Neslîhan Şedal: Divê jin di mekanîzmeyên rêvebirinê de cih bigrin

Hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal têkildarî rêvebirina cewherî diyar kir ku ji bo pêkanîna demokrasî û azadiya civakê divê jin di mekanîzmayên rêvebirinê de cih bigrin.

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka mirovahiyê ve her kes û civak ji bo domandina jiyana xwe pêwîstî bi xwerêveberiyê dibîne. Di civaka qlan qabîle de jin pêşengên xwerêvbirinê bûn û jinan civak birêve dibir. Lê belê bi derketina mêrê serdest re ev maf ji destên wan hat girtin û êdî jin ji qadên rêvebirinê hatin dûrxistin. Di civakên demokratîk de û li Rojavayê Kurdistanê jin di rêveberiyên cewherî de cih digrin û ji vê yekê re pêşengiyê dikin. Têkildarî rêveberiyê ango rêveberiya cewherî hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji ajansa me re axivî.

‘Xwerêvebirin ji destpêka mirovahiyê ve heye’

Neslîhan Şedal diyar kir ku wateya xwerêvebirinê ango xwerêveberiya cewherî, ji bo mirovahiyê gelek girîng e û got: “Ji ber ku nirxên mirovahiyê di dîrokê de, ji destpêka civakbûyîna mirovahiyê ve nirxê civaka exlaqî û polîtîk çi ne, di heman demê de xwe di nava rêveberiyê de ango xwerêveberiya cehwerî de dihewîne. Ger neteweyek, heta îro xwe anîbe asta jiyanî, bikaribe xwe bide jiyîn, di wê derê de xwerêvebirin ango rêveberiya cewherî di nava xwe de hewandiye. Ji ber wê dema mirov xwerêveberî ango rêveberiya cewherî pênase dike divê girîngiya wê di ku derê de dest pê kiriye û tê çi wateyê, mirov li ser wê bisekine.”

‘Xwerêveberî li gorî pêdiviyên xwe çareseriyan bi pêş dixe’ 

Neslîhan Şedal têkildarî wateya xwerêvebirinê wiha got: “Xwerêveberin, tê wateya ku kesek an jî civakek li ser jiyana xwe, rêveberina bajarê xwe, biryarên civaka tê de dijî, bibe xwedî vîn û gotin. Pêdiviyên xwe keşf bike û li gorî pêdiviyên xwe çareseriyan bi pêş bixe. Ji ber kesayet û civakên ku li ser jiyana xwe, jiyana civaka xwe, nikaribin bibin xwedî vîn, an jî gotina xwe bibêjin û li gorî wê rêveberiya xwe pêşve bibin, mirov nikare bibêje ev civak û ev kesayet heye. Ger bikaribe xwe di nava civaka xwe de bi gotin, vîn û îradeya xwe di nava civakê de xwe û civaka xwe birêve bibe di vê derê de mirov dikare bibêje azadî û pêşveçûyînek heye.”
‘Demokrasî nirxê civakê yê herî pîroz e’

Neslîhan Şedal da zanîn ku dema dîroka mirovahiyê destpê kir, xwerêvebirin ango rêveberiya cewherî jî destpê kiriye di wê derê de têkiliya rêveberiyê ango rêveberiya cewherî û demokrasiyê gelek xurt e û got: “Ji ber demokrasî bi xwe di nava peyvê de jî weke demo ‘gel’ û krasî jî rêvebirin e, ew jî bi gel û rêveberin tê pênasekirin. Xwerêvebirin ango rêveberiya cewherî û demokresî têkilya wan bi hev re gelek xurt e. Ji bo ew dînamîk, kes, reng û pêkhateyên cuda di nava civakekê de dijîn, bi nasname bi gotin, reng û nirxên xwe yên civakî dema beşdarî rêveberiya civaka tê de dijîn dibin, em dizanin ku demokrasî pêk tê. Demokrasî nirxê civakê yê herî pîroz e. Ji ber ku gel ji bo bibin gel, netew û civak parastina xwe bi vê nirxê ve girê didin. Di nava rêveberiya civakê de xwe dîtîne, xwe têde wek xwedî vîn, gotin hesibandine. Em dizanin demokrasî nirxa herî pîroz a civakê ye. Dema civakê xwe bi awayekî azad û aştiyane birêve bir, wê demê mirov dizane civakek demokratîk e.”

