Parlamentera Mexrîbî: Li navenda biryarê hebûna jinan girîng e

Parlementer Heyat Omencûc got ku girîng e jin di nava navendên biryarê de cihê xwe bigrin û rêjeya nûnertiya xwe di saziyên siyasî de bi riya zagonên wekheviya di navbera herdû zayendan de bilind bikin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Parlamenter Heyat Omencûc destnîşan kir ku jin bi rêya qanûnên ku li gorî prensîba wekheviya zayendî bersivê didin. Her wiha Heyat Omencûc destnîşan kir ku jin di navendên biryardayînê de cih digrin, armancên pêşveçûna domdar bi dest dixin û di saziyên siyasî de nûnertiya xwe zêde dikin. Mexribê gelek gavên girîng û mezin ji bo wê avêtine. Ew jî bi riya çarçoveya destûrî ji perespektîfa wekheviyê di beşa 19’an ya destûra bingehîn a 2011’an pêk hatiye.

‘Destûra bingehîn 2011’an bi xwe re garantiyên nû anî’

Heyat Omencûc wiha got: "Ev beş dibêje ku divê jin di milê civakî, çandî, siyasî û jîngehî de wekhev bin û heman beş destnîşan dike ku dewlet hewil bide wekheviya di navbera jin û mêran de misoger bike. Destûra bingehîn a 2011’an bi xwe re garantiyên nû anî ku perespektîfa mafê mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybet pêşniyar dike. Ji ber deriyê wê yê yekemîn dibêje divê jin û mêr di namzetî û dengdayînê de di dema hlbijartinan de wekhev bin. Bi riya beşa 30’î jî divê derfet li pêşiya herdû zayendan ji bo ketina karên hilbijartinan de vekirî bin."

‘Em hîn negihîştine armancê xwe’

Heyat Omencûc bal kişand ku her çendî têkoşîna wan berdewam e jî ew hê negihiştine armanca xwe û wiha domand: "Em nikarin van biryaran di navbera herdû zayendan de pêk bînin bêyî em siyasetên giştî û zagonan garantî bikin ji bo em jinan pêş bixin û xurt bikin daku karibin bikevin navendên biryaran de û berpirsyariyan rakin. Tevî keda di vê çarçoveyê de tê dayîn lê em negihîştine armancên xwe û di serî de pêkanîna wekheviyê. Ji ber nûnertiya jinan heta niha negihîştiye 3 kesan. Nahêlin jin bi rengekî çalak beşdar bibin. Ji ber hişmendiya mêr jinan di rolên teqlîdî de sînordar dikin. Partiyên siyasî jî siyasetmedarên jin didin alî. Ji ber li xwediyên pereyan digerin ji bo kursiya hilbijartinê bidest bixin.”

‘Divê derfet ji jinan re bê dayîn’

Heyat Omencûc anî ziman ku hebûna jinan li navendên biryarê xwedî girîngiyekê mezin e di warê têkoşîna jinan de û got: "Mixabin heta niha rêjeya jinan di navendên biryarê de gelekî kêm e. Nûnertiya jinan negihîştiye sêyekê û ne jî nêvî. Xurtkirina beşdariya jinan pêwîstiya wê bi îradeyeke siyasî rast bi partiyên siyasî re heye. Ew jî bi riya pêkanîna perspektîfa wekheviyê pêkan e. Ev hebûn divê rastî û çalak be ji bo karibin bi temamî tevlî bibin û di danîna biryarên hilbijartinan de beşdar bin. Nebûn û lawazbûna nûnertiya jinan di desteyên siyasî de proseya demokrasiyê bi bin dixe. Hemû çalakvanên sivîl siyasetmedar û sendîkavan ji bo danîna planeke stratejîk giştî vexwendî ne."

Heyat Omencûc wiha bi dawî kir: “Divê derfet ji jinan re were dayîn û di rêveberiyên partiyan de cihê xwe bigrin. Her wiha beşdarî girtina biryarên siyasî bibin. Hebûna jinan di navendên girtina biryarê de ji bo pêkanîna pêşxistina berdewam girîngiyek e û divê were pêşxistin.”