Jinên HDP yî pirsgirêkên jinên koçer guhdarî kirin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana jinên koçer ên li zozanan û li pirsgirikên wan guhdar kir.

 
Agirî - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" çûn zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçber hat kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan di heyetê de cihên xwe girtin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi jinan re li ser zehmetiyên pê rû bi rû dimînin sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. 
Yek ji jinên li zozanan got:"Ev çar roj in em li vir in. Em ê sê mehan li zozanan bimînin. Karê me zehmet e. Ez her dem li nexweşxaneyê me. Em li vir şîr û penîr çêdikin. Ez ji şîrxaneyê têm. Ceyran tune ye. Em avê dikşînin û tînin. Em vana difroşin û wiha debara xwe dikin."
“Debara me li ser koçeriyê ye”
Jina bi navê Morî jî da zanîn wê çavên xwe vekiriye heta niha koçerî kiriye û wiha got:"Ez tevî zarokên xwe hatim. Em ê sê mehan li vir bimînin. Em ajalan didoşin. Em didin şîrxaneyê. Debara me bibe jî nebe jî em mecbûr in vî karî bikin. Berhemên xwe yên rojane em jî rojane didin. Pereyê wê jî mêr digirin. Em penîr û toraqê çêdikin. Hevjînê min û lawekî min mirin. 7 zarokên min hene. Lawekî min jî di girtîgehê de ye."
Rabia ya 16 salî ya bi heyetê re sohbet kir wiha got:"Ez dixwazim bixwînim û bibim dadger. Li vî welatî pir zêde bêedaletî heye. Înternet tune ye. Hefteyek mabû dibistan biqedin dawiyê tablet dan. Ez û du xwişkên xwe em bi telefonê hewil didin dersê bigirin. Me qet ders negirt. Em ji Îdirê hatin vir. "
Jinên HDP'yî dan zanîn ew ê pirsgirêkên jinên koçber li her platformê bîni ziman û bal kişandin ser noqteya têkoşînê ya hevpar. 
Heyet piştî serdana zozanan ji bo li jinên karkerên malê guhdar bike çû Gundê Zîroyê yê Agiriyê.