Li Mexrîbê astengiyên aborî yên li pêşiya siyaseta jinan çi ne?
Ji ber hilbijartinên Îlonê nîqaşên li ser rola jinan a di siyaseta Mexrîbê de kûrtir dibin; çalakvan destnîşan dikin ku tevî derfetên destûrî jî, pirsgirêkên darayî û kêmasiya îradeya siyasî li pêşiya jinan astengiyên mezin in.
HENAN HERÊT
Mexrîb – Beşdarbûna siyasî ne tenê bi îrade û jêhatîbûnê ve girêdayî ye. Her wiha şiyana dabînkirina lêçûnên kampanyayên hilbijartinê, rêwîtî, ragihandinê û beşdarbûna domdar di xebata partiyê de jî hewce dike.
Her çend jinan 96 ji 395 kursiyên Meclîsa Nûneran girtine û ev yek di dîroka meclîsa Mexribê de rêjeya herî bilind a nûnertiya jinan e jî, hejmarek çalakvan dibînin ku ev nûnertiya zêde ne hewce ye ku bibe sedema derfetên wekhev. Sedem, di nav de pirsgirêkên aborî yên berdewam in ku dikarin gihîştina jinan bo pozîsyonên biryardanê asteng bikin.
Pirsên li dora wekheviya derfetan
Di nav nîqaşên li ser nûnertiyê de, di derbarê tiştê ku berî gihîştina saziyên hilbijartî tê de pirseke din derdikeve holê: Ma hemû jin xwedî derfetên wekhev in ku bikevin qada siyasî? An çavkaniyên darayî bûne faktorek nediyar ku diyar dike ka kî dikare berdewam bike û kî neçar e ku vekişe?
Ezmûna jineke siyasî: Astengiyên malî li pêşiya serketinê
Ezmûna Cîgira Seroka navçeya Sîdî Osman a li Dar El-Beydaayê Helîme El-Fikirî, vê rastiyê nîşan dide. Li gorî Helîme, peywira herî dijwar a ku ew di zêdetirî 20 salên xebata xwe ya siyasî de pê re rûbirû ma, ne razîkirina civakê ya li ser şiyanên serokatiya jinan bû, derbaskirina barê malî yê ku bi beşdarbûna siyasî re tê bû. Helîme vê rastiyê wiha tîne ziman: “Min di gelek hilbijartinan de berbijêrî kiriye û bi salan xewna min ew bû ku ez bibim endama parlamentoyê û nûnertiya gel bikim. Lê barê aborî her gav rê li ber min girtiye ku ez bighîjim vê armancê. Ezmûna min ne bêhempa ye, rastiyek hevpar e ji bo gelek jinên ku xwedî jêhatîbûn û azwerî ne lê çavkaniyên pêwîst ji bo pêşbaziya siyasî li ser qadeke wekhev tune ne.”
‘Divê perwerde û piştgiriya domdar di nav partiyên siyasî de jî hebe’
Her çend jin her ku diçe bêtir beşdarî rêveberiya karûbarên herêmî û neteweyî dibin jî, gihîştina astên bilindtir ên berpirsiyariyê bi faktorên ku ji jêhatîbûn û pabendbûnê wêdetir diçin ve girêdayî ye. Ev faktor, hemû şiyanên bicîhanîna lêçûnên darayî yên ku di beşdariya siyasî de hene, vedihewînin. Helîme El-Fikirî bawer dike ku ji bo gelek jinan, lêçûn bûye astengiyeke nayê gotin ku beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî de sînordar dike. Her wiha ew bang li partiyên siyasî dike ku mekanîzmayên bibandortir ji bo piştgiriya jêhatîbûna jinan bigrin.
Helîme tekez kir ku veberhênana li ser jinan divê ne tenê bi teşwîqkirina wan ji bo ketina siyasetê ve sînordar be û wiha domand: “Divê perwerde û piştgiriya domdar di nav partiyên siyasî de jî hebe. Mexrib bi jêhatîbûna jinan dewlemend e ku bi şert û mercên guncaw û çavkaniyan, dikarin berpirsyariyê bigrin ser xwe.”
‘Îrade ji lêçûnê xurttir e’
Çalakvana mafên mirovan û siyasetmedar Fitême Fewzî bawer dike ku peyzaja siyasî ya Mexrîbê şahidiya veguherînekê dike ku bi beşdarbûna jinan a di siyasetê de tevî lêçûnên bilind, zêde dibe. Fitême van xalan wiha bilêv kir: “Balkişandina ser barên aborî, divê hişmendiya zêde ya di nav jinan de li ser girîngiya beşdarbûna di pêvajoyên biryardanê de neşkêne. Jin êdî bi daxwaza mafên xwe ya ji saziyên derveyî razî nabin. Her wiha beşdarbûna siyasî mîna beşek ji parastina van mafan û beşdarbûna di şekildana polîtîkayên giştî de dibînin. Lêçûna bilind a karê siyasî gelek jinan natirsîne. Ji ber ku xwesteka wan a ji bo guhertinê ji dijwariyên pratîka siyasî xurttir dibe.”
