Jinên li kolanan ji pêvajoyên biryardanê bêpar in: Nûnertî û kêmasiya desthilatiyê

Her ku şer li Îranê dijwartir dibe û gotara fermî kolanan wek beşek ji hilberîna desthilatiyê nîşan dide, xuyabûna jinan di qada giştî de zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Her ku li Îranê aloziyên leşkerî yan siyasî zêde dibin, em rastî şêweyekî dubarebûyî yê wêneyên medyayê tên; jinên bi hicab û bê hicab, mil bi mil, li kolanan, bi al û sloganan, ji kamerayê re dikenin û piştgirî û hezkirina xwe ji bo sembolên Komara Îslamî diyar dikin. Di van rojên şer de, ji medyaya dewletê bigre heya dinyaya sîber, em wêneyên jinên ku berî vê krîzê ji ber cureyê cilên ku li xwe dikin wekî sûcdar dihatin hesibandin dibînin, lê niha van rojan tê payîn ku ev wêne "netewek" nîşan bidin; yekgirtî, hevgirtî û amade.

Kolan dibe çavkaniyek rewatiyê

Lê bê guman, tiştê ku di vê çarçoveyê de tê dîtin ne tevahiya rastiyê ye. Jinên ku têne xuyakirin ne hewce ye ku di afirandina rastiya ku ew nîşan didin de rolek bilîzin. Daxuyaniyên dawî yên rayedaran vê valatiyê bêtir zelal dikin; israra wan a ku "meydan, kolan û dîplomasî" yek qad in û "meydana gel" stûna pişta hêza leşkerî û siyasî ye, nîşan dide ku li kolanê ne tenê kiryarek sivîl e, beşek ji projeyek hilberîna otorîteyê ye jî. Di vê çarçoveyê de kolan dibe çavkaniyek rewatiyê; ku divê wêneya "gel" were çêkirin û hilberandin da ku di meydan û dîplomasiyê de were bikaranîn.

Ji ber cureyên cilên li xwe dikin lêçûnên giran didin

Di heman demê de, hebûna jinan wateyek dualî digire. Ji aliyekî ve, ew wek nîşanek yekîtiya neteweyî di televîzyon û ekranên virtual de têne danîn. Bi taybetî bi rêzkirina hesabkirî ya jinên bi hicab û bê hicab li kêleka hev. Ji aliyê din ve, heman jin ne tenê ji avahiyên biryargirtinê yên rastîn, ji saziyên ewlehî û leşkerî bigre heya astên siyasî yên bilind dûr in û rolek xemilandinê dilîzin, lê di heman demê de ji ber cureyê cilên ku li xwe dikin lêçûnên giran didin. Ev rewş dikare wek cureyek "di derxistinê de wekhevî" jî were binavkirin; cûdahiyên eşkere, di rewşên krîtîk û hesas de bi eşkere têne naskirin, lê gihîştina desthilatdariyê hîn jî astengkirî ye.

Beşek ji mekanîzmayek temsîlî

Ev valahî bêtir diyar dibe dema ku em wê li kêleka ezmûna salên dawî, ji tepeserkirin û girtina berfireh a jinan di dema xwepêşandanan de, bi taybetî serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî bigre heya sînordarkirinên qanûnî yên berdewam ên li ser cil û bergan, bidin. Di çarçoveyek wisa de, nîşandana ji nişka ve ya jinan, heta jinên ku di jiyana xwe ya rojane de bi sînordarkirinan re rû bi rû ne, di çarçoveyên fermî de ne nîşana guhertinê ye. Her wiha beşek ji mekanîzmayek temsîlî ye ku armanc dike wateyê ava bike da ku desthilatdarî û domandina jiyanê biparêze.

Tundî bi reng û formê nerm tê bikaranîn

Yek ji xuyangên berbiçav ên vê temsîlkirina di medyayê de, bikaranîna hêmanên dîtbarî yên bi taybetî bi etîketên jinane, wek jinên ku çekên pembe digirin û di wesayîtên leşkerî yên pembe de li dora bajêr performansê dikin. Ev hêmanên ku xuya dikin marjînal in, di rastiyê de beşek ji estetîka şer in. Tundî, bi reng û formê nerm dibe û bêtir tê bikaranîn. Çek ku bi kevneşopî sembola hêza hovane û mêrane ye, di van çarçoveyan de ji nû ve tê sêwirandin da ku bi hebûna jinan re bêtir lihevhatî xuya bike.

Ev ji nû ve sêwirandin nayê wateya ketina rastîn a jinan a nav qada desthilatdariyê, lê belê tê wateya femînîzasyoneke kontrolkirî. Jin di wêneyê de heye, lê di formateke pêşwext diyarkirî de, formateke ku bi mantiqa serdest a desthilatdariyê re lihevhatî dimîne, tewar li cihê ku sînorên kevneşopî xuya dikin ku diguherin jî, ev guhertin di asta wêneyê de dimîne.

Ev pêvajo tenê valahiyan venaşêre

Di heman demê de, bikaranîna hêmanên cejnê, rengan, balonan, hebûna malbatê, dibe alîkar ku atmosfera krîzê ji nû ve were pênasekirin. Tiştê ku dikare wek rewşek aloz û biha were dîtin, bi şiklê yekîtiya neteweyî û heta bi cureyekî rêûresmeke kolektîf tê temsîlkirin. Ev pêvajo ne tenê valahiyan vedişêre, di heman demê de îhtîmala pirskirina wan jî sînordar dike.

Di vê navberê de, rola medyayê diyarker e. Nûnertiya domdar a wêneyên wiha wan dike rastiya serdest, rastiyek ku tê de hebûn wek beşdarbûn tê fêmkirin, her çend ev beşdarbûn tenê di asta wêneyê de bimîne jî. Bi vî rengî, sînorê di navbera "dîtin" û "xwedîbûna hêzê" de nezelal dibe.

Ya ku derdikeve holê, siyasetek xerckirina laş e: laş ku di demên taybetî de têne ser dikê da ku wate, yekîtiya wateyê, rewabûn û desthilatdariyê hilberînin. Lê di kêliya biryarê de, ev heman laş li derveyî çembera hêz û biryardanê li ser mafên xwe yên bingehîn ên mirovan dimînin.

Pirsgirêk ne tenê dûrxistina jinan e

Di rewşên wiha de, pirsgirêk ne tenê dûrxistina jinan e, her wiha çawa beşdarbûnê ji nû ve pênase bike. Dema ku hebûn di wêneyê de şûna hebûna di biryardanê de digre, têgeha beşdarbûnê tê guhertin. Ev veguherîn, her çend di demek kurt de dibe ku ji bo xurtkirina vegotina fermî bibe alîkar jî, di demek dirêj de valahiyek ji nû ve çêdike ku divê her carê di kêliyên krîzê de dîsa were nixumandin.

Ev çerxa temsîlkirin, rewabûn, dûrxistinê dê berdewam bike, heya ku avahiyên biryardanê biguherin. Di vê navberê de, tiştê ku wek yekîtî tê pêşkêşkirin ji nîşandana rastiyek civakî bêtir e. Ew qonaxek e ku hin tê de hene, lê hêz li cîhek din kom dibe.