Partiyan di bernameyên xwe yên hilbijartinê de behsa pêşengiya jinên Mexribê kirin

Li Mexribê 32 partî wê sibê beşdarî hilbijartinan bibin ku di nava wan de Meclisa Nûneran, meclîsên komîn, navçeyan û meclisên herêman hene. Di pêşbaziya hilbijartinê de, partiyan hemû bernameyên xwe yên hilbijartinê pêşkêşî gel kirin da ku dengdêran bi dest bixin. Gelo bernameyên hilbijartinê çawa hatine amadekirin? Partî ger di hilbijartinan de bi ser bikevin wê çawa rewşa jinên Mexribê baş bikin?

HENAN HARIT
Mexrîb- Jinên Mexribî di bernameyên hilbijartinê yên partiyên ku sibê beşdarî hilbijartinên 8’ê Îlonê bibin xebatên ku ji bo hilbjartinê hatine meşandin bûn xwedî cîhek girîng. Ji ber ku piraniya partiyan di bernameyên xwe de bi yekdengî li hev kirin ku rewşa jinên Mexribê bi pêş bixin û şert û mercên wan, li gundan, baştir bikin. Çavdêrên siyasî yên li Mexribê dibînin ku bernameyên partiyan pêşbazî di hilbijartinên zagonî û herêmî de, her çend aliyên ku wan ji bo baştirkirina rewşa jinên Mexribê çêkirine hemû dişibin hev lê ew di warê tedbîrên rakirin û biserxistina wê de cêwaz e.
“Temînata maf û rûmeta hemû aliyan wekî hev e”
Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel soza stratejîk ji bo pêşxistina statuya jinan da û dabeşî çend astan kir. Di nav de qanûnî û sererastkirina kodnama malbatê heye. Endama buroya siyasî ya partiyê, Henan Rehab da diyarkirin ku guhestina kodnameya malbatê pêdiviyek lezgîn ji bo şikandina nakokiyên nivîsê yan nezelaliya hin pêdiviyên wê û temînata maf û rûmeta hemû aliyên wekhev e.
Henan Rehab di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re da zanîn ku başkirina rewşa jinên Mexribê di bernameya partiyê de cihek girîng girtiye û wiha got: “Ji ber vê yekê bername ji bo hêsankirina fona piştgiriya malbatê bi hêsankirina prosedurên gihîştina wê pêk hat. Ew jî bi berfirehkirina şarezayên vê fonê ku tê de kategoriyên din ên jinan mînak hemû awayên jinên rastî tacîzan ango yên rastî şîdeta fizîkî, devkî, exlaqî, aborî û cinsî hatine bigre nav xwe. Partiya me soz dide ku bi qanûnî malbata ku ji hêla dayikek tenê ve tê birêvebirin îtîraf bike. Ne îtîrafkirina wê, pirsgirêkên giran derdixe bi taybetî li gel zarokan.” 
 Girîngdayîna jinên li gundan
Der barê pûtedayîna jinên li gundan dijîn de Henan Rehab wiha dibêje: “Di heman demê de ji bo rola pîrikê di cîhana gundewarî de û ji bo jina ducanî kalîteya lênêrînê de pêşketinek heye, ji ber ku hejmarek zêde ya jinên ducanî jiyana xwe ji dest didin. Der barê qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de, partî soz dide ku bi rengek bingehîn binirxîne, tevî xuyanga wê ya dawîn. Ji bo ku bigihîje armancên xwestî ku ew jî di serî de parastina rûmet û ewlehiya jinan e. Partiya me der barê xebatan de soza pêwîstiya biserketina wekheviya rastîn a di navbera mêr û jinan de dide. Di heman demê de tedbîrên hişk û cezayan li dijî kesên ku jinên karker kêm dibîne digre. Ji bo jin ji mafê xwe yê xebatê sûd werbigirin, partî pêşniyar dike ku kar li ser hişyarkirina jinan bi maf tê kirin ew jî bi rêya têkoşîna li dijî nexwendwariya di cihên kar, xurtkirina teftîşek ji bo zêdekirina çavdêriyê û reformkirina fonên parastina civakî ji bo misogerkirina xebatê ye. Partiyan stratejiyek ji bo sazîbûna zayendî di asta her wezaret û her beşa aborî de bi pêş xistiye. Ji ber vê yekê plansaziyek bi pêş xistiye da ku di sala 2030’an de wekheviya wezîfeyên berpirsiyariyê di karûbarên giştî de misoger bike.”
