Parlamentera Mexrîbî: Jin şopa xwe li parlementoyê dihêlin

Parlamenter Lubna El-Saghirî diyar kir ku weke jinên Mexrîbê ji bo valahiyê tijî bikin beşdarî meclîsê nebûne û got: “Jin şopa xwe li parlementoyê dihêlin. Hemû jin di meclîsê de xwedî hebûneke bi bandor in.”

HANAN HARITE

Mexrîb – Parlamentera Mexrîbî Lubna El-Saghirî got ku hebûna jinan di meclîsa Mexrîbê de ji demên berê baştir e, lê dîsa jî nikarin behsa wekheviyê bikin. Lubna El-Sagiri di bersiva pirsên ajansa me de, behsa xebatên parlamenterên jin ên ji bo nûkirina rêziknameyên qanûnî li gorî guhertinên civaka Mexrîbê kir.

*Di xala 19. a Destûra Bingehîn a Mexrîbê de tê gotin ku jin di meclîs û saziyên biryarê de wekhev in. Gelo xala ku tê behskirin tê pêkanîn?

Jinên Mexrîbê ji bo bidestxistina temsîliyeta girîng di meclîsa qanûndanînê de rêyek dirêj derbas kirin. Di Destûra Bingehîn a Mexrîbê ya sala 1962'an de wekheviya zayendî di mafên siyasî de hatiye destnîşankirin, lê jin heta sala 1993'an neketin meclîsê. Ji 333 parlementeran tenê 2 jê jin hebûn. Dema ku heyama qanûndanînê ya niha 2021-2026’an hate amadekirin, bû 96 wekîlên jin. Hebûna jinan di heyama niha ya parlementoyê de li gorî nûnertiya wan di meclîsa berê de cudatir tê binavkirin, lê em nikarin behsa wekheviyê bikin.

Hejmara endamên Meclisa Nûneran 395 e û rêjeya beşdarbûna jinan tenê sêyek e. Xala îro ya derbarê nûnertiya jinan a li meclîsa Mexrîbê de ji nişka ve derneket holê. Belê ev yek encama tekoşîna tevgerên jin û mafên mirovan û gelek aktorên siyasî yên bi girêdanên cihê ye. Di xala 19'an a Destûra Bingehîn a 2011'an de, hewldana wekheviyê bû yek ji prensîb û armancên destûrî yên li ser berpirsyariya dewletê. Ji bilî Qanûna Kar a ku derfet û îmkanên betlaneyê dide, em ji qanûna Malbatê ya ku di pêvajoya guhertinê de ye û em li bendê ne ku mafên nû yên ku statuya wan a rastîn garantî dike ji jinan re bîne, paşguh nakin.

'Em bi pêşengiya jinan ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê bawer in'

Karkerên jin ji ber xebatên xwe yên sendîkayî û siyasî ji kar tên avêtin. Qanûna Cezayê her cihêkariya li ser bingeha zayendî sûcdar dike. Ji ber vê yekê komeke qanûnê wekî destkeftî dihesibîne. Em wekî parlementer xebatên xwe didomînin da ku pêşniyarên ji bo guhertina qanûnan li gorî guheztinên ku civaka Fasê dîtiye pêşkêş bikin. Em di warê siyasî û civakî de hişyariyek mezin dibînin ku divê jin ji bo dadperwerî û wekheviyê ne tenê di asta parlamentoyê de lê di hemû waran de pêş bikeve.

Em dibînin ku bi qasî ji sê parên jinan tê temsîlkirin. Li bajarên mezin ên Mexrîbê bi qasî 4 şaredarên me yên jin hene. Wezaretên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin hene, weke Wezareta Darayî. Em dibînin ku Mexrîb ji bo pêşxistina jinan dixebite. Lê belê, em di civakek muhafazakar de dijîn û ji ber vê yekê pêdivî ye ku hişyariya civakî hebe. Di vê wateyê de em ji bo wekheviya zayendî pêk bînin dixebitin.

'Me pêşnûmeqanûnek ji bo mafê kurtajê pêşkêş kir'

*Hûn weke parlamenterên jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û mafên wan ên qanûnî xebatên çawa dimeşînin?

Parlementerên jin ji bo berjewendiya jinan rêze pêşnûmeqanûnan pêşkeş dikin. Mînak weke partiya ku ez wê temsîl diikim li Mexrîbê me pêşnûmeqanûnên wêrek pêşkeşî parlementoyê kir. Yek ji van jî mafê kurtajê ye. Ji ber ku li Mexrîbê kurtaj bi awayekê veşartî û berbelav tê kirin. Kurtaja di derfetên ne tendirust de tê kirin gef li tendirustiya jinan dixwe.

