Li Mexrîbê aktivîst dixwazin di hilbijartinan de nûnertiya jinan xurt be

Parêzvanên mafê jinan ên Mexrîbê ji bo rêjeya jinan di parlemanto û mekanîzmayên biryardanê de zêde bikin, banga avêtina gavên şênber kirin. Aktivîstan diyar kirin ku hilbijartinên pêşwext ji bo beşdariya siyasî ya wekhev, derfetek girîng e.

RECAA XEYRET

Mexrîb – Her çend jinên Mexrîbê di salên dawî de di beşdariya siyasî de pêşketinek girîng bi dest xistibin jî, nûnertiya wan di parlementoyê de tenê ji sedî 24.3 e. Ev hem destkeftiyên qanûnî û destûrî û hem jî newekheviyên domdar ên di rastiya siyasî de nîşan dide.

Her ku hilbijartinên parlemantoyê û herêmî yên ku ji bo Îlona bê hatine plankirin nêz dibin, ji bo ku jin di sazî û mekanîzmayên biryardanê yên hilbijartî de xwedî hebûnek xurttir bin, tevgera jinan daxwaza tedbîrên berbiçav dikin.

Aktîvîstên jin diyar dikin ku jinên Mexrîbê ji bo rêvebirina karûbarên giştî û parêzvaniya pirsgirêkên civakî, pêşketinî û mafên mirovan xwedî zanîn û jêhatîbûna pêwîst in. Ji ber vê, ew dibêjin ku divê hebûna jinan di civakê de veguhere nûnertiyek siyasî ya dadperwertir û wekhevtir.

Bihêzkirina hebûna jinan di mekanîzmayên biryardayînê de

Di vê çarçoveyê de, aktîvîsta mafên mirovan Saadiye El-Bahî diyar kir ku Mexrîb niha ji bo amadekariyên hilbijartinên pêşwext tevgerek siyasî ya dijwar dijî, lê nîşanên heyî serdestiya mêran di lîsteyên hilbijartinê de nîşan didin. Li gorî Saadiye El-Bahî, di nav piraniya namzedên ku li navçeyên cuda hatine ragihandin de, navên mêran derdikevin pêş.

Saadiye El-Bahî wiha got: “Ev rewş gelek pirsên derbarê asta pabendbûna bi bendên destûrî, qanûnên hilbijartinê û peymanên navneteweyî yên ku Mexrîb tê de beşdar e, bi taybetî dema ku guhertinên di civaka Mexrîbê de diqewimin û pêşketinên ku jin di warên aborî, îdarî û siyasî de bi dest xistine, bi xwe re tîne.”

‘Gelek astengî li pêşiya jinan hene’

Saadiye El-Bahî da zanîn ku hîn jî gelek astengiyên ku nahêlin jin bighîjin pozîsyonên berpirsyariyê û biryardanê hene û wiha pê de çû: “Di nava van astegiyan de paşguhkirina jêhatîbûn û kêrhatiyên jinan, dûrxistina wan ji navçeyên hilbijartinê yên ku şansê wan ê serketina hilbijartinan zêde ye û berevajî vê rêkirina wan ber bi navçeyên hilbijartinê yên wekî ‘navçeyên mirinê’ ku şansê wan ê serketina kursiyek di parlamentoyê de kêm e cih digre.”

Saadiye El-Bahî tekez kir ku tevgera jinan û her wiha derdorên demokratîk û mafên mirovan, îro pabendbûna partiyên siyasî ji bo bicîhanîna prensîbên wekhevî û derfetên wekhev dikin ber lêpirsînê. Wê hin derdor rexne kir û diyar kir ku li cihê liyakatê, jinên nêzîkî navendên bandorê bi rêya têkiliyên kesane an malbatî tercîh dikin. Wê diyar kir ku divê derfet ji jinên jêhatî yên xwedî ezmûnek siyasî û civakî ya girîng re bên dayîn û wiha got: “Jinan di rêxistinên civaka sivîl û saziyên cûrbecûr de rolên çalak girtine. Dûrxistina berdewam a van jinan bi prensîbên demokrasî, edaleta civakî û wekheviyê yên ku di destûrê de hatine bicîhkirin re ne lihevhatî ne.”

‘Tevgerên jinan ev bi salan e têdikoşin’

Saadiye El-Bahî destnîşan kir ku tevgera jinan ku bi salan ji bo pejirandina pergalên kota û pratîkên çalakiyên erênî têkoşiyaye, niha têkoşînek nû dide da ku nûnertiya wekhev a rastîn mîsoger bike û wiha got: “Saziya Wekheviyê û Têkoşîna li dijî Hemû Cureyên Cudakariyê tevî ku di destûrê de hatiye pêşbînîkirin, hîn jî nehatiye damezrandin. Ev jî, pirsan li ser cidîbûna pêkanîna mekanîzmayên ji bo parastina mafên jinan û mîsogerkirina beşdariya wan a siyasî derdixe holê. Jin di avakirina civakê de rolek bingehîn dilîzin û di nav malbatan de beşek girîng ji barên aborî û civakî hildigrin. Ji ber vê, divê jin bikaribin bi mêran re bi wekhevî beşdarî çêkirina polîtîkayên giştî û girtina biryarên girîng bibin.”

