Jiyan Hisên: Sala nû dê bibe sala pêkanîna hêviyên jinan û têkbirina dagirkeriyê

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên kar û xebatên salek ên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand her wiha plansaziya sala 2022’an eşkere kir û wiha got: “Her sal em qezencên nû bi dest dixin bi taybetî di aliyê guhertina zîhniyeta mêran de. Ya girîng em jin di qada siyasetê de bi hêz bikin, ji ber ku heya niha jin zehmetiyan di aliyê îfadekirinê de dikşînin ev jî vedigera hişmendiya bi salan a jin ji qada siyasetê dûr xistibû, pêwîst e di destûrê nû de hevrengiya jinan û îradeya wan hebe.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Têkildarî kar û xebatên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di sala 2021’ê de hat meşandin, plansazî û hemleyên hatine pêkanîn her wiha plansaziya sala 2022’an Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên nirxandin kir.
Serkeftina xebatên jinan ji kiryarên dagirkeran re bersiv e
Jiyan nirxandina xebatên sala 2021’ê bi damezrandina kongreya yekem a Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û wiha anî ziman: “Di meha Hezîrana 2021’ê de me yekemîn kongreye meclisê li dar xist. Di nav vê pêvajoya hesas de ku hê herêma me di bin tehdîda dagirkeriyê de ye û bi taybetî jin tên hedefgirtin, me xwest kongreya me bersivek be ji dijminên jinan re. Kongreya me bi encam bû, hin biryarên sereke ji wê kongreyê derketin der barê de xebatekî têr û tijî de hat meşandin.  Gelek hevdîtinên me bi rêxistinên jinan re çêbûn û komcivînên me jî bi jinên derve re li ser programa zûm hatin birêxistinkirin. Her wiha gelek panel û semîner der barê rewşa jinan li herêmê û çareseriya wê hatin lidarxistin. Erka me ya herî girîng ew e ku em jinan bi hêztir bikin ji ber ku me dît ji sala 2020’an heya 2021’ê çawa jin bi kiryarên hovane ji aliyê dewleta tirk ve dihatin hedefgirtin. Bi taybetî jinên pêşengên şoreşê, rêxistinkirî û perwerdekirî bûne hedef. Ji me dihat xwestin em hemû rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de destên xwe bidin hev û hêza xwe li hemberî dijmin xurtir bikin. Li kêleka wê ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hin rêxistinên jinan ên ne di meclisê de komîteyek da avakirin û me daxuyaniyeke hevbeş ji bo vê rojê da. Her wiha ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiyê re me hin rêzeçalakî ji 20’ Mijdarê heya 10’ê Kanûnê da meşandin der barê xebatên weke meş, bi sedan panêl, semîner û komcivîn hatin kirin, tişta herî balkêş jî meşa mêran bû ji bo roja tundiyê.” 
Her sal jin qezencên nû di şoreşa jinan de bi dest dixin
Jiyan pêşketinên jinan di Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî nirxand û wiha domand: “Her sal em qezencên nû bi dest dixin bi taybetî di aliyê guhertina zîhniyeta mêran de bi rengekî ku heya asteke bilind tevlî nêrîn û bi pêşengiya jinan ji civakê re dibin. Her tim em xebata xwe bi saziyên giştî yên ku herdu zayend tê de hevserok in her wiha bi taybetî bi saziyên jinan re xurt dikin. Ya girîng jî ew e ku em jinan di qada siyasetê de bi hêz bikin, ji ber ku heya niha jin zehmetiyan di aliyê îfadekirinê de dikşînin ev jî vedigere hişmeniya bi salan a ku jinan ji qada siyasetê dûr xistibû. Di saziyên civaka sivîl de rola jinan pir li pêş e lê di hundirê partiyên siyasî de hê jî mêr rê nadin jinan rola xwe ya pêşengiyê bilîzin. Me xwest em akademiyek siyasî ji bo jinan vekin da ku di warê siyasetê de jin xwe xaleke bingihîn bibînin lê hinekî dem û amadekarî jê re pêwîst in. Ya din me xwest em şandeyên xwe bişînin dewletên derve ji bo perwerdeyên siyasî da ku em tecrubeyên bi sûd ji wan jinan bigrin û ew jî tecrubeyan ji me bigrin lê mixabin ji ber vîrusa koronayê ev proje hinekî zehmet bûye lê em ê pêk bînin. Yek ji armancên me yên esasî ew e ku jin di qada siyasî de bibin xwedî biryarê. Dema em dibêjin Sûriye ber bi destûreke nû ve diçe pêwîst e hevrengiya jinan û îradeya jinan tê de hebe. Di nêrîna jinan de destûr pêwîst e çawa bê nivîsandin me rapora wê amade kiriye û bi komîteya destûrî re parve kiriye. Ji bo aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin hewldanên cidî ji me tên xwestin êdî bes e ji van şeran re ji ber ku bi taybetî jin û zarok dibin qurbaniyên şeran. Dema me destûr amade kir, me destpêkê destûrên cîhanî lêkolîn kirin û wisa belgeyên taybet ji bo jinan me derxistin. Panelên me îsal li ser asta Rojhilata Navîn çêkirine piranî di riya bernameyên înternetê re bûn, ji ber ku em dizanin li her derê şere der barê de me pirsgirêkên jinan û çareseriya wê her wiha mijarên weke şoreşên jinan nîqaşkirin bi rengekî ku sûd li her du aliyan bê kirin.”
Plansaziya sala 2022’an 
Jiyan plansaziya sala 2022’an eşkere kir û wiha pêde çû: “Di sala nû de yek ji karên me yên sereke ew e ku em ji bo zagonên jinan hin xebatan bidin meşandin. Komîteya me ya esasî dema me meclis ava kir komîteya qanûnî bû û tenê zagonên wê di asta Herêma Cizîrê de tê pratîzekirin. Li herêmên rizgarkirî yên Ereban weke Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrezor ev zagon neketine pratîkê, ew jî vedigere sîstema eşîran a ku heya niha bi kevneşopiyên civakî li wan herêman tên meşandin. Bangewaziya jinên herêmên rizgarkirî ji me re heye em zagonên jinan li wir jî bi rengekî aktîf bikin meriyetê de û di sala nû de esasê wê li wir deynin. Helbet em ê zehmetiyan bikşînin ji ber guhertina zîhniyetê şoreşek jê re pêwîst e. Zagonên me jî pirzewacî, zewaca di temenê biçûk de bêmafiya li ser jinan tê ferzkirin red dike û mafê tevahî jinan mayinde dike. Projeya me ya din jî di sala nû de em ê perwerdeyên siyasî vekin û têkiliyên xwe yên diblomasî berfireh bikin. Her wiha em ê konferansekê der barê rewşa jinan li herêmên dagikirî li dar bixin ne tenê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di asta giştî ya Sûriyeyê de û dê mêvan ji derve jî tevli bibin. Em ê destên xwe bidin hev û destekftiyên şoreşê bikin malê tevahî jinan û civakeke mitewazî, adil û demokratîk bidin avakirin.” 
Hêviyên sala nû
Jiyan hêviyên xwe di sala nû de ji me re parve kir û wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne sala nû bibe sala azadiya jinan û pêkanîna hêviyên wan. Her wiha em bi hêvî ne herêmên me yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de bên rizgarkirin û mirov vegerin ser axa xwe. Ev sal wê bibe sala geşkirina hêz û hebûna tevahî jinan.”