“Pêdiviya modela çareseriyê ya li Rojhilata Navîn heyî bi xwe rêxistinkirinê heye”

Pispora jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di derbarê Kongreya Serketina Eniya Diyaloga Kurd û Ereban a 11’ê Kanûnê li Bexdayê hatî li darxistin de nirxandinên giring kir û weke modela çareseriya pirsgirêkên heyî pergala Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinan jiyanî dibe mînak da.

ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî - Kongreya Serketina Eniya Diyaloga Kurd û Ereban 11’ê Kanûnê li paytexta Îraq Bexdayê bi insyatîfa akademisyen, siyaset û kesayetên xwedî fikrên demoqratîk hat lidarxistin. Zêdeyî 100 kesayetiyên netwên Kurd û Ereban ên ji jin, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û siyasetmendarên ji hêrêma Kurdistan, Şengal û Îraqê yên ji pêkhate û baweriyên cûda bejdar bûn. Aramanca vê kongreyê avakirina eniyek yekitiyê û civakek damokratîke. Pispora Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî sedema li darxistina kongre û rola jinên Ereb û Kurdan di nava civakê de ji ajansa me re nirxand
“Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi diyaloga navbera gelan heye”
Necîbe Qeredaxî îşaret bi giringiya diyaloqê kir û wiha got: “Li Rojhilata Navîn ku qeyîranek aborî, jîngeyî û pir alî lê tê jiyîn pêdivî bi diyalogên nava gelan heye, ji ber wê jî ev diyaloga li Bexdayê di nava Kurd û Ereban de hat lidarxistin gelek giringe. Li deverek ku çeqên qeyrana Rojhilata Navîn di encama zîhnyeta ku xwe dispêre şer, koçberî, tundîtujî û birçîbûnê bandorek mezin li jingehê, jinê û tevahiya civakê dike.”
Necîbe Qeredaxî da diyarkirin ku bi hevre jiyana gelan armanca sereke ya kongreyê ye û hebûna diyaloga di navbera gelên Rojhilata Navîn de weke xalek giring dît. Necîbe Qeredax da zanîn ku ji ber heta niha diyalogên di navbera desthilatdaran de ji bo dabeşkirina kursî û sermayeyan bûn, yan jî ji bo dabeşkirina destkeftiyên ku milkê gel bûn ji bo wê jî çareserî nepêkanbû. Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku ji bo çareseriyê cihê rewşenbîr û nivîskaran di diyaloga bi hev re de tayîbetî jî rolê jinên Ereb û Kurd di guhertina aqlê civaka Îraqê de çiqas heye nîqaş hatin kirin û wiha domand: “ Dema behsa siyaset, aborî, dewlet û demokrasiyê dikin timî wêneyê mêran di çiqê vê mijarê de xwe dibînin û weke ku ev tenê karê mêrane lêdinêrin. Li beramberî vê jî mijarên civakê û behskirina mijara tundîtujiyê raste rast wêneyê jinê di hişê mirovan de zindî dikin. Hebûna vê cûdahiyê û dabeşkirina rolê jin û mêran vediguhere hebûna zîhnyeta mêrsalarî û desthilatdaran ku dîrokek xwe dispêre pênc hezar sal û heta niha bandorê li ser civaka Îraqê dike heye.”
“Li Îraqê civakbûnek ji hev belav heye”
Necîbe Qeredaxî bal kişand li ser nabûna yekrêziyek di nava civaka Îraqê de û wiha pêdeçû: “Hata niha Îraq ne xwedî civakekê ye, gelek civak hene ku xwedî paşerojek 200 salin û gelek gelên ji hev cûda di nav de hene. Piştî avabûna netew dewletan ev xalên hevbeş bûn sedemên xirabûna netewan. Destpêkê pêwîste mirov dîrokê bi xwîne û bizane xelkên cûde di nava netewan de çine û heta çiqasê ew çanda ku heye aniye heta roja me ya îro û reng daye. Niha ne tenê reng nedaye nikarîne pirsgirêkên civakî derbaskin.”
“Yek ji sedemên pirsgirêkan jî cudahiya rêgezi ye”
Necîbe Qeredaxî da zanîn ku nakokî di nava beşek gelek kêm a sermeyaderan tevayî cihan bi xwe girtiye û beşek din jî rêjeya wan ji sedan 99 gelên bê beşin ji sermeyedarên dewletê û wiha ber dewam kir: “Di nava gelê ku her tim di aliyê aborî de têkçûyî de civak zererê dibîne. Nokokiyên sêyem di navbera xweza û mirovan deye ku niha desthilat difikirin dest danin li ser kijan xwezaya û nevçeyê me. Heta ku bi navê sermaye xizmetê bikin û piştre navçeya me ya xwezayî desteser bikin, ji ber vê yekê jî gelek şer û têkdan tên kirin. Li Îraqê cûdahiya rêgezan nakokiya sereke ya di nava gelan deye. Hebûna çend jinan di postên cûda yên desthilatdariyê de nayê wê wateyê ku cûdahiya rêgezan nemaye û demokrasî heye. Civak bi şêwazên cûda hewila çareseriyê didin, ji aliyê rewşenbîr û akademisyenan ve jî hewildanên wê hene.”
“Jinên Kurd û Ereb bi hev re dikarin civakê biguherin”
Necîbe Qeredaxî girêdayî nêrîna desthilatê ya li ser jinê jî ev nirxandin kir: “Pêdiviya modela çareseriyê ya li Rojhilata Navîn heyî bi xwe rêxistinkirinê heye. Divê jinên Kurd û Ereb bi hev re kar bikin û hewil bidin da ku guherînek di zîhnyeta civakê de ava bikin. Ji ber pêwîstiya jinan zêdetir bi xakê, hebûna civakê û nasnameya welatparêziyê heye. Ji ber yên herî ji dagirkeriyê zerarê dibîne jine. Hêzên desthiladar qalibek ji bo jinan daniye û li gorî wê diyardikin ku wê çawan be, ev siyaseta li ser jinê bûye sedema bêhêvîbûnê. Di sedala borî de taybet di pirsa jinê de valetî hebû, lê belê ji ber pirsgirêkên civakî giringî nedanê. Niha jî ev valetî cihê xwe di nava civakê de girtiye.”
“Modela çareseriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye” 
Necîbe Qeredaxî weke modela çareseriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye nîşan da û wiha dom kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma ‘Bi hev re guftugokirin, biryar bidin, û encam bigrin’ jin xebat didin meşandin. Di demek ku ev sîstem hebûna xwe heye, wate desthilatek serdest ne xwedî biryare, wisan dikin ku civak bi hev re hewil bidin û bibin xwedî îradeyek zêdetîr. Şengal jî li beramberî hemû curên dagirkeriyê rawestaye. Ev sîstema ku bi taybet jin jêre pêşengiyê dike û bejdarî hemû xebatên dewlet dibin, bibe ezmunek ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li tevahiya welatên cîhanê bi cih bikin û sudê jê bigrin. Di nav de jî jin rolê sereke bigrin ser milê xwe wek çawan di nava sedsala 20’an de jin ji netewên cûda yên Îraqê berxwedan kirin. Divê niha jî ji bo avakirina ajandeyek hevbeş jin ji derveyî zîhnyeta desthilatdaran hewil bidin li ser bingeha bi hevre bûna jinan xwe rêxistin bikin. Divê jin aliyek din avabikin ku ji zihnyeta desthilatdar dur be.”