Saadiye El-Bahî di dawiya axaftina xwe de, daxwaza destpêkirina nîqaşeke cidî ya neteweyî ji bo çareserkirina rêbazên xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan kir. Her wiha ragihand ku divê dûrxistin, bêparhiştin û tundiya siyasî ya ku rê li ber gihîştina jinan di mekanîzmayên biryardanê de digre, bi dawî bibe.

Hilbijartinên nêz dibin ji bo xurtkirina nûnertiya wekhev firsend e

Aktivîsta mafên mirovan û seroka Komeleya ‘Destên Azad’ (Eyedî Hurra) Leyla Emîlî diyar kir ku hilbijartinên parlemantoyê û herêmî yên ku dê bên lidarxistin, ne tenê ji bo nûkirina saziyên hilbijartî, di heman demê de ji bo xurtkirina demokrasiyê û bicîhanîna prensîba wekheviya zayendî jî divê bibin xalek girîng a werçerxê.

Leyla Emîlî wiha got: “Mexrîb di nûnertiya jinan a di parlementoyê de pêşketinek girîng bi dest xistiye. Di sala 1994’an de, tenê du endamên jin ên parlementoyê hebûn, lê îro ev hejmar gihîştiye 96’an. Lê belê, ev destkeftî hîn jî ji bo pêkanîna armanca nûnertiya wekhev, bi taybetî wek ku di xalên 19 û 164 yên Destûra Bingehîn a 2011’an de hatiye pêşbînîkirin, hê kêm e.”

‘Gelek jin hewl didin bibin namzet’

Leyla Emîlî da zanîn ku tevgera jinan hêvî dike ku destkeftiyên ku bi rêya pergala kotayê hatine bidestxistin bikar bîne da ku derbasî qonaxek nû bibe ku nûnertiya jinan di saziyên hilbijartî de bêtir hebe û wiha domand: “Gelek parlamenterên jin plan dikin ku di hilbijartinên pêş de dîsa bibin namzed. Fikarên li ser rêberkirina namzedên jin ji bo li herêmên ku şansên wan ên serketinê kêm in bibin namzed, hîn jî hene.”

Leyla Emîlî bang li partiyên siyasî kir ku li navçeyên ku pêşbazî lê zêde ye û şansê hilbijartinê jî zêdetir e, jinan berbijêr bikin. Leyla diyar kir ku ev yek dê bibe alîkar ku nûnertiya jinan di parlamento û saziyên din ên hilbijartî de zêde bibe. Leyla anî ziman ku jinan di rêveberiya giştî û di parastina mijarên wek pêşketin, edaleta civakî, jîngeh û azadiyan de jêhatîbûna xwe nîşan dane û wiha vegot: “Îro pirsgirêka rast, nîşandana îradeyeke siyasî ya rast ji aliyê partî û saziyên siyasî ve ji bo rakirina astengiyên ku rê li ber gihîştina jinan a ji bo mekanîzmayên biryardanê digirin e.”

‘Hebûna jinan di astên bilind de hîn sînordar e’

Leyla Emîlî destnîşan kir ku pergala kotayê beşdarî zêdekirina nûnertiya jinan di saziyên hilbijartî de bûye, lê hebûna jinan di pozîsyonên serokatiyê yên asta bilind de hîn jî sînordar e û ev tişt gotin: “Nûnertiya jinan di serokatiya komîsyonan, lijneyên rêveberiyan û saziyên hilbijartî de kêm e. Tenê ji 12 herêmên Mexrîbê yek ji hêla jinekê ve tê birêvebirin.”

Leyla Emîlî diyar kir ku prensîba nûnertiya wekhev a ku di destûrê de hatiye garantîkirin, hîn di jiyana siyasî de bi qasî ku tê xwestin nehatiye nîşandan. Leyla xwest ku rê li ber jinên ciwan bê vekirin da ku beşdarî siyasetê bibin û piştgiriya pêwîst ji bo jinan bê peydakirin da ku bikaribin ji bo wezîfeyan bibin namzed, di hilbijartinan de pêşbaziyê bikin û bigihîjin mekanîzmayên biryardanê. Leyla tekez kir ku ev hem li gorî prensîbên destûrê ye û hem jî dê beşdarî pêşxistina demokrasî û wekheviyê li Mexrîbê bibe.

Leyla Emîlî diyar kir ku jinên Mexrîbê  di jiyana civakî de xwedî hebûnek xurt in, di rêveberiya karûbarên giştî de xwedî jêhatîbûn û dirustiya pîşeyî ya pêwîst in û xurtkirina nûnertiya siyasî ya jinan ne tenê daxwaza komek taybet e, di heman demê de pêdiviyek demokratîk û pêşketinî ye jî.