Jinên Mexribê: Wekhevî ne dirûşm e pratîk e

Çalakgerên jin diyar kirin ku mafên jinan ên di qanûnên Mexribê de hene nayên bicihanîn û diyar kirin ku wekhevî pêwîstiyek e, ne tenê dirûşma tevgera jinan e.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Seroka Komeleya Têkoşîna Ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê ya Mexribê Buşra Abdu û Endama Komeleya Demokratîk a Jinan a Mexribê Parêzer Hatîce El-Rabah li ser mijara wekheviyê nirxandin kirin.

Buşra Abdu, anî ziman ku Destûra Bingehîn a Mexribê mafên jinan dixe bin temînatê û di warê wekheviyê de gelek maf ji jinan re tên dayîn lê di jiyanê de ev yek pêk nayê. Buşra Abdu got: “Wekheviya jinan di destûra bingehîn de hatiye qebûlkirin lê partiyên siyasî yên li welat wekheviya zayendî pêk naynin.”

‘Êdî dema kotayê derbas bûye’

Buşra Abdu da zanîn ku ji bo ku partiyên siyasî demokratîk bibin divê beriya her tiştî wekheviya jin û mêran pêk bînin û got: “Di pêvajoyên hilbijartinê de divê jin û mêr bi awayekî wekhev di lîsteyên hilbijartinê de cih bigrin. Dema kotaya ji bo başkirin û misogerkirina mafên siyasî yên jinan derbas bûye. Divê wekheviyeke tam hebe. Di warên cuda yên siyasî, aborî, çandî û yên din de hê jî bêedaletî û dûrxistina jinan heye. Em vê rewşê rexne dikin.” Buşra Abdu, anî ziman ku hebûna jinan di pozîsyonên rêveberiyê de hê jî têrê nake û wiha got:

“Tevî ku di hikumeta Mexribê de 6 wezîrên jin û hejmarek balyozên jin hene jî em di gelek beşan de ji wekheviyê dûr in. Jin di serî de saziyên destûrî yên wekî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyî û Komîsyona Bilind a Sektora Dîtbarî-Bihîstinî de cih digrin. Di Dadgeha Muhasebeyê de 3 jin di serê 3 meclisan de hene. Li bajarên herî mezin ên Mexribê (Rabat, Kazablanka, Marakeş) jinek di serokatiya meclşsa herêmî de û jinek di serokatiya partiyek siyasî (Partiya Sosyalîst a Yekbûyî) de, dikare erênî were hesibandin lê ew rastiyê nîşan nade ku jinên jêhatî hene dikarin bi mêran re di şert û mercên wekhev de wezîfeyên berpirsiyar bigrin.”

‘Divê hemû qanûn di ber çavan re werin derbaskirin’

Buşra Abdu ya ku dixwaze şert û mercên qanûn û peymanên navneteweyî yên ji aliyê meclisê ve hatine derxistin pêk bîne, diyar kir ku ji bo pêkanîna hiqûqê dûrî zîhniyeta baviksalarî dixebitin. Buşra Abdu, diyar kir ku divê jin di pozîsyonên biryardayînê de cih bigirin û got: “Divê qanûnên cihêkariyê yên li ser jinan bi taybetî Qanûna Malbatê bên guhertin, wekheviya zayendî bê temînkirin, di pozîsyonên biryargirtinê de hişmendiya civakî li ser qebûlkirina jinan bê çêkirin.”

Endama Komeleya Jinan a Demokratîk a Mexribê Parêzer Hatîce El-Rabah jî diyar kir ku aktîvîstên tevgera jinan dixwazin hemû qanûn bi awayekî berfireh bên nirxandin û madeyên cihêkariyê bi awayekî radîkal bên guhertin û bi kampanyayan hewl tê dayîn asta tundiya li ser jinan bê nîşandan.

‘Daxwaza wekheviyê berdewam dike’

Hatîce El-Rabah ev nirxandin kir: “Ji ber xizaniyê mirov ji bo xeyala xwe ya li derveyê welat li keştiyên mirinê siwar dibin jiyana xwe di deryayê de dixin xeterê û dikevin ser riyên koçberiyê. Polîtîkayên der barê mijarê de hê jî berfireh nîn in. Wekheviya di navbera jin û mêran de li Mexribê hê jî bi tevahî pêk nehatiye û wekhevî wekî daxwazek dimîne. Wekhevî ji bo pêşketina domdar pêdiviyek e bingehîn e. Heya ku îradeyeke rasteqîn a siyasî tunebe wekhevî pêk nayê. Wekhevî ne dirûşma tevgera jinan e, pêwîstiyeke bingehîn e ji bo bidestxistina pêşketineke domdar.”