Newroz Uysal: Azadiya Abdullah Ocalan wê pêşiya pêvajoya aştiyê veke
Parlementera DEM Partî Newroz Uysal Aslan têkildarî pêvajoyê axivî û got: “Rêberê Gelê Kurd ji bo pêşiya pêvajoyê veke heta li gorî bangawaziyê gavên gelek mezintir avêt. Divê dewlet li gorî hewcedariyên pêvajoyê tevbigere.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Parlementera DEM Partî û parêzera berê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal Aslan têkildarî pêvajoya aştiyê ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kirî û gavên ku divê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bavêje, ji ajansa me re axivî.
‘Dewleta Tirk hewcedariyên pêvajoyê hê bicih neaniye’
Newroz Uysal di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya aştiyê kir û got: “Ev salek zêdetir e di ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bû, rast e rewşa Tevgera Azadiyê û bangawaziyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî vê bangawaziyê hewcedariyên pêkhatî wek agirbest, kongre, şewitandina çekan û herî dawî 26’ê Cotmehê, ev berbiçav e. Ne tenê em, raya giştî, kesên piştgirî didin vê pêvajoyê, raya navnetewî, asta siyasî, çapemenî jî vê rewşê dibîne. Ew jî wê rewşê bi wê binav dikin, ev pêvajo bi aktor û aliyan pêk tê. Aliyê wê hikûmet û dewleta Tirk e, aliyek din Tevgera Azadiya Kurd e. Di nava aktorên heyî de berpirsyariya wan û bicihanîna berpirsyariyên wan çiqas wekhev jî be, aliyek gavên mezintir û bi cesaret davêje, aliyek din xwe ji diyalogê paş ve nakşîne. Di pêvajoyê de heye lê belê hewcedariyên vê pêvajoyê bicih nayne. Çi ye ev hewcedariyên bingehîn? Amadekirina yên siyasî û hiqûqî ye, bingeha siyasî ya bi zimanek erênî, zimanek aştîxwaz û zimanek pirsgirêka Kurd bi nav bike tê avakirin e.”
‘Daxuyaniyên erênî têr nake’
Newroz Uysal bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên rayedarên dewleta Tirk û wiha got: “Em dikarin bêjin daxuyaniya dawî erênî bû, lê belê ew têr neke. Aliyek din jî avakirina bingehê hiqûqê ye, ji bo ew bê avakirin komisyonek hate avakirin û ew komîsyon jî ev sê meh in guhdar dike, wê zagonek çawa bîne çarçoveya wê, naveroka wê çi ye, tenê bo rojname, gotinan, em van tiştan dizanin, rasterast em dikarin bêjin berpirsyariya vê pêvajoyê ji bo bingeha avakirina siyasî û qanûnî, têrnekirinek heye, gavneavêtinek heye. Hemû kes vê dibîne ji bo ev were guhertin divê gav bên avêtin û dewlet û hikûmet erka xwe ya di pêvajoyê de bicih bîne. Em ji bo vê têdikoşin.”
‘Êdî her kes hewcedariyên bicihanînê dizane’
Newroz Uysal da zanîn ku niha îradeyek heye ev îrade bi 1’ê Cotmehê destpê kir, bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd û mafê hêviyê berdewam kir û heta 26’ê Cotmehê hatiye û got: “Rêberê Gelê Kurd ji bo pêşiya pêvajoyê veke heta li gorî bangawaziyê gavên gelek mezintir avêt. Wek Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina xwe ya yekem de got; ‘Min ji bo Kurdan deriyek dît, min xwest wî derî vekim.’ Wisa bi nav kiribû. Li ser vê gotinê dema em mêze dikin pêwîstî û hewcedarî hene. Çiye ew, em pêvajoyê wek ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav dikin, dewlet bi zimanek neyînî binav dike. Lê di rastî de dibêjin divê em Kurd û Tirk bi hev re bijîn. Em dixwazin hiqûqa biratiyê pêk bînin. Ger bingeh û armanc ev be hewcedariyên wê jî diyar e. Ew jî meseleya ewlehiyê tînin pêş, em ji dibêjin pirsgirêka Kurd ne ji ewlehiyê destpê kiriye, ji nenaskirina hiqûqê ya di avakirina komarê de destpê kiriye. Ewlehî an jî serhildan piştre destpê kirine, divê em destpêkê tiştên yekem û duyem ji hev cuda bikin. Di vê rewşê de jî disa birêz Ocalan ji bo vê hinceta dewleta Tirk pûç bike, dîsa hêza xwe da xuyakirin û got ev 30 sal e ez di vê astê de me. Daxwaza me berçav e çareserÎ ye, siyaseta demokratîk e, dewlet jî dibêjin werin siyasetê bikin. Lê belê hewcedariyên siyaseta demokratîk bi cih nayne. Îradeyek du alî heye, ger ev îrade wek gotina xwe be divê kiryar jî wek gotinê be. Êdî her kes hewcedariyên bicihanînê dizane, divê bingeha zagonî ku saleke nehatî avêtin bê avêtin ku pêvajo pêşbikeve. Ger neyê avêtin dê her di cihê xwe de bimîne. Tiştê ku niha herî zêde hewce ye, çêkirina binhega hiqûqî û zagonî ye.”
