Jinên Tunisê ji bo bidestxistina mafê wekheviyê di çalakiyan de ne
Jinên Tûnisê bi têkoşînê gelek deskeftî bidest xistine, niha jî doza mafê wekheviyê dikin û ji bo wê di nava çalakiyan denin. Di derbarê xebatên wan de Endama Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî û hevrêziya Komîteya Mafên Aborî û Civakî Recei Al-dehman nirxandinên giring kir û got: “Şerê jinên Tûnisî li hemberî hişmendiya baviksalarî ya ku keda jinan nabîne berdewame.”
ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Jinên ku di her kêlîyên berxwedanê de mûhra xwe li rûpelên têkoşînê xistîn, gelek maf û deskeftî bi dest xistine. Bi hebûna zagonên ku mafên wan di parêze, cardin li hemberî binpêkirinan têkoşîna wan berdewam e. Di hevpeyvînek ya Endama Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî û hevrêziya Komîteya Mafên Aborî û Civakî Recei Al-dehman, bi ajansa me NUJINHA’ re li ser têkoşîna jinên Tûnisî ya ji bo bidestxistina mafan ev nirxandin kir: “Şerê jinên Tûnisî li hemberî zihniyeta hîşk û nezanîna civakê berdewame. Ev bû sedem ku jinên Ereb û Afrîqî serkeftinên cûr be cûr bi dest bixwin.”
Raceyê bal kişand li ser helwesta li hemberî jinên Tûnisî û Ereban di çalakiya komeleya jinên demokrat ku serokatiya wê Seide Raşêd dike û wiha domand: “Di salên 80’an de jinên Çepgir, elmanî di nava xebatên pêkanîna mafên jinan û şerê zihniyeta baviksalarî de cihê xwe digirtin.”
Tevî hemû astangiyên ku jinên Tûnisî pê re rû bi rû dimîne, her di nava têkoşînê de ye sira wê çiye?
Erê raste jinên Tûnisî li rûxmê hemû astangiyan jî têkoşîna xwe ya li hemberî zihniyeta çanda baviksalarî û ramanên olî di domînin. Her çendî bandora rewşa siyasî, aborî û civakî jî li ser jiyana wan dike di têkoşîna xwe de bi israrin. Sedema berdewamiya têkoşîna wana li hinber mirasa wan ya çanda şarastaniyê, siyaseta di sala 2011’an de ya li hemberî nezanîn û xêzantiyê, siyaseta rejîma Alhebîb Borqîbye û pergala dîktetorî ya Zên Al- abîdinê tê ye.
Racei bi van gotinan axaftina xwe dom kir û got: “Jin di her qadê de cihê xwe digre. Rêjeya wan ya di karên sektorên perwerde, kargeh, zevî û h.w.d xebatên cur be cûr di meşinin û alikariya malbata xwe dikin lê tevê vê rêjeya jinan jî hîna kême. Ji ber di di demê biryargirtinê de bê rol di mîne, ev dibe sedem ku zihniyeta mêr li ser navê jinê biryaran bigre.
Di Meclîsa Zagonan de nûnerên mêr êrîşên bi devkî û fizîkî li ser jinan bi kar tinin, xeteriya vê şêwazê çi ye?
Em di qeyranek aborî, civakî û siyasî re derbaz dibin û di dema hesab xwestinên siyasi de jinan dikin mijarê nîqaşê û bi heqaretên devûkî û fizîkî re rû bi rû diminin. Lê di welatên demokrat de encama cudahiya raman û helwestan diqewime. Ya ku di Meclîsa Gel aTûnisê di qewime wek kesayet ez jê tirsiyam. Her wiha komeleya jinên Demokrat a Tûnisê bi bê exlaqî û dervayî nirxan tê pênase kirin. Ji ber di azadî û dadmendiya wekheviyê de nêrîn û helwesta xwe diyar kirin e.