‘Niha dixwazin gelan ji rêveberina demokratîk qut bikin’

Neslîhan Şedal îfade kir ku divê mirov rêveberina niha ya ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye, ava kiriye pênase bike û got: “Ji ber di nava civakan û gelan de, dixwaze hişmendiyekê ava bike ku gelan ji rêveberiya cewherî û rêveberina demokratîk qut bike û gelan ji vê rêveberiyê biyanî bike. Dixwaze wek pirsgirêkek kûr û dûr ava bike. Rêber Abdullah Ocalan dewlet an jî desthilatê wek rêveberiyên biyanî pênase dike. Ji ber di nava nirxên civakî de, desthilat an jî dewletbûyîn tineye. Ji ber vê yekê wan rêveberiyan wek rêveberiyên biyanî û pirsgirêkekê pênase dike. Divê destpêkê ev hişmendî di nava civakê de rabe, ya din jî divê ev mekanîzmanyên hatine avakirin wek dewlet, netewe-dewlet h.w.d divê wek pirsgirêka demokrasiyê dema ava bû, di wêderê de herî zêde xwerêvebirin tê hedefgirtin. Bi avabûna dewletan û herî dawî avabûna netewe-dewletan, desthilatê ve herî zêde rêveberina civakê hatiye hedefgirtin.”

‘Gelê Kurd li çar parçeyan hatiye belavkirin û mafê rêveberiyê ji dest hatiye girtin’

Neslîhan Şedal îşaret bi wê yekê kir ku ger gelek, civakek ne xwedî rêvebirina cewherî be, di vê derê de hebûna wî gelî û hebûna wê civakê di bin xetereyek mezin de ye û wiha domand: “Em di dîrokê de jî dibînin, dema gelek xwe rêve nebe, rêveberiya cewherî bi pêş nexe, li wê derê pirsgirêka hebûnê derdikeve. Ji bo polîtîkayên bişaftinê, vekirî dimîne û herî dawî têk diçe û winda dibe. Em dizanin ger ku gelek xwedî rêveber û rêveberî be û rêveberiya cewherî pêş bixwe, li wê derê jî hebûna xwe ava dike û xwe rêve dibe. Di nava sedsalan de em dibînin mînaka herî eşkere û mezin gelê Kurde. Di vê derê de em dizanin ku di pîvanên civaka exlaqî û polîtîk de, di pîvanên demokrasiyê ya ku di nava xwe de di hewîne gelek ji wan jî gelê Kurde. Kurd di nava çar parçeyan de hatiye belavkirin û mafê wan yê rêveberiyê ji destê wan de hatiye derxistin. Gelek ku di nava xwe de xwestine bi nirxên xwe yên civakî bijîn û wek gelên din ji bo mafên xwe yên rêvebirin li ber xwe didin û têkoşîna xwe jî mezin dikin. Ji bo gelek bixwaze bi vîn, îrade û nirxên xwe yên civakî bijî û xwe rêve bibe nayê wê wateyê ku ew dewleta ku tê de dijî, yan jî ew welatê ku têde dijî wê parçe bibe. Berevajî wê ger gelek xwe bi vîn, gotin, îrade û nirxên xwe yên civakî di nava welatekê de rêve bibin, di nava wî welatî de hêzek bilintir ava dibe.”

‘Divê civak bi xwe xwe rêve bibe’

Neslîhan Şedal destnîşan kir ku xwerêvebirin an jî rêveberiya cewherî nayê wateya ku welat parçe bibe. Ev hişmendî hişmendiya netewe dewletê ye û got: “Ji ber di nava xwe de pirrengiyê, pir olî, pir bawerî, pir nasemeyê na hewîne. Dibêje yek ol, yek rengek, yek nasname yekê tenê di nava xwe de di hewîne, ev jî li dijî demokrasiyê hatiye avakirin. Ji ber ger rêveberiyek demokratîk ava bibe, li wê derê desthilat nikare xwe bide jiyîn. Herî zêde jî demokrasiyê dike hedef û ji holê radike. Li ser navê gelan, jinan û civakê rêveberiyek biyanî ava dike û wek rêvebirin û hişmendiyek şaş di nava civakê de ava dike û niha dibêje ger dewlet, nebe, desthilat nebe û ger ev rêveberiyên biyanî nebin civak nikarin xwe rêve bibin. Berûvajî esasê rêvberinê,  gel bi xwe xwe rêve bibe, bi vîn gotin û nirxên xwe yên civakî bijîn û bibin xwedî vîn. Ya esasî ewe ku gel û kesayet li ser jiyan, civaka xwe bi gotina xwe xwedî vîn be û xwe rêve bibe. Ev wek neteweya demokratîk tê pênasekirin.”,

‘Neteweya demokratîk di rêveberiyê de dikeve pratîkê’

