Pervîn Bûldan: Çareseriya demokratîk û aştî Turkiyê mezin dike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn û got: “Îro 15’ê Sibatê ye. Di bîra siyasî de pêvajoyeke ku pêvajoya Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd û Tirkiyeyê diyar kir û di rastiya xwe de hîmê qeyranan hat avêtin, xala werçerxê ye.”

Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Bûldan destnîşan kir ku birçîbûn, feqîrî, gendelî û rakirina heqê demokratîk û azadiyan welat dorpêç kiriye û rejîma qeyûm li her devera welat belav bûye. Bûldan got komployên siyasî, nehiqûqî, mafya, çete, qirêjî û kurmîbûna ku nahêle pirsgirêka kurd çareser bibe li hember wan sekinî ye. 
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku di ser komploya navdewletî ya di 15’ê Sibata sala 1999’an de 23 sal derbas bûn û wiha got: “Îro 15’ê Sibatê ye. Di bîra siyasî de pêvajoyeke ku pêvajoya Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd û Tirkiyeyê diyar kir û di rastiya xwe de hîmê qeyranan hat avêtin, xala werçerxê ye. 23 sal di ser anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê re û bi avakirina sîstema tecrîd û xitimandinê ya Îmraliyê re derbas bûn. Geşedanên 23 salan eşkere dikin ku komplo û lîstikên navneteweyî gihîştine armancên xwe yên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava krîz û pevçûnan de bihêlin, pirsgirêka kurd bi kar bînin û Tirkiyeyê bixin bin îpoteka aborî û siyasî ya sîstema navneteweyî.” 
“Cesaretê ji polîtîkaya dijminiya Kurdan digire”
Pervîn Bûldan bal kişand ser encamên komploya navdewletî û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Encam; ew hilweşînek mezin bû. Têgihiştina xitimandinê ya ku ji bo ku kurd nikaribûn bibin xwedî gotin û bi dest bixin, dudilî nebû beşdarî operasyonên navneteweyî bibe, hemû welat û gelan winda kir. Mînaka herî dawî ya ku Tirkiye ji aliyê aborî ve girêdayî hêzên navneteweyî ye; Rastiya ku îktidar rojekê li deriyê Qeterê û rojekê jî li Îmaratê dixe ye. Vê zîhniyet û mekanîzmaya xitimandinê jî rê li ber mekanîzmaya darbeyê vekir. Ji ber vê yekê di lîstika navneteweyî de ya rastî windakerê mezin di her warî de Tirkiye bû, demokrasî bû. Pêşeroja hevpar a gelan bû. Encamên lîstikên navneteweyî ji bo gelê kurd û gelên ku pê re di nava tifaqê de bûn gelek cuda bûn. Komploya navdewletî negihîşt armanca xwe. Nikarîn pêşiya vîna gelê kurd a çareseriya demokratîk, aştî û pêşerojeke hevpar a bi gelên ku pê re dijîn, bigirin. Nikarîbûn pirsgirêka kurd a ku di polîtîkaya ewlekarî de dimeşîne, weke pirsgirêkeke siyasî ji holê rakin. 
“Di lîstokên navdewletî de Turkiyê winda kir”
Pervîn Bûldan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîn jî difikirin ku dê ji hewldanên xwe yên astengkirina rêyên çareseriya demokratîk û bi komployan û polîtîkaya tecrîdê siyaseta demokratîk bifetisînin, encam bigirin. Lê ew di nav xeletiyek dîrokî de ne. Di vir de jî doza komploya Kobanê di encama heman zîhniyeta komploger de derdikeve pêşberî me. Doz di destê wan de ye. Dosyeyên wê roja ku doz hatibû vekirin hilweşiyan. Tişta ku têk neçû siyaseta demokratîk bû. Hevalên me wê yek bi yek gotin ev doz li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd astengî ye. Ez ji komplogerên Doza Kobanê re dibêjim; Hêzên navdewletî bi komployên xwe yên mezin nikaribûn encamekê bi dest bixin, hûn ê jî bi van komployan encam negirin. Ez careke din destnîşan dikim; Tirkiye winda dike û dê winda bike jî, ji ber ku dewlet û sedemên siyasî tecrîdê kûrtir dike û zemîna aştî û siyaseta demokratîk asteng dike.” 
“Dê dîrok xwe dubare neke”
Pervîn Bûldan têkildarî pêvajoyên derbasbûyî jî ev tişt got: "Ez ê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin’ û vekirina rêyên diyalogê, ji bo çareserkirina hemû girêk û xitimiyan rêyeke girîng e. Vaye nameya Newroza 2013’an, Peymana Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an bû firsendeke girîng. Me hemûyan tecrube kir û dît ku dema ev firsend têk çû Tirkiyeyê gelek tiştan winda kir. Em dibêjin êdî vê rastiyê bibînin. Çareseriya demokratîk û aştiyane Tirkiyeyê mezintir û bi hêztir dike. Di navbera gelan de diyalog, aştî û îradeya jiyana bi hev re ya wekhev xurt dike. Rê li ber demokrasiyê vedike. Divê êdî zîhniyet biguhere. Serpêhatiyên dîrokî jî vê yekê dibêjin, ruhê demê vê rastiyê derdixe holê. Sed salên pêş me bi vî rengî derbas nabe. Dê dîrok xwe dubare neke. Yên ku çareser nakin, yên ji çareseriyê direvin, yên ku bi yekperestî, qedexe, înkar, îmha û dijminatiya kurdan dikin, dê di vê sedsalê de têk biçin û bên tasfiyekirin.”