Li Sûriyeyê nîqaşa li ser ‘nasnameya dîtbarî’ mezin dibe
Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê nasnameyek dîtbarî û sirûda neteweyî ya nû ragihand. Ev gav di demeke ku Sûriyeyê şahidi ji parçekirin û binpêkirinên li dijî pêkhateyan dike hat avêtin. Gelo wê ev yek temsîla gelê Sûriyeyê bike?

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Ragihandina nasnameyeke nû ya dîtbarî ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ve bûye sedema nîqaşeke berfireh. Bi taybetî di vê demê de beriya ku edalet pêk were, tazmînat ji mexdûran re were dayîn û kesên ku komkujî li dijî Sûriyeyê kirine werin hesabpirsîn. Piraniya şêniyan wê weke binpêkirina pêşîniyên girîngtir ên têkildarî edalet, dadwerî û hesabpirsînê dibînin.
'Guhertinên wiha ji pêdiviyên bingehîn re nabin bersiv'
Parêzer Texrîd Azam a ji bajarê Suwedayê diyar kir ku danasîna nasnameyek dîtbarî ya nû ji aliyê rêveberiya demkî ve di demeke ku Sûriye ji şert û mercên jiyanê yên dijwar dikşînin û bi pirsgirêkên aborî û ewlehiyê re rûbirû ne de çêbû. Texrîd Azam wiha got: "Sembolên wiha tevî girîngiya wan di vê qonaxê de ne pêşîniyek in. Nasnameya dîtbarî û sirûda neteweyî sembolên girîng in, lê ew nikarin pêşî li mijarên bingehîn ên wek edaleta veguhêz, çarenûsa girtiyan û lihevhatina civakî bigrin. Em hê jî di qonaxeke veguhêz a bêaram de ne û mirov li ewlehî û edaletê digerin, ne li dirûşman. Ev gav di nebûna referandûmeke gelêrî yan nûnertiyeke rastîn de hat, ku rewatiya her guhertina têkildarî sembolên neteweyî yên ku tê texmînkirin hemû Sûriyeyan temsîl dikin, qels dikin de hat avêtin."
Gelo logo sembola hilbijartinek dîrokî ye yan temsîla nasnameyê ye?
Bi awayekî sembolîk, rêveberiya demkî "baz" wek sembola hêzê ji nû ve dide nasîn, bikaranîna wateyên dîrokî yên weke Şerê Saniyet El-Uqab û fetihkirina Sûriyeyê. Lê Texrîd Azam bawer dike ku vê tişta hatiye bijartin dîrokê bi vîzyonek yekalî nîşan dide û wiha axivî: "Em nikarin sembolên çandî yên wek eyla Palmîrenê û peykerên xwedayê Baal ku ji hêla DAIŞ’ê ve tenê ji ber têkiliya wan bi rejîma berê re yan jî ji ber ku ew ne li gorî vegotineke siyasî ya taybet bûn hatin wêrankirin, paşguh bikin. Nîşana ku ji sala 1945'an vir ve tê bikaranîn ne aydî Partiya Baasê ye, aydî bîra neteweyî ya Sûriyeyê ye û divê ew tenê ji ber ku di serdema neheqiyê de hatiye bikaranîn, neyê jêbirin. Em nikarin şaristaniyê ji aliyekî ve bibînin, ji ber ku dîrok ne tenê bi bûyerek an sembolek ve sînordar e, mozayîkek ji vegotin û nasnameya gelekî ye."
Pêdiviya gel ne bi dirûşman bi ewlehiyê heye
Texrîd Azam diyar kir ku her guhertinek di şêweyê dewletê yan sembolên wê de divê li ser bingehên edalet, lihevhatin û beşdariya gel be ne li ser gavên sembolîk û bêwate be û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Gelê Sûriyeyê ji ber birçîbûn, xizanî û koçberiyê westiyaye û dayîk hene ku hê jî çarenûsa zarokên xwe nizanin. Gelo sembolek dîtbarî dikare hêviya wan vegerîne? Nasnameya dîtbarî di nebûna nasnameyek rastîn de ji bo gel, rûmeta wan û hesta aîdiyeta wan tiştekî îfade nake. Tiştê ku diqewime, kûrkirina nakokiya di navbera gel û hikûmetê de ye. Divê sembol bi beşdariya hemû beşên civakê werin avakirin, ne ji hêla rengekî siyasî ve li ser yên din werin ferzkirin."