Jinên Suweydayê nenavendîkirin û xweseriyê ji bo ewlehiyê nîqaş dikin
Veguherînên kûr li Suweydayê didomin, şahidiyên jinên aktivîst û mafên mirovan guherînên di raya giştî de, kêmbûna baweriya bi hikûmeta navendî û zêdebûna nîqaşên der barê parastina herêmî û nenavendîkirinê de derdixin holê.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên Suweydayê diyar dikin ku fikra hikûmeteke herêmî, yan jî xweseriyê, niha nêzî bendewariyên beşek girîng a nifûsê ye. Dibêjin ku ev ne projeyeke siyasî ya kevneşop e, ji zêdebûna fikarên bêewlehiyê, piştî kuştin, tundî û dabeşbûnên kûr ên civakî yên ku di bûyerên Tîrmehê de qewimîn bingeha xwe digre.
Gelek jin tînin ziman ku bûyerên mehên dawî têgihîştina raya giştî ya li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê guherandiye û bûye sedema ji nû ve nirxandina modelên rêveberiya siyasî û ewlehiyê yên ku dikarin aramiyê misoger bikin û taybetmendiyên civakên herêmî biparêzin.
Şoka aydiyetê û windakirina baweriyê
Parêzer Rudeyne El-Xetîb dibêje ku xelkê Suweydayê di destpêkê de guhertina siyasî ya li Sûriyeyê bi ‘hinek hêviyan’ pêşwazî kiriye. Her wiha dide zanîn ku çendî ew di ferqa planên pişt ên îdeolojîk ên hêzên ku hatin ser desthilatdariyê de bûn jî ev hêvî piştî bûyerên li herêma peravê û gotinên mezhebî yên li zanîngehên Sûriyeyê hatiye danin û herî dawî bi bûyerên Tîrmehê re her ku çû kêm bûye. Li gorî wê, bûyerên Tîrmehê ‘şokek di warê hesta aydiyetê de’ afirandiye.
Rudeyne El-Xetîb îfade kir ku wêneyên tundiyê, kuştin û koçberiyê di dema ku hêzên ewlehiyê ketin Suweydayê de, di nava gelek kesan de hesta fikra yekîtiya neteweyî bi giranî hatiye lawazkirin û got: “Beşek girîng ji nifûsê ji ber nebûna hevgirtina civakî ya têrker û nebûna daxwazên cidî ji bo hesabpirsînê bêhêvî ye. Hestên tirs û tenêtiyê bûne sedem ku beşek girîng ji nifûsê li ser awayên nû yên têkiliyan bi Şamê re bifikirin û hebûna hêzên ewlehiyê êdî baweriyê nade, berevajî piştî tirsa ezmûnên dawî û fikaran ve girêdayî ye.”
Weke amûra parastinê nenavendîkirin
Rudeyne El-Xetîb, da zanîn ku meyla giştî li Suweydayê ber bi hikûmetek herêmî ya berfireh an rêveberiyek xweser ve diçe ku dê rê bide xelkê herêmê karûbarên xwe yên siyasî, perwerde û ewlehiyê bi ser bixe ji desthilatdariya navendî birêve bibin û wiha got: “Li gel qebûlkirina fikra serxwebûna tevahî tevlihev e û bi hevsengiyên navneteweyî ve girêdayî ye jî nîqaşên li ser vê mijarê di nava civakê de her ku diçe zêdetir derdikevin pêş. Nifşên ciwan ku di qada şer û gotinên nefretê de mezin bûne, kêmtir bawer dikin vegerin modela berê ya jiyana hevbeş.”
Rudeyne El-Xetîb balê dikşîne ser bandora şert û mercên heyî li ser jin û jinên ciwan û hişyar dike ku veguhestina navendên ezmûnan û zanîngehan ji bo deverên derveyî Suweydayê dikare derfetên perwerde û kar kêm bike û îzolasyona civakî zêde bike.