Astengiyên avahîsazî û berpirsyariya saziyan
Lê belê, Fitême destnîşan kir ku divê îrade nebe hincet ji bo paşguhkirina nehevsengiyên avahîsaziyê û wiha pê de çû: “Mafê wan tune ye ku ji jinan hêvî bikin ku kêmasiyên çavkaniyan bi qurbaniyên mezintir telafî bikin. An jî serkeftina siyasî bi şiyana hilgirtina barên darayî ve girêdayî bikin, ne bi jêhatîbûn û liyaqetê. Demokrasî ne tenê bi hejmara jinên ku bi serkeftî astengiyan derbas dikin, di heman demê de bi şiyana civak û saziyan a ji bo rakirina wan astengiyan jî tê pîvandin. Ji beşdariya zêde ya jinan a di karê siyasî de, berpirsyariyek mezintir dide ser partî û saziyan da ku derfetên wekhev mîsoger bikin.”
Kotayên hilbijartinê ne bes in pêdivî bi guhertineke rastîn heye
Çalakvana siyasî û endama partiyê Kebîra Şatêr bawer dike ku nîqaşa li ser beşdariya siyasî ya jinan hê jî pir caran tenê bi mekanîzmaya kotayê ve girêdayî ye. Ew vê yekê ne wekî îmtiyazek ku ji jinan re hatiye dayîn dibîne. Ew, wekî tedbîrek demkî ku ji bo rastkirina nehevsengiya dîrokî ya di nûnertiya wan a di saziyên hilbijartî de û ji bo ku ew bikaribin bighîjin pozîsyonên biryardanê, dinirxîne.
Asoyên nû yên destûra 2011'an û pirsgirêka îradeya siyasî
Kebîra ragihand ku Destûra Bingehîn a sala 2011’an, bi bicihkirina prensîba wekheviyê, asoyên nû yên ji bo zêdekirina beşdariya jinan vekiriye û wiha domand: “Lê belê, pêkanîna vê prensîbê ya ji ber nebûna îradeya siyasî ya têr, di nav partî û saziyên nûner de ji bo veguheztina wê ya ji bo tedbîrên pratîkî, ji bendewariyan kêmtir bûye.”
Astengiyên aborî û zehmetiyên kampanyayan
Kebîra diyar kir ku astengiyên ku jin pê re rûbirû dimînin ne tenê bi çarçoveya qanûnî ve sînorkirî ne û bal kişand ser van xalan: “Her wiha dirêjî nava pratîkên partiyan jî dibin. Gelek namzetên jin hê jî ji bo bidestxistina piştgiriya lojîstîkî û darayî ya pêwîst a ji bo meşandina kampanyayên xwe yên hilbijartinê, têdikoşin. Her çend fonek ji bo piştgiriya namzetên jinan heye jî, mîqdara vê piştgiriyê sînorkirî dimîne û li gorî hejmarek pîvanan e. Ev yek dibe sedem ku gelek namzetên jin neçar bimînin ku lêçûnên rêwîtî, xebata meydanî û kampanyayên hilbijartinê ji çavkaniyên xwe bidin. Di heman demê de asta piştgiriya ku ji hêla partiyên siyasî ve tê peyda kirin jî, ji rêxistinekê bo rêxistinekê din diguhere.”
Hevsengiya hêzê û reformên di nava partiyan de
Kebîra her wiha bawer dike ku gihîştina sînorkirî ya jinan bo pozîsyonên biryardanê ne ji nebaşiyê derdikeve. Kebîra wiha got: “Her wiha nîşan dide ku pirsgirêkên berdewam ên têkildarî mekanîzmayên hilbijartina namzetan û hevsengiya hêzê ya di nav rêxistinên siyasî de hene. Ev rewş nîşan dide ku gihîştina derfetên wekhev, bi reformên ku ji metnên qanûnî wêdetir diçin, bi guhertina pratîkên partiyan bixwe ve girêdayî ye.”
Perspektîfên cûda, rastiyeke hevpar
Ezmûna Helîme El-Fikirî nîşan dide ku faktorên aborî, li pêşiya temamkirina pêvajoya siyasî çawa dikarin bibin asteng. Li aliyê din, perspektîfa Fitêma Fewzî ew e ku îradeya jinan dikare vê zehmetiyê derbas bike. Digel vana, nêrîna Kebîra Şatêr ku nûnertiya qels bi piştgirî û mekanîzmayên hilbijartinê di nav partiyan de ve girêdide, hemû li ser rastiyekê li hev dicivin:
Beşdariya siyasî ne tenê bi naskirina mafan, her wiha bi peydakirina şert û mercên ku bikaranîna wan bi şertên wekhev garantî dikin ve jî tê bidestxistin.
Pirsên sereke yên beriya hilbijartinên Îlonê
Her ku hilbijartinên Îlonê nêzîk dibin, ev pirs hê jî li holê dimîne:
“Gelo vekirina derî ya ji bo jinan bes e ku ji bo postên siyasî berbijêr bibin?
An jî pêwîst e ku astengiyên aborî û rêxistinî yên ku nahêlin jinên jêhatî bighîjin meqameyên biryardanê, werin rakirin da ku beşdariya siyasî ya rastîn bê mîsogerkirin?”