûrî ya ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir û wiha dewamî da gotinên xwe: "Destûra ku hatiye îlankirin rola jinan di nava vê destûrê de dûrxist. Ji ber vê yekê tu bend an jî xalên ku mafên jinan garantî dike, nîn e. Di heman demê de peymana dawî ya ku di navbera her du aliyan de hate îmzekirin rêveberiya hevbeş diyar dike. Ev jî bûye rastiyek û bingehek ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî."
'Bila jinên Sûriyeyê ji bo mafên xwe têbikoşin'
Hêvîn Silêman bang li jinên Sûriyeyê kir ku bibin xwedî îrade ji bo ku mafên xwe di destûra Sûriyeyê de bigrin û wiha pê da çû: "Rêjîm û rêveberiya nû jî îradeya jinan nas nake, ji ber vê divê jin ser hebûna xwe di hemû warên siyasî, civakî û diplomasî de bi îsrar bin, da ku rolên wan wek di serdema rêjîma Baas de neyê windakirin. Yek ji hêviyên şoreşa Sûriyeyê ew e ku gelên wê bi azadî û demokrasiyê bijîn. Jin para xwe ji mafên jiyan bigrin, ji ber vê divê jin rabin ser piya û hebûna xwe di cihên biryardayînê de îsbat bikin."
'Bi hêvî ne ev peyman bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê'
Di dawiya gotinên xwe de Hêvîn Silêman tekez kir ku ji bo Sûriyeyê demokratîk mafên hemû pêkhateyan diparêzin têdikoşin û wiha bi dawî kir: "Destûra heyî nûnertiya daxwaz û îradeya gelê Sûriyê nake. Em hêvîdar in ku ev peyman bibe bingehek ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê."