Nebîla EL-Zibîr: Destûra nû berhema karê komiteyê yê salane
Çalakvana civaka sivîl Nebîla El-Zibîr di derbarê beşdarbûna jinên Yemenê di komîteyên diyalogên netewî û cîh girtina wan di nava xebatên siyasî de nirxand.
NÛR SIRÎB
Yemen – Pîştî guherînên şoreşa Başûrê welat jinan karin bejdarî komîteya cihêreng a diyalogên netewî ya berfireh bibin û ji sedî 30 bejdarî tevayî diyalogan bûne. Ev rêje ji jinên di hizbî, yên serbixwe û parêzvanên mafê jin û aktivîtan pêktê. Li ser van mijaran çalakvana civaka sivîl Nebîla El-Zibîr li ser rola jinan di diyaloga neteweyî û destûra nû de dixebite û yek ji wan çalakvanên jine ku bejdarî şoreşa ciwanan ya di demê bihara Ereban de bûye ku di heman demê de wêjevan û helbestvaneke Yemenî ye bersîva pîrsên ajansa me NUJINHA da.
Weke endama komîta li hevanînê ku ji bo hilbijartina endamên komîta amadekirina destûra Yemenê di diyaloga neteweyî de hatiye wezîfedarkirin, qonaxên ku destûra Yemenê têre derbas dibe çi ne?
Destûra Yemenê di qonax û guherînên siyasî re derbas bû. Lê ji dema ragihandina yekîtiya Yemenî di 1990’an de di qonaxê de destûrek li hevhatî hate çêkirin û wekî destûra pêş sala 1994’an hat nasîn. Lê belê, ew li hevhatin berdewam nekir. Piştî şerê sala 1994’an guhertinên nû li ser destûr hatin çêkirin. Her wiha ji ber şerê sala 2015’an ku hîn jî di dome jinê gelek maf winda kir.
Piştî guherînên destûrên sala 1994 û derketina çend dozên rast, rola jinan çawa bû?
Rola jinan gelek bi bandor bû. Tevî guhertinên siyasî jî jinê dengê xwe bilind kir û banga mafê xwe û dozên wekhev mîna doza Başûr kir. Tevgerên jinan ên daxwaza guhertina destûr û berdewamiya têkoşînê her berdewam kir.
Li gorî we ew hewldan û tevgerên têkoşînê berhem dan?
Têkoşîna jinan nesekinî û ji ber domandina ferasatê û nebûna çareseriyên adil, şoreşek gelerî, Şoreşa Ciwanan sala 2011’an destpê kir. Ji wê şoreşê daxwaz hatin nûkirin ku dewleteke qanûn bihêle tevahî welatî wekhevbin ava bibe. Jin bi hêz û cesaret derketin qadan da ku parastina mafên xwe yên sivîl û siyasî bikin.
Beşdariya jinan di diyalogê de, bi taybetî di çarçoveya pêşnûmeya destûra nû de çawa bû?
Jin beşdarî diyaloga neteweyî bûn. Tevî cudahiyên hizbî lê li ser mafên bingehîn yê jinan itîfaq hat kirin. Li hevkirineke mezin di navbera jinan de hebû, ev yek jî di gelek qanûnan de yên ku ji komîteyên diyaloga Niştimanî re rabûn pêk hat, min ji cihê xwe di qomîteya li hevkirinê de cihê xwe girt.
Zehmetiyên ku jin rastî tên û wekheviyê di pêşnûme qanûna bingehîn de pêş dixin çi ne?
Me gelek zehmetî kişandin û pevçûnên mezin jî çêbûn. Partiyên olî yên hişk hewl didin ku bandora xwe li ser destûra nû bi domînin, Kongire li dar dixistin û têde hemû endamên partiya xwe di civand da ku destûra nû ya ku tê de mafê jin misoger e qebûl neke. her weha Doza Başûr red kir.
Gelo cûdahiyên siyasî di pêşnûme qanûna bingehîn de bandor li mafên jinan kir û pirojeya vê pêşnumayê gihiştiye çî astê?
Bandor nekir, li gel dijwariya rewşê, hemû aliyên beşdar ên encamên Diyaloga Neteweyî li hevhatî bûn. Rewiş zu hat guhertin û hewldanên siyasî di 17 Çile 2015’an de qût bûn. Dema ku koma Hosî rêvebirê nivîsgeha Serokomar û sekreterê giştî yê konferansa diyaloga neteweyî ya Yemenî Ehmed Awad revand, piştî wê welat ket nav şerekî bêbext de.
Hin kesên ku ji pêşnûme qanûna bingehîn aciz in, li ser wê bi gumanin ji ber ku gelek jin hene ku beşdarî çêkirina wê bûne, hûn vê yekê çawa dibînin?
Destûra nû encama xebata komî ya şoreşa tevgera Başûr û têkoşînên li Sana yê ku berî destpêkirina Bihara Ereban pêk hat. Girîng e ku em bi bîr bînin hebûna berbiçav a jinan di şoreşê de rê li pêşiya wan vekir da ku beşdarî diyalogê bibin. Em ji 120 jinan zêdetir bûn û xwedan ezmûn û lêkolînên pêşîn bûn. Ji ber vê tişta ku em niha gihştinê encamê xebateke dirêj û komkirî ye.
Di pêşnûme qanûna bingehîn a nû de peyama we ji bo civaka sivîl a ku piştgiriya mafên jinan bike çi ye?
Rola me wekî civakek sivîl lêgerîna li madeyên ku me hewlek mezin da ku em bi komîteyên diyaloga neteweyî re werin erê kirin e. Divê em pirsa wan madeyên hatin windakirinbikin û her weha divê em ji komîteya amadekirina destûrê bixwazin ku nîşanî wan bide, sedemê veşartina wan were zanîn û divê em bi daxwazên hemwelatîbûna wekhev ve girêdayî bin.