Li Urdunê tevî pêşketina yasayan jî tundiya li ser jinê didome
Tevî guhertinên yasayî ku hebûna jinan di siyasetê de berfireh kirine, pirsgirêkên aborî, tundî û wesayeta civakî hîn jî hêza wan sînordar dikin û parastina jinan şoreşek yasayî hewce dike.
BERAA EKREM
Umman – Rastiya jinan li Urdunê rêyek ku parêzer Taxrîd El-Daxmî wekî di warê qanûndanînê de gav bi gav pêşverû bi nav kir, dibîne. Ji ber ku di salên dawî de guhertinên qanûnî hatine kirin ku armanca wan zêdekirina hebûna jinan a di jiyana giştî de ye. Lê ev pêşketin nayê wateya dawiya pirsgirêkan. Ji ber ku pratîk, polîtîka û faktorên civakî û çandî hîn jî, ji bo ku jin bi tevahî mafên xwe bikar bînin astengiyên rastîn in.
Parêzer Taxrîd Dl-Dagmî anî ziman ku di hin waran de bihêzkirina yasayî pêşketinek berbiçav dîtiye û wiha got: “Lê di hin waran de hîn jî ji nehevsengiyên dîrokî cefayê dikşînin. Bi taybeti yên têkildarî bihêzkirina aborî û tundiya li ser bingeha zayendî.
‘Urdunê şahidiya guhertinên girîng ên qanûnî kiriye’
Taxrîd El-Dagmî derbarê beşdariya siyasî de jî destnîşan kir ku Urdunê şahidiya guhertinên girîng ên qanûnî kiriye û ev agahî dan: “Beşdarî xurtkirina hebûna jinan di meqameyên biryardanê de bûne. Bi taybetî piştî guhertinên ku bandor li qanûnên partiyan, hilbijartinan û rêveberiya herêmî kirin.”
Taxrîd Eê-Dagmî tekez kir ku Qanûna Partiyan ferz dike ku ji sedî 20 damezrînerên partiyê jin bin û wiha got: “Ji bilî vê yekê, hebûna jinan di postên serokatiyê yên di nav partiyan de û ne tenê di civata giştî de jî ferz dike. Qanûna Hilbijartinê her wiha hebûna jinan di sê postên pêşîn ên lîsteyên partiyan de ferz kir. Ji bilî vê yekê, hejmara kursiyên ku ji jinan re di parlementoyê de hatine veqetandin, berfireh kir. Van guhertinan rê li ber bilindbûna rêjeya temsîla jinan di Meclîsa Nûneran de vekir. Ev yek guhertinek kalîteyî di beşdariya siyasî ya jinan li Urdunê de nîşan dide.
Astengiyên aborî berdewam in
Taxrîd El-Dagmî diyar kir ku hîn jî pirsgirêkên aborî ji bo jinan hene û destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne nû ne, lê belê rehên wan ên dîrokî bi avahiya bazara kar ve girêdayî ne. Taxeîd El-Dagmî wiha axivî: “Cudatiya mûçeyan a di navbera mêran û jinan de, kêmbûna hebûna kreşan û nebûna hawîrdorek xebatê ya bi ewle û piştgir ji bo jinan, gihîştina derfetên aborî yên wekhev sînordar dikin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêdivî bi polîtîkayên aborî û civakî heye ku ji pêdiviyên jinan re hesastir bin, da ku beşdariya wan a rastîn di aboriyê de mîsoger bikin.”
Tundiya li dijî jinan sûcek e ku ji qurbaniyê wêdetir diçe
Di nav pirsgirêkên herî girîng de, Taxeîd El-Dagmî balê dikişîne ser diyardeya tundiya li dijî jinan a berdewam, ên di nav de kuştinên ku Urdun di salên dawî de şahidiya wan kiriye, ku pir caran ji hêla endamên malbatê yên nêzîk ve têne kirin. Taxrîd El-Dagmî wiha li gotinên xwe zêde kir: “Tundiya li dijî jinan bi kiryara sûc bi xwe namîne, lê pir caran vediguhere tundiyek tevlihev ku bandorên wê yên civakî û psîkolojîk zêde dibin.”
