Komîsyona Meclîsê ji bo dengdana raporê kom bû
Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, ji bo dengdana rapora dawî ya nêzî 60 rûpelan kom bû.
Navenda Nûçeyan- Civîna dawî ya Komîsyona Meclisê ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Di civînê de dê li ser rapora dawî were axaftin. Tê payîn ku di civînê de rapor bê eşkerekirin, nîqaşên berfireh li ser bên kirin û bidin dengdayînê.
Endamên hemû partiyên di komîsyonê de cih digrin tevlî civînê bûn. Tê gotin ku di civînê de dê li ser raporê nirxandin, rexne û pêşniyar bên kirin.
Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û têkildarî raporê agahî da. Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku rapor ji 7 beşan û ji 60 rûpelan pêk tê. Nûman Kurtulmuş, anî ziman ku di raporê de cih dane verastkirinên îdarî û hiqûqî. Nûman Kurtulmuş, têkildarî serenavên di raporê de axivî û got: “Di beşa 1’emîn a raporê ya bi sernavê xebatên komîsyonê de, xebatên komîsyonê û pêvajoya têkildarî wê tên vegotin. Di beşa 2’yemîn de cih daye hedefên sereke yên komîsyonê û nîqaşên me yên li vê derê. Di beşa 3’yan de cih daye dîrok û hiqûqa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan. Di beşa 4’an de gotin, nirxandin û kirinên kesên di komîsyonê de li wan hatiye guhdarîkirin. Di beşa 5’an de xwefesihkirina PKK’ê û pêvajoya çekberdanê. Di sernavê 6’an de pêşniyarên verastkirinên zagonî yên têkildarî pêvajoyê û di beşa 7’an de jî pêşniyarên têkildarî demokratîkbûnê hene. Rapor, bi beşa encam û nirxandinê bi dawî dibe.”
‘Do raporê de dê 5 pêvek bên amadekirin’
Nûman Kurtulmuş, da zanîn ku li gel rapora sereke dê 5 pêvek bên amadekirin û wiha pê de çû: “Di pêvekan de dê têkildarî xebatên komîsyonê agahî û belgeyên berfireh hebin. Yek ji van endamên komîsyonê ne. Ya din şêwaz û esasên xebata komîsyonê, lînkên malperên webê yên medyaya dîjîtal ên raporên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digrin û parvekirina wan a bi koda QR’ê bi raya giştî re ye. Her wiha kurteya naveroka 20 civînên heta niha, lîsteya nûnerên sazî û dezgehan ên di civînan de li wan hatiye guhdarîkirin. Dê axaftinên vê civîna 21’ê jî weke kurteya civînê weke pêvek were weşandin.”
‘Gelên Tirkiyeyê bedelên giran dan’
Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê salên dirêj bedelên giran dane û got: “Dema pirsgirêk li Meclîsê tên nîqaşkirin, asoya çareseriyê jî bi pêş dikeve.”
‘Bersiva me ya li dijî mudaxeleyan bêhtir xwişkîtî-biratî ye’
Nûman Kurtulmuş, got ku sedema pirsgirêkên îstîqrar, edalet û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn, mudaxeleyên emperyal in û got: “Bersiva me ya li dijî vê jî dê bêhtir xwişkîtî-biratî be. Tifaqeke xwezayî ya Tirk, Kurd, Ereb û gelên din ên li herêmê dê senaryoyên hêzên emperyal vala derxin.”
Nûman Kurtulmuş, anî ziman ku ew piştgiriyê didin her gotin û gava ji bo xwişkîtî-biratî û aştiya civakî li Tirkiyeyê bi pêş dixin û meseleya heyî ne bi hînbûnên heyî lê bi nêzikatiyeke jidil û bi gavên bi biryar dikare bê çareserkirin. Diyar kir ku ev pirsgirêk yekser hebûn û pêşeroja wan eleqedar dike lewma divê nebe mijara hesabên siyasî.
Nûman Kurtulmuş, spasiya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da kir.