Jinên Yemenê dixwazin di siyaset û pêvajoyên muzakereyê de cih bigrin
Tevî qebûlkirina biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Yemenê, jin ji siyaset, pêvajoyên aştî û muzakereyê tên dûrxistin.
RANÎA ABDULLAH
Yemen – Biryarnameya jimare 1325’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) balê dikişîne ser bandora şerên çekdarî yên li ser jin û zarokên keç û teqezî li ser beşdarbûna wan wek alî di danûstandinên aştiyê de dike. Di sala 2020’an de hatibû ragihandin ku ev biryar li Yemenê ku pevçûn lê qewimîn hatiye qebûlkirin, lê ji bo pêkanîna vê biryarê tu gav nehatine avêtin. Jin di pêvajoyên siyasî û biryaran de cih negirtin.
‘Biryar weke formalîte ma’
Rojnamevan Samîra El Fahîdî jî diyar kir ku ji bo pêkanîna biryarê li qadan gelek pêngav hene û got: “Ya yekem girîngîdana perwerdekirina jinan û mîsogerkirina tevlîbûna wan di pêvajoya siyasî de ye. Divê di medyayê de jî girîngiya hebûna jinê li her qadê hişyarî were afirandin. Avaniya eşîrî li Yemenê ji wan faktoran e ku pêkanîna biryarê zehmet dike. Biryar wekî formalîte ma. Çawa ku yên li dijî pêkanîna biryarê hebin, şer jî heye ku rola wê di têkbirina her tiştê tê de heye.”
‘Ne nezanî, îhmal heye’
Samîra El Fahîdî, diyar kir ku biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî tê paşguh kirin û diyar kir ku berjewendiyên şexsî ji berjewendiyên giştî zêdetir in û got: “Di derbarê agahiya biryara Neteweyên Yekbûyî de nezanîn tune ye, îhmal heye. Em dikarin bêjin ku berjewendiyên şexsî ji berjewendiyên giştî zêdetir in. Hinek fîgurên li pêşiyê, berjewendiyên xwe yên şexsî pêk tîne û jinan paşde dihêle. Divê di hemû astan de hewldan bên kirin. Her kes bi girîngiya tevlîbûna jinê bi rastî haydar e, lê belê ji bo pêkanîna biryarê xebatek rast hewce dike. Rewşek heye ku di her qadê de her ku diçe xirabtir dibe û paşde diçe. Ji ber vê yekê divê em li hember pêşeroja nifşên xwe berpirsyar bin.”
‘Em hîna jî li bendê ne ku jin tevlî muzakereyên aştiyê bikin’
Seroka Beşa Ragihandinê ya Komîteya Jinan a Neteweyî Marîa Raşîd der barê mijarê de wiha got: “Nîqaşên wekî rageşiya siyasî ya li Yemenê, nebûna îradeya siyasî ya biryarderan, şert û mercên şer û neguncawdîtina tevlîbûna jinan hemû ji wan sedeman in ku rê li ber beşdarbûna jinan di siyasetê de digirin. Lê di dema şer de jinan zêdetir li ber xwe dan. Tevî biryarên dawî yên Desteya Dadwerî ya Bilind a ji bo tayînkirina ji sedî 20’ê jinan jî, em li bendê ne ku jin jî tevlî danûstandinên aştiyê bibin.”
Marîa Raşîd di derbarê rola Komîteya Jinan a Neteweyî di tevlîkirina jinan a di cihên biryardanê de wiha got: “Komîteya Jinan a Neteweyî hewl dide ku ligel saziyên hikûmetê, wezaret û deste jî siyasetan pêk bîne, da ku jin di cihên biryardanê de cih bigire. Ez jî endamek ya Komîteya Jinan a Neteweyî me û Komîteya Jinan a Neteweyî amade ye ku bi wezîran re koordînasyonê ava bike. Em dixwazin jin di pozîsyonên serokatiyê û danûstandinan de cih bigirin.”
‘Divê dengê jinan bê bihîstin’
Marîa Raşîd anî ziman ku pêvajoyên şer rêjeya tundiya li ser jinê zêde dike û diyar kir ku ev rewş ji bo balkişandina li ser girîngiya wekheviya di navbera jin û mêr de pêwîstî bi xebateke xurt heye. Marîa Raşîd diyar kir ku divê Komîteya Jinan a Neteweyî xebatên xwe yên ji bo kêmkirina tundiya li ser jinê li ser asta xwecihî, herêmî û neteweyî xurtir bike û got: “Divê dengê jinan bê bihîstin, hişyarî bê bilindkirin ku rêyên rawestandina tundiya li ser jinê bên dîtin û polîtîkayên li dijî tundiyê bêne peyda kirin.”