Meclîsa jinan a HDP: Li dijî tundiya ser jinan emê li qadan bin

Meclîsa jinan ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya 10’ê Mijdarê aşkere kir û dan diyar kir ku bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja piştgirî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ewan li Enqereyê bi biryardariyeke mezin ya domandina têkoşîna jinên Navnetewî, civîna xwe ya Meclisa Jinan pêk anî û got: “Em vê 25’ê Mijdarê diyarî rêhevala xwe Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê di encama tundiya mêr-dewletê de hat qetilkirin dikin.”

Navenda Nuçeyan- Meclîsa jinan ya Partiya Demoqratîk ya Gelan HDP, di derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinê ya li Dijî Tundîtujiyê di 10’ê Mijdarê de civina xwe li darxistin û encamnameya civînê aşkere kir. 
Encamnameya civîna meclîsa jinên HDP’ê wihaye:  
“Me Meclisa xwe ya Jinan bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanê vekir. Em wekî jin şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hat, pîroz dikin. Me bersiva kesên ku digotin ‘Kobanî ket’ û bi çeteyên DAIŞ’ê re êrişî destkeftiyên Kurdan dikirin, di şoreşa Rojava de da û îro jî bi têkoşîna xwe em ê bersiva wan bidin. Me di civîna xwe ya Meclisa Jinan de ku bi vê biryardariyê pêk anî de soza li dijî rejîma yekzilamî ku dijminê jin û Kurdane, jiyanê bi hev re ava bikin, dubare kir.
Emê bi hev re jiyana nû înşa bikin
Yek jê sernava herî girîng ya niqaşên me jî dê wekî jin emê siyaseta rêya sêyemîn çawa ava bikin bû. Di civînê de nêrîna di rojên pêş de divê siyaseta rêya sêyemîn hîn firehtir bê nîqaşkirin û nexşerêya wê bê diyarkirin derket holê. Li ser vê sernavê hat armanckirin ku bi hemû saziyên jinan re bê axaftin û bi amadekirina bernameyeke dewlemend dengê hemû jinan bi rêya sêyemîn bidin bihîstin. 
Di nîqaşan de hat tesbîtkirin ku em di pêvajoya tifaqa desthilatdara mêr ya AKP-MHP’ê êrişên herî cidî li hemberî xebatên jinan û destkeftiyan dike de dijîn. Li dijî van êrîşan bêyî ku em bibin mexdur û meqbûl, wekî jin li ser pêyan man, têkoşiyan û bûn hêza bingehîn ku îktîdara serdest bihejînin. Ji ber vê yekê îktîdar li dijî kesên berxwedêr siyaseta cezakirinê kûr kir. Îro sedema cezaya ku li Berdevka Demî ya TJA’ê Ayşe Gokkan ya bi salane ji bo azadiya jinan têdikoşe, hat birin ev berxwedane. Sedema cezadayîna ji bo parastina cewherî ya Çîlem Dogan ku bi salan rastî îşkenceya sîstematîk hat jî eve.  Başak Cengîz ku ji ber bêparastin bû li kolanê hat qetilkirin û Çîlem Dogan ji ber mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî hat cezakirin, bi awayekî vekirî nîşaneya dijminatiya mêrê serdest ya li hemberî jinane.
Li dijî xizaniyê emê dakevin qadan
Mêrê serdest êrişên xwe yên li dijî destkeftiyên jinan ku bi têkoşînê bi dest xistine didomîne. Kesên ku Peymana Stenbolê betal kirin, dixwazin bi gotina ‘Kî bi Peymana Stenbolê dest bi hevokê bike divê destpêkê jinên me bertek nîşan bidin’ jinan bînin beramberî hev. Emê bi avakirina tifaqa jinan û mezinkirina têkoşînê bersîva herî baş bidin van êrîşan. Dê jin dev jê Peymana Stenbolê bernedin!
Dê Meclisa me ya Jinan di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ dakevin qadan. Li dijî tifaqa mêr ku xizaniyê li jinan ferz dike û keda jinan tune dihesibîne, emê tu carî dev ji gotina xwe ya ‘Ji xizaniya jinan re na, ji bo jinan edalet’ bernedin.
Li dijî her cureyên polîtîkayên şer, dagirkerî û mêtingeriyên ku li herêmên me tên meşandin, îtîrazên xwe li her qadê bînin ziman û emê aştiyeke bi rûmet û adîlane bi hev re ava bikin. Em careke din bi awayekî biryardarî diyar dikin ku dê li dijî polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê ku hem li hundir û hem jî li derve dixwaze jinan bike bin tecrîdê de wê têkoşîna azadiya jinan bi ser bikeve.
Li dijî êrişên destkeftî û mafên me dem dema azadiya jinan e, dem dema hilweşandina desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê ye, dem dema pêkanîna tifaqa jinan û avakirina jiyana nû ye. Di 25’ê Mijdarê de li kolanan, li meydanan dem dema gotina ‘li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ ye."