 Pejirandina wekheviyê
Her wiha Sanaa Hadnan, ji Hevbendiya Çepgir, komek tedbîrên ku partiyê danîne ji bo pêşvebirina statuya jinên Mexrib pêşkêş kirine wiha got: “Çepgir 20 tedbîrên girêdayî jinan û pirsgirêkên wan danîne û ya herî girîng ew e ku danasîna qanûnan li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan e. Di nav tedbîrên din ên herî girîng de ew e ku mirov serî li mekanîzmayek destûrî ya ku wekhevî, mafan û danîna wekheviyê dabîn dike, bide. Her wiha dakêşînek erênî ya ku mebesta baştirkirina statûya jinan e. Li gel xebata ji bo kêmkirina şîdetê bi xebat ji bo derxistina qanûnan tê meşandin. Zêdebarî karkirina ji bo rewestandina şîdetê. Federasyona Çep soza xebatê da ku beşa 490 qanûna cezayê ya ku têkiliyên zayendî yên derveyî zewacê sûcdar dike û astengiyê derdixe pêşiya jinan ji holê rake.”
A destpêkê xurtkirina jinan e
Li ser bernameyên hilbijartinê, mamosteya zanîngehê û lêkolîner Maryam Lewaddin dibêje: “Bernameyên partiyan ji bo hilbijartinên 8’ê Îlonê, wê bibe sedema avakirina hukumetek nû li Mexrbiê. Bernameyên xwe li ser wekheviya hilbijartinê çêkirine lê naveroka ji nîqaşa gelemperî pir kêm e, nemaze der barê zayendê de. Partiyên siyasî wekhevî û bihêzkirina jinan di çend waran de di nav pêşniyarên wan ên girîng de ne, hinek din bi eşkere qanûnên nû pêşniyar dikin û hin jî bi pîvanên nû yên wekheviyê re eleqedar dibin.”
Maryam Lewaddin, Partiya Îstîqlal wek mînak nîşan dide û wiha didomîne: “Me 8 peyman pêşniyar kir, ya duyem jî Peymana bi Jinan tê binavkirin e, ji bo bihêzkirina aborî û siyasî tedbîran pêşniyar dike û hem jî baştirkirina gihîştina meqamên berpirsiyariyê û beşdarbûna wan di siyasetê de baştir bikin.”
Partiya Pêşverû û Sosyalîzmê di şaxa xwe ya yekem de bal dikşîne ser yekbûna aborî ya jin û jinên li gundan dijîn, ew jî bi rêya kiryarên dawîn ên bi riya perwerdeyê, gihîştina krediya axê, pêşvebirina koperatîfan, tekoşîna qaliban, ji nû ve nirxandina meaşên teqawidbûnê û sazkirina saziyên demî yên ji bo jinên karker e.
Partiya Dad û Geşedanê jî teqez li ser başkirina beşdariya aborî û siyasî ya jinan û her wiha gihîştina wan bi meqamên biryardanê dike. Girîngî li ser başkirina şert û mercên jinên li gundan dijîn tê kirin. Partî pêşniyar dike ku destûra dayikbûnê heya 9 mehan were dirêjkirin.
Maryam Lewaddin di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Girîngiya ku partiyên siyasî didin hêza jinan, başkirina şert û mercên wan ên civakî û aborî û gihiştina wezîfeyên berpirsyariyê ji bo Mexribê gavek mezin e.”