Tundiya dîjîtal rûyekî nû yê tundiyê ye
Tundiya li dijî jinan ne tenê êrîşek takekesî ye, her wiha cureyek aloz a şîdetê ye ku bandorên wê zêde dibin û dibe ku ji ber şermezarkirina civakî bibe sedema sûcên din. Bi pêşketinên teknolojîk re, formên nû yên şîdeta dîjîtal li dijî jinan derketine holê. Di nav wan de tacîza sîber, dizîna nasnameyê û şantaja bi rêya weşandina wêne an agahiyên kesane hene.
Taxrîd El-Dagmî bawer dike ku tevî hebûna qanûnek li dijî sûcên sîber, hîn jî pêdivî bi nirxandinê heye, cezayên têkildarî şîdeta dîjîtal a li dijî jinan zêde dibin û wiha rave kir: “Ev nîşan dide ku ev cure tundî di hin rewşan de, dibe ku bibe sedema encamên cidî yên civakî û çareserkirina wê dike pirsgirêkek ku ji sûcê sîber wêdetir diçe û dighîje mijarek parastina civakî ya berfireh.”
Tawanên bi navê "namûsê" şerekî qanûndanînê yê berdewam
Mafê tu mirovî tune ku jiyana mirovekî din bi navê namûsê bi dawî bike û ev maddeya di Qanûna Cezayê de ji bo betalkirina wê hewceyî têkoşîna qanûnî ya domdar e. Taxrîd El-Dagmî ragihand ku yek ji mijarên herî nakok di qanûnên Urdunê de, bi kuştinên bi navê "namûsê" ve girêdayî ye, ku hê jî bi maddeya 340 a Qanûna Cezayê ve girêdayî ne.
Stereotîp û parastina civakî
Kevneşopî û adetên ku ne hewce ne rast bin, ligel pirsgirêkên yasayî, bandora berdewam a mîrate û stereotîpên civakî nîşan didin ku jinan di rolên taybetî de di civakê de datînin. Taxrîd El-Dagmî da xuyakirin ku ev stereotîp ne tenê bi xuyang an tevgerên jinê ve sînordar in û wiha şîrove kir: “Di heman demê de xwezaya karê ku destûr tê dayîn ku ew bike jî dirêj dikin. Ji ber ku hin pîşe berî guhertinên dawî yên qanûna kedê ji bo jinan ne guncav dihatin hesibandin. Şikandina van şêwazan guhertinek çandî jî pêwîst dike ku bi guhertina yasayî re paralel be, da ku jin di kar û jiyana giştî de bêyî sînorkirinên civakî, xwedî vebijarkên berfirehtir bin jî.”
Medya û hişmendî şerê guhertina hişmendiyê ye
Hişyarî ne tenê ji bo jinekê zanîna mafên xwe ye, di heman demê de ji bo zanîna erkên xwe jî ye. Ji ber ku zanîna qanûnî xeta yekem a parastina rûmeta wê ye. Taxrîd El-Dagmî tekez kir ku medyayê roleke girîng di şekildana hişmendiya raya giştî ya li ser pirsgirêkên jinan de dilîze û wê wek şûrekî dudevî bi nav dike. Avakirina nifşekî rojnamevanan ku baweriya xwe bi nirxên mafên mirovan tînin, dikare bibe alîkar ku di gotûbêjên giştî yên li ser pirsgirêkên jinan de guhertinek rastîn çêbibe.
Hişmendiya qanûnî xala destpêkê ye
Taxrîd El-Dagmî gotinên xwe bi balkişandina ser hişmendiya qanûnî domand û got ku ev, yek ji amûrên herî girîng ji bo parastina jinan e. Taxrîd bal kişand ser hebûna tiştê ku wê wekî "nexwendina qanûnî" bi nav kir û wiha bidawî kir: “Di civakê de, ev yek di nav jinan de bêtir eşkere ye. Zanîna jinan a li ser maf û erkên xwe yên qanûnî, dihêle ku ew xwe ji îstîsmarê biparêzin. Guhertina rastîn, bi hişyariyê dest pê dike û bi dawî dibe.”