‘Di nava salekê de 5 car malbat, 2 car wasî, 8 caran heyet çû’
Newroz Uysal destnîşan kir ku aktorê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd di vê rewşê de bi van bangawaziyên mezin û gavên mezin di rewşek sînordar de ev derxistî holê, divê êdî pêvajo bipêş bikeve. Newroz da zanîn ku di vê astê de jî ne mimkun e ku êdî tecrîd û girtina wî were qebûlkirin, divê azadî bibe mijare sereke û wiha domand: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêdiviya yekem e, bi vê ve girêdayî gavavêtinên zagonî ye. Wê ev bandorek gelek mezin bike. Ggirtina Rêberê Gelê Kurd a 27 salan bi neçareserkirinê ve girêdayî ye. Ger îradeya çareserkirinê hebe, dê yekser bandora xwe li ser vê rewşê bike. Ev pirsgirêk çawa tê nirxandin, îro muxatabê wî gelî kiye û Rêberê gel kî ye, tu neçar î wî qebûl bikî. Îro gelê Kurd bi Rêbertiya birêz Ocalan sekna xwe diyar kiriye, ne hewceyî îsbatê ye. Tu jî ji ber vê diçî ber lingê wî, danustandinê dikî. Tu rol û misyona wî dizanî û wê rol û misyonê sînordar bikî, tecrîdê ji holê ranekî, di nava salekê de 5 car malbat, 2 car wasî, 8 caran heyet çûye gel, di nava ewqas hevdîtinên hindik de jî, ger ev qas pêşketinên mezin çêbibin, gava ku azad be û têkilî bi herkesê re dane û danustandinê bike, bi gelê Kurd re were ba hev hesreta wan ji holê rabe, wê bandorek mezin li pêşketinê bike.”
‘Dewlet naxwaze pêvajo ji kontrola wî derbikeve’
Newroz Uysal bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Dewlet di tecrîdê de du tiştan hedef digre, yek ew çarçoveya hişmendiya li ser Rêberê Gelê Kurd çêkiriye naxwaze xirab bike, ji bo xwe li ser vê dide jiyankirin, ya duyem naxwaze pêvajo ji qontrola wî derbikeve. Ji ber dizane gotinên Rêberê Gelê Kurd pêşiya 10 salan hesab dike hemû tiştî li ber çavan digre. Dixwazin hêz û dîtina wî sînordar bikin da ku bikarin kontrol bikin. Ew bi pêvajoyê ve girêdayî ye, ger tu bikaribî muxatebê serek qontrol bikî, wê civak bi xwe çawa bawer bike ku tu di pêvajoyê de pêşî, ji ber wê îro azadiya Rêberê gelê Kurd pêşîvekirina pêvajoyê bi xwe ye. Di vê rewşê de jî ew tiştên mezin derketî hêz û qudreta wî nîşan dide. Ji bo ku êdî ne azadbûna wî nayî qebûlkirin.”
‘Divê jin azad be’
Newroz Uysal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêberê Gelê Kurd ev pêvajo çawa bi nav kir, got aştî erê bi dewletê re, lê belê civakek demokratîk. Ger civakek demokratîk tunebe, an dewlet aştiyê bike nehêle civak demokratîk bibe wê demê wê wateya aştiyê heta kuderê here? Tu bêjî bila civakek aştî û azad pêkwere, ne mimkune ku bi komkujiyên jinan, bi koletî û kuştina jinê tu bikarî civakek demokratîk ava bikî. Ev nêrîna Rêberê Gelê Kurd bi salan tê zanîn ger jin azad nebe civak azad nabe. Van gotinan îro jî dibêje kesek nikare bi jinan re danustandinê bike bila nebêje ez sosyalîstim. Erê aştî çêbû hûnê çawa bijîn jinek Kurd dê çawa bijî, gelê Kurd wê çawa bijî, tenê pirsgirêk ne ziman, çand û huner tenê ye azad jiyandin. Azad jiyandin tu bikarî bi jiyanê de bijî. Ji ber wê azadiya jinê hem gelek girîng e, ger di civakek demokratîk de jin ne azad be wateya wê namîne.”