Neslîhan Şedal wiha got: “Di bingeha neteweya demokrtîk de esasiya xwerêvebirinê heye. Ger gelek bi nirxên xwe yên civakî xwe rêve bibe û di nava rêveberiyê de cih bigre, di heman demê de dibe xwedî netewe jî. Ger nebe xwedî vîn û gotin û çareseriya pêdiviyên xwe ava neke, wê demê netewebûyîn jî çênabe. Neteweya demokratîk, di rêveberiyê de dikeve pratîkê. Em dibînin, ger di nava gelekê de her kesek li gorî nirxên xwe yên civakî bikeve nava rêveberiyê de, li wêderê mirov dikare bêje paradîkmaya neteweya demokratîk xwe dide jiyankirin. Mînakên wê li Rojava û axa Kurdistanê û gelek cihan hene. Neteweya demokratîk ji bo welatekê tiştek gelek jiyanî ye. Ger welatek, civakak nexwaze parçe bibe, nexwaze xwe ji êrîşên derve re vekirî bihêle û nexwaze di nava civakê û vê erdnîgariyê de şer û pevçûn hebe divê li ser esasê neteweya demokratîk xwe saz bikin.”

‘Di dîrokê de rêveberî bi pêşengiya jinan hatiye avakirin’

Neslîhan Şedal bal kişand ser ezmûna jinên Kurd di rêveberiya cewherî de û got: “Mirov dikare bi eşkere û zelal bêje, helbet zor û zehmetiyan di nava xwe de di hewîne, lê serkeftinek mezin jî di nava xwe de di hewîne. Ji ber rêvebirin bi xwe, dema ku Rêber Ocalan wek rêvebirinên biyanî pênase dike de herî zêde jin tên hedefgirtin. Weke ku rêvebirin tiştek û erkek ê mêrane û di nava vê rêveberiyê de jin cih nagrin, hişmendiyek wisa di hişmendiya desthilatê de hatiye avakirin. Em dizanin di dîrokê de jî ew tiştên ku em wek rêveberî pênase dikin, bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Ji ber wek civaka exlaqî û polîtîk di destpêkê de di nava civakê de kî hebû, wek vîn û îrade hatiye dîtin û di nava civak û rêveberiya civakî de xwe dîtiye, xwe îfade kiriye û gotina xwe gotiye, li gorî vê di nava rêveberiyê de cih girtiye. Li kuderê jin ji mekanîzmayên biryargirtinê hatin derxistin, li wêderê demokrasî jî ji holê rabûye. Rêveberiyên biyanî hatin avakirin û wek desthilat û dewlata ku em niha pênase dikin.”

‘Divê jin di nava mekanîzmayên rêvebirinê de cih bigrin’

Neslîhan Şedal destnîşan kir ku divê jin di melanîzmayên rêveberiyê de cih bigre û wiha domand: “Em jî wek tevgera jinên Kurd dibêjin, ger demokrasî pêkwere, ger em bixwazin civak azad be, wekhevî çêbibe di serî de divê di nava mekanîzmayên rêvebirinê de jin cih bigrin. Divê jin di hemû qadên jiyanê, de cih bigrin. Herî zêde di nava mekanîzmayên rêvebirinê de ango rêveberinên cewherî de jin rol û mîsyona xwe xurt bilîzin daku civak demokratîk bibe û azad bibe. Jinên Kurd ev demek dirêje ji bo komkuj, qirkirin û tundiya li dijî jinê xilas bibe û di nava civakê de rol û misyona xwe ya dîrokî bilîzin, ji bo wê têkoşînek mezin dikin.”

‘Ger di nava rêveberiyê de jin nebe di wê qadê de demokrasî jî nîn e’

Neslîhan Şedal bel kişand ser pergala hevserokatiyê û got: “Di encama têkoşîna jinan de pergala hevserokatiyê hat sazkirin. Mînakên wê di gelek welatên cîhanê de hene lê di rêveberiyên xwecihî de partiya me û tevgera jinan yekem di qadên rêveberiya xwecihî de bi kar anî û didin jiyîn. Helbet zorî û zehmetiyên di têkoşîna vê pêvajoyê de hebûn lê ji bo demokratîkbûyîna civakê, saziyên civakê û kesayetiya mirovahiyê ji bo cîhanê bûye mînakek mezin. Ger di nava rêveberiyê, di nava rêveberiya cewherî de jin tunebe wê di wê qadê de demokrasî jî nîn be. Niha em li Şengal, Mexmûr, Rojava, Bakurê Kurdistanê û gelek cihên din dibinîn, wek temsîliyeta wekhev û hevserokatî hatiye avakirin eve encama têkoşîna jinane. Îdiaya herî mezin a jinan hemû jin û civak azad bibe û demokratîk bibe, serîrakirina vê qadê ji bo vê bû.”

‘Pergala civakî pergalek gelek berfireh e’

Neslîhan Şedal diyar kir ku niha ji bo her kes bi taybetî jin tevlî rêveberiyê bibe, ev pergal ji bo hemûyan gelek girîng bû. Weke jin û mêrek bên ba hev bajarek an jî qadekê rêve bibin gelek caran tê pênasekirin û wiha axivî: “Lê em vê pênasekirinê şaş dibînin. Di şexsê civakê de jin û mêrek, di heman demê de meclîsek piştî vê modelê xelekek vê pergalê, yan jî meclîsên taxan komînên taxan, komînên gundan, komînên kolanan bên avakirin, ev hemû girêdayî pergala hevserokatiyê ne. Di nava xwe de meclîs, komînan di hewîne. Ji ber wê pergala civakî, pergalek gelek berfireh e. Em dizanin di hemû qadan de wek civakîbûyîna vê pergalê têkoşînek gelek mezin jî tê dayîn. Ji bo jin di wan qadan de cih bigrin, polîtîkayan ava bikin û di nava rêveberiyan de cih bigrin, di nava civakê de ev hişmendiya desthilatdariyê ava kiriye berevajî bû êdî qebûlkirinek gelek mezin hatiye avakirin.”


‘Me kampanya ‘Jin Jiyane Jiyan jî Xwerêvebirine’ dabû destpêkirin’

Neslîhan Şedal bal kişand ser kampayaya dane destpêkirin û got: “Me sala borî di rêveberiyên xwecihî de kampanyayek dabû destpêkirin, ev kampnaya ew bû ku ‘Jin, Jiyan e, Jiyan jî Xwerêvebirine’ divê kampanyayê de me dirûşmek mezin da pêşiya xwe. Di rêveberiyan de dema jin cih digrin, di heman demê de zanîn û zanebûna jinan, bi hişmendiya jinan, bi aqilê jinên bi giyana jinê ve bajar ji nû ve tên sazkirin. Ji ber wê dema zanebûn, hişmendî û aqilê jinê ji bajaran dûr ket. Em dizanin di nava van bajaran de her dem li dijî me tundî, zordarî û komkujî û ji bo her kesê polîtîkayên qirkirinê tên avakirin. Bi hişmendiya zayenperest, em dizanin di nava bajaran de dema jin tune bûn, li qadê komkujî pevçûnên mezin dê werin jiyîn. Em jî di serî de di qada rêveberiya xwecihî de, bi îdiaya ‘Jin, Jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’ ve di hemû qadan de, em ê polîtîkayên xwe yên ku dijî û jiyanê ji bo hemûyan wekhev dikin, em li ber xwe didin û polîtîkayên xwe û xebatên xwe bimeşînin.”

‘Wê xebatên ji bo jinan bidomin’

Neslîhan Şedal wiha got: “ Ji bo vê jî me xebatek gelek berfireh da meşandin. Me got em ê 5 bajarên xwe wek pîlot, Amed, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Artemît, wek bajarên jinan deklere kirin. Di wê derê de îdiaya me ya herî mezin ew e ku helbet e em ê hemû bajaran ji bo bibin bajarên jinan û bibin bajarên azad û wekhev û demokratîk em ê li ber xwe bidin. Lê weke bajarên pîlot me îlan kirin, di wê derê de bi awayekî berfirehî wê xebatên jinan bê meşandin lê hem wê li aliyekê bi taybet xebatên jinan wê bên meşandin her wiha wê xebatên din ên ji bo pêwîstiyên bajar jî bi hişmendiya jinan bên meşandin. Ger ji bo bajar parkek, riyek lazim be çi bibe bila bibe di wî alî de wê bi hişmeniya jinan bê avakirin.”

‘Komîn bi aqilê jinan hatiye avakirin’

Neslîhan Şedal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em êdî dixwazin ev hişmendiya desthilatdarî ya baviksalarî dema ji bo jinan dixwaze jiyana koledar ava bike, em jî berevajî vê dibêjin her kes di nava bajaran de divê bi gotina xwe û îradeya xwe di nava civaka xwe de bijî. Ji bo rêxistina wê jî divê ew ruhê jiyana komînal dîsa were avakirin. Ev jî em dizanin di esasê xwe de rê û rêbaza jinan e. Komîn bi aqilê jinan hatine avakirin. Divê ev ruh û aqil dîsa bigihîje civakê, bi giyan û aqilê jinan xwe bi rêxistin bike ku civakek demokratîk rêveberiya cewherî bigre destên xwe û xwe ava bike, encax civak wisa azad bibe. Divê civak bi ruhê komînan bê sazkirin, her kes bi reng, gotin, nasname û nirxên xwe yên civakî, di nava rêxistin civakê û rêvebirina civakê de cih bigre û civak ji bo her kesê bibe civakek demokratîk û azad.”