Dehên reş ya ku li Cezayîrê tê bîr min dema dengên azadiyê bilind dibe li beraberî wê nirxên olî û exlaqbûn bi zihinyeta mêr derdikeve holê. Tiştên li Tûnisê diqewime weke piştî 14’ Çileya 2011’an pêk hatiye û ji nûve avakirina destûrek bingehîn ango zagona zayendî, îchat, sinetkirina jinan û nûxumandina wan hat detspêkirin. Ev hemû jî ji bo serdestî û serweriya bavksalarî xurtir bike ye. Lê helbet em bê deng namînin û helwestên me li hember vê yekê hene, gelek komele û Rêxistinên Mafan ketin nava tevgerê.
Zagonên ku mafên jinan di destûrê de hatine tomarkirin, di dema serxwebûnê de nêrîna civakê ya li jinê biçûk hat xistin gelo dema zagon çareser neke divê zihniyet bê guhertin?
Zagon girînge, divê bi îradeyek siyasî hewceye pêkanîna wê di salên pêş de bandora xwe xurtir bikee. Raste guhertina zihnî ya civakê pêwîste û zehmet e, pêkanîna wê di piratîkê de zehmetire. Ev jî bi rêya rêxistinên perwerde û çandî wê rola xwe baş bigire. Divê zext li hikumetê were kirin da ku zagon pêk werin. Piştî sehildanê û heya îro ti istirarek qenc pêk nehatiye. Em di çileya 2021’an de ne hîn jî alozî û astengiyan jiyan dikîn.
Piştî deh salan ji serhildanan wê kî li hemberî kesên aloziya welat der dixin, xizmeta berjewendiyê xwe û mafên jinan bin pê dikin reweste?
Tenê jinên Tûnisî dikare bi van projeyan bi bertekên xwe yên raste rast êrîşî dewleta medenî, maf û azadiyê dikin têk bibin. Lê mixabin encamên hilbijartin û nêrînên van kesên berjewendî xwaz her li pêşe. Lê belê îradeya civak û partiyan wê her tîm projeyên wan vale derxînin. Pirsgirêka herî mezin paşguh kirin û kirîza Korona û belengaziyê ye ku rewşê xirptir dike.
Hêjmara şidetê li ser jinan di demê pandemiya Korone de bilind bû, dengên Rêxistinên Femînîst û civaka sivîl li hemberî wê bilindtir bû, vê rewşê hun çawa dinirxînîn?
Jin her tim dibe hedefa aloziyê civakî şer û hwd… Ji ber ku jin bermalîye yan jî di xebatên demkî de weke çandiniya zevî yan jî di malan de xizmetê dikin û di xebitin.
Rûxmê beşdarbûna wan di avakirina berhemên neteweyî de bê maf kar dike. Ev jî herî zêde bandorê li wan dikin e. Her wiha bi derketina pandemiya Korona û mayîna mêr di malê de rê li ber şidetê di veke.
Racei wiha behsa bandora aboriyê dike: “Em hemû dizanin aloziya aborî bandora herî mazin li ser civakê dike û pirsgirêkan gurtir dike. Belavbûna birçîbûn û xizantiyê rewşê dijwartir dike. Tûndî, zextên fîzikî û derûnî zêdetir bû. Heta em dikarin bêjin gelek jinan jiyana xwe ji dest dane. Sedema wê jî pandemiya Korone û bêdengiya navendên ewlehiyê li bermberî sûcdaran e.
Li se vê rewşê rola komeleya Demokrat a Jinên Tûnisî çi ye?
Em bi hesreta Tûnesê ya ku beriya 14’ê çileya 2014’an ne. Ew xewin û daxwaz hîn jî berdewam e. Komeleya demokrat a jinên Tûnisî ya ku ji hêla endamên Meclîsa Gel ve rastî reşkirin û tewanbaran tên. Lê belê di vê kirîzê de her em bi jinên Tûnisî re bûn alîkar, dema dewlet bê deng dimîne em dibin bersîv û her em li rex jinan û mafên wan bê deng namînin ev jî erkê me ya bingehîn e.
Di pêkanîna wekheviya zayendî de xebatên me berdewame. Hêviya me ewe ku jiyanek di pêkanîna azadî, dadmendî û rûmetê ji bo jinên Tûnisî pêk were. Hewildanên me bi hevkariyên me û komîn di nav komeleyan de bên sazkirin û belgeyên demokratîkbûnê bên vekirin û di rola siyasî de cih bigirin. Her wiha lêkolînên li ser zagona rûmeta jinên Tûnis bi parêze hat pêşxistin.