Hin partiyên muxalîf yên cûda yên parêzerên jin di astekê diyar de tê de cih digrin jî hene ku li ser temsîliyeta jinan zagon pêşkeş dikin. Mînak li bajarê Kazablanka ya 5 hezar û 600 parêzerên jin lê hene em dibînin ku beşdariya jinan pir kêm e. Tenê du jin hat hilbijartin, her wiha li ser nirxandina Zagona Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê jî hîn pêşnûmeqanûn hene. Pêşnûme di sala 2018’an de hat erêkirin. Niha bi hin komên siyasî yên temsîla çep û rast dikin em li ser vê akr dikin. Ji ber ku weke jin em di mijara jin de digihin hev. Weke parlementerên jin û weke jinên ku di hin sazî û partiyên siyasî de cih digrin em li bendê ne ku Qanûna Malbatê were guhertin. Ger jin mafên xwe yên di Qanûna Malbatê de bidest bixe di warê siyasî, civakî û aborî de wê bi awayekê herî baş temsîla welatê xwe bike.

‘Em ji bo dagirtina valahiyan li parlamentoyê cih nagirin’

*Di rûniştinên li Parlamentoya Mexribê de ji bo jinan çi hatin kirin?

Li parlamantoya Mexribê bi beşdariya jinên parlamenter, her hefte rûnştina makezagonê çêdibe. Ji derveyî vê, di rûniştinên mehane de, ji serokwezîr pirs tên kirin. Ne tenê pirsên ku tenê serokomar têkildar dikin her wiha pirsên ku wezaretan jî têkildar dikin em dikin. Weke parlementerên jin di heman demê de di çarçoveya Projeya Dostaniyê de em li parlamentoyê peywirên kontrolê û dîplomatîk dikin. Bi riya komîteyan em beşdarî parlamentoyên Afrîka û Ewropayê dibin. Weke parlamenterên jin ên Mexribê tenê ji bo dagirtina valahiyan em li parlamentoyê cih nagirin. Jin li parlamentoyê şopa xwe dihêlin. Jinên siyasetmedar di parlamentoyê de çalak in. Hem partiyên çepgir, hem jî muxalif, bandoreke wan a zêde heye.

‘Jin ji salên 90’î ve heta niha bi şîdetê re têdikoşin’

*Ji bo pêşxistina statuya jinan bi armancad danûstandina tecrube û pisporiyê, bi parlamenterên din ên li parlamentoyan re hûn têkiliyê datînin?

Di navbera Parlamentoya Mexribê, Parlamentoya Afrîkayê û Parlamentoya Emerîkaya Latîn de serdan çêdibin. Ez bi xwe tevli serdana di navbera Almanya û Strasburgê ku hefteyek domiya û li ser bihevrebûna teorîk ve pratîk bû bûm. Her wiha em çûn serdana hinek komeleyan bi taybetî me bi komek parlamenterên jin re ku me di rojên semîner û xebatên ji aliyê Parlamentoya Afrîkayê ve ve hatibûn lidarxistin de hev dîtibû hatin ba hev û min sûdê ji serdaneke ji bo Îspanyayê girt.

Ez ê mînakeke ji Peyaman Stenolê ya ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hat îmzekirin û di 11’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê hat îmzekirin; peymana ku li dijî şîdeta li ser jinan bidim. Zagona bi hejmara 103/13 a ku Mexribê di sala 2018’an de pejirandiye, li gorî pêdiviyên heyî pir pêşketî ye. Di Peymana Stenbolê de ev, rastiyek e ku Konseya Ewropayê ya ji bo zêdekirina parastinê gelek hewldanan xistiye meriyetê pê nizane ye. Lewre jin ji salên 1990'an ve heta niha li dijî şîdetê têdikoşin.

*Hûn dixwazin der barê zehmetiyên ku jinên Mexribê yên di warê siyasî de dixebitin dibînin çi bibêjin?

Weke jinên parlamenter ên li parlamentoya Mexribê, em pirsên devkî û nivîskî yên welatiyan dibin meclisê. Bêguman zehmetî hene lê tevî hemû zehmetiyan jî weke jin di vê pêvajoya ku em di parlamentoyê de çalak in; em ê xebatên xwe bi metnekê pêşkêş bikin. Di encama tiştên ku derkevin holê de em ê xebatên xwe bidomînin.