'Jinên Filistînî jiyanê ava dikin lê ji biryarê tên dûrxistin'
Tevî ku jinên Xezayê di nava şer û koçberiyê de bûn stûna sereke ya parastina malbat û civakê, di qadên biryardayîna siyasî û pêvajoyên aştiyê de bi awayekî bêalî hatine paşguhkirin.
NEXEM KERACÊ
Filistîn – Di sê salên şer de, jinên Filistînî li Zîvala Xezayê barên ku ji daxwazên jiyana rojane zêdetir bûn hilgirtin. Ew bi koçberiya dubare, windakirina mal û debara jiyanê û berpirsyariya piştgiriya malbatan û lênêrîna zarokan re rûbirû man. Di heman demê de hewl didin jiyana xwe di nava hilweşîna ewlehî û aramiyê de ji nû ve ava bikin.
Tevî rolên berfireh ên ku jinan di nava malbat û civakên xwecihî de girtine ser xwe, hebûna wan di meqamên biryardayîna siyasî de li gorî berpirsiyariyên giran ên ku wan girtine, bi awayekî bê hevseng kêm maye.
Dane veguherîna di jiyana jinan de eşkere dikin. Ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve, li gorî texmînên NY’ê nêzî milyonek jin û zarokên keç li Xezayê ji nifûsa giştî ya koçber a nêzî 1.9 milyon di qonaxên destpêkê yên şer de koçber bûne, ev yek nêzî ji sedî 85 niştecihên Zîvalê temsîl dike.
Texmînên UN Women nîşan didin ku nifûsa jinan li Xezayê beriya şer nêzî 1.1 milyon bû; ev tê vê wateyê ku ji deh jin û keçan neh kes koçberî dîtine û gelek ji wan neçar mane bi berdewamî birevin.
Koçberkirin ne tenê çûyîna deverek din e, ji bo jinan ew ezmûneke dijwar û bi êş bû ku tê de mal, taybetmendiya jiyana kesane û çavkaniyên dahatê winda kirin. Her wiha pêvajoyeke koçkirina di navbera kon, stargeh û deverên qerebalix de dihat jiyîn. Ev hemû di demek wisa de pêk dihatin ku gihîştina xizmetên bingehîn kêm dibû.
Têkoşîna ji bo mayîna li ser piyan û avakirina malbat û civakê
Berpirseke Yekîtiya Karên Jinan Arîj El-Eşqar diyar kir ku şer bandoreke kûr li ser jinên Filistînî kiriye. Da zanîn ku wan barê herî giran ê jiyana civakî û aborî hildaye ser milên xwe û di nava windahî, koçberî û birçîbûnê de, di warê lênêrîna malbatê û birêvebirina karûbarên wê de li refên pêş cih girtine.
Arîj El-Eşqar bawer dike ku jin ne tenê bûne hedef di krîzê de, di heman demê de bûne aktorên sereke di birêvebirina wê de û wiha dibêje: "Jin neçar man piştgiriyê bidin malbatên xwe, alîkariya hevjînên xwe bikin, zarokên xwe biparêzin û piştî wêrankirina mal û milkên xwe, perçeyên jiyana rojane ji nû ve ava bikin. Ji salên dorpêçê bigre heta qonaxên dawî yên şer, jin ji rewşa hevkarên avakirina civakê ber bi hilgirtina barê giran ê mayîna li ser piyan ve çûne."
'Jinên Filistînî bi berxwedanî û sebir tên nasîn'
Arîj El-Eşqar tekez dike ku jin hê jî stûna malbat û civakê ne, bi sebir li ber xwe didin, bi hêvî ava dikin û nifşek li ser bingeha wateya berxwedan û sekinandina bi îrade hatiye avakirin. Arîj El-Eşqar wiha pêl da gotinên xwe: "Jinên Filistînî jêhatî, berxwedêr û bi îrade ne, wan ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku xurt in bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne.”
Temsîliyeta wan a di rolên biryardayînê de
Ev guhertina civakî-aborî ne tiştekî biçûk e. Di Mijdara 2025'an de UN Women (Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî) ragihand ku li Xezayê zêdetirî 57 hezar jin bûne serokên malbatên xwe. Daneyên nûtir nîşan didin ku ji sedî 95 karsaziyên ku jin tê de dixebitin li Xezayê hatine girtin, di heman demê de nêzî 690 hezar jin û zarokên keç li stargehên qerebalix û tijî mirov dijîn.
Arîj El-Eşqar da zanîn ku jinan ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatên xwe serî li cureyên nû yên kar dane û wiha domand: "Me dît ku jin li ber firinan radiwestiyan da ku nan bipêjin û li ber tezgehên xwe tiştên di destê wan de bûn difrotin, tenê ji bo ku piştgiriyê bidin malbatên xwe. Wan berpirsiyariya malê dabûn ser milên xwe tevî şert û mercên bê ewle bê taybetmendiya jiyana kesane û ne li borî rûmeta mirovahiyê jî ew li ser piyan in."
Hewldanên jinan a di beşdariya qada siyasî de
Arîj El-Eşqar da zanîn ku her çendî jinên Filistînî ji aliyên cûrbecûr ên şer bi awayekî giran bi bandor bûne jî ev yek nabe sedema hebûna wan di pozîsyonên biryardayînê de. Bi taybetî di danûstandin, pêvajoyên aştiyê û komîteyên ku ji bo nîqaşkirina paşeroja rewşa Filistînê hatine avakirin de. Di van qadan de kêmasiyeke eşkere ya beşdariya jinan hebû, tevî ku ew di pozîsyona herî baş de bûn ji bo ragihandina pêdivî û serpêhatiyên jinan di dema şer de.
Ev valahiya siyasî ne tiştekî ji valahiyê derketî ye; hê berî şer jî beşdariya