Her wiha me bang li Rêxistinên jinan û kesayetên çalak ku di vê projeyê siyasî de rol bigirin kiriye. Dîsa me bang li rayederên dewletê kir ku li hember van bûyer û projeyan berpirsiyar bin. Helbet projeyên me li ser asta cîhanê jî di rojeva me den e.
Hûn rola jinê di şerê çekdarî de çawa dinirxînin?
Şer û pevçûnên ku îro li herêmê rû didin helbet jin ziyanên herî mezin dibînin. Gelek jinan zarok û malên xwe di şer de winda kirin. Mixabin ev şerê dewletên siyasî yên derve li ser herêmê didin meşandin pir xirape. Em jî şer dikin ku xwe ji êrîşên çekdaran bi parêzin.
Zagona ku wekheviya di mîrasê de ya ku ji hêla serok Al-bacî Qaid Al-sbsî ve hatiye der gelek bertekên dijber ji siyastmedar, ramyar û oldaran derket, ma civaka Tûnisê dikare di van rewşan de wekheviyê pêkbîne?
Dema serokê tûnisî Alhebîb Borqîbe biryara rakirina pirzewaciyê da. Civaka Tûnisî ev biryara siyasî qebûl nekir, lê bi serxebûnê re hate qebûl kirin. Ez dibêjim ku vîna siyasî dikare zagona mîrasê bi civaka Tûnisî bide pejirandin. Ji ber pirsgirêkên jinên Tûnisî hemû abori ye. Çendîn bertekên dijber hebin wê vîna civaka azad bi cih were.
Recei di derbarê pirsa min de wiha got: “Ji bo pirsa te civaka baviksalarî ku partiyê rastgir di parlementera Tûnisê de ku teyarên ola îSLAMî temsîl dike, bi ramanên xwe yên doxma siyaset û demokratiyê di warê aboriyê de siyasetekî hov didin meşandin. Ez nabêjim ev wê di roj û salekê de pêk were. Lê vîna civakê jî dikarê bi tecrubeyên siyasî ên resteqîn siyasetê û ramanan bi guher e.
Çandek nû di deh salên dawî de derketiye, ji lawazbûna rola dewletê û medyayên civakî teşwîqa tûndiya li ser jinê û çawa bertek li beramberî vê wê were dayîn?
Reste em îro li ser hêjmara tûndiyê di axivin. Tora medyaya civakî yên weke Waatsap, facebook, tiwîter serwerî û bazarganiya rûxandina hikumetan aşkere dikin. Li Tûnisê jî ev li pêşe. Gef û Îda hene bi vana kesen dixwin zinadanan. Ev yek tûndiyê rave dike tenê ji kom ber bi ferd ve çûyin, berê li ser televizyonan pêk dihat îro bûye karekî yek kesî yan jî tenê rêbaz hatiye guhertin.
Ji bo vê jî ez astengkirina malperan û hesabxwestinê naxwazim. Ji ber pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Divê dewlet sitratejiyek nû ku armanc û projeyên wê civakê ji bo nifşên nû saz bike û planên guncaw were damezirandin. Li vir divê em hin pirsan ji xwe bikin, di deh salên derbaz bûyî de welatek çawa em dixwazin? Bi hebûna amûrên teknîkî ên xort ji bo nifşên nû divê çawa were bikaranîn? Kîjan bernameyên çandî aboriya civakê pêş bixe bê sazkirin? Siyasetmedar çawa û ramanan bi kîjan zihniyetê dixwazin?Yan jî em bihêlin ku zarok û ciwanên me di zîndana de temenê xwe derbazkin? Divê em bizanibin em Tûnesekî çawa dixwazin?
Birêz Recai Al-dehman dibêjin mafên jinên Femînîst nayê dayîn û li ser êrîş hene hûn ji hemû cureyên êrîşan re amede ne?
Em di navenda şer de ne. Em nizanin wê kengê bi dawî bibe, lê tiştên ez jê bawer dikim, heya pêkanîna wekhevî, azadî û civakek xwedî nirx û ji bo nifşê nû wekheviya herdu zayendan bibe bingeh wê meşa me berdewam bike.