Gotûbêja dewleta sivîl
Aktivîsta siyasî Semaher El-Endarî dibêje ku helwestên Şêx Hîkmet el-Hicrî nikarin ji veguherînên kûr ên Suweydayê vê dawiyê jiyaye cuda werin nirxandin û got: “Yek ji wan fîgurên olî yên pêşîn bû ku daxwaza dewleteke demokratîk û sivîl a li ser bingeha hemwelatîbûnê, bi veqetandina ol û saziyên dewletê re kiriye. Ev yek pabendbûna qada civakî û siyasî ya li Suweydayê bi têgeha dewleteke sivîl û pirrengiyê nîşan dide.”
Semaher El-Endarî dibêje ku tohmetên cudaxwazî yan hevkariya bi hêzên biyanî re li dijî wî, li gorî nêrîna wê, ne daxuyaniyên şênber in, xwe dispêre berteka hinek derdoran li dijî gotara daxwaza dewleteke sivîl dike.
Semaher El-Endarî dibêje ku şoka herî mezin ji bo xelkê Suweydayê ne tenê asta tundî û binpêkirinan e, di heman demê de nebûna hevgirtinê ji aliyê Sûriyeyiyan ve li hemberî kuştin, revandin û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî sivîlan e.
Ev rewş bandorên kûr ên psîkolojîk li ser ciwan û xwendekaran dike, bi taybet li ser wan kesên ku li zanîngehan û li ser tora dijîtal rastî gotinên mezhebî û provokatîf tên.
Îfade kir ku gelek kes bêhtir berê xwe didin hestên aydiyeta herêmî, nasnameya civakî û nasnameya olî, ji ber ew hîs dikin ku hedef hatine girtin an jî hatine dûrxistin.
Jiyana bi hev re û redkirina cudahiyê
Semaher El-Endarî tekez dike ku civaka Suweydayê ne xwedî pergaleke cudakar e, dibêje ku civakên Sunî û Xirîstiyan jî beşek ji tevna civakî ya bajêr in û xelk pabendî prensîbên jiyana bi hev re, hemwelatîbûn û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê ne.
Semaher El-Endarî îfade kir ku tiştê ku xelkê Suweydayê bi hev ve girê dide ne girtina mezhebî ye, fikra hevpariya civakî ye û wiha got: “Jin di nava komên herî zêde ji bûyeran bi bandor dibin de ne lê belê di demên dorpêçkirin û krîzê de di parastina civakê de roleke sereke dilîzin. Jin ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatên xwe, berpirsyariyên şert û mercên dijwar ên aborî zêdetir digrin ser xwe, ev yek hişmendiya wan a ku ew yek ji hevkarên bingehîn di jiyana civakî û siyasî de ne xurt dike.”
Ewlekariya herêmî û ruhê rêxistina civakî
Semaher El-Endarî destnîşan kir ku meyla ber bi xweseriyê ve li Suweydayê zêde dibe û wiha got: “Çalakiyên çandiniyê berfireh dibin, xwedîkirina mirîşkan, karsaziyên civakî yên biçûk û hewldanên ber bi xweseriyê ve berfireh dibin. Li kêleka vê kampanyayên ji nû ve çandina daristanan, çalakiyên paqijkirina jîngehê û xebata xwebexş di demên dawî de di asta girîng de zêde bûne.”
Samaher El-Endarî da zanîn ku Suweydayê bi riya saziyên mîna muhafizên neteweyî û hewldanên herêmî şêweyên rêxistina civakî û rêveberiya herêmî pêş xistiye, ev yek baweriya gel bi hêza wan a birêvebirina karûbarên xwe zêde kiriye.
Ji bajar ber bi fikra ‘avahiyê’ ve
Li gorî Semaher El-Endarî, nîqaşên li ser nenavendîkirin an jî rêveberiya xweser êdî ji bo gelek kesan ne tenê dirûşmeke siyasî ye; bûye mijareke ku bi fikra parastina civaka herêmî, parastina rûmet û aramiya wê û pêşîgirtina li dubarebûna binpêkirinên li herêmê ve girêdayî ye.
Semaher El-Endarî diyar kir ku pêvajoya îro li Suweydayê diqewime, bi hinek kesan re hesta çêkirî ku ew xwedî ‘pergalek’ dikare xwe bi rêxistin û rêveberiyê bike ava dike. Îfade kir ku ev nayê wê wateyê dewletek serbixwe heye, pêşveçûna ezmûnek xwerêvebirina herêmî û ruhekî hevgirtina civakî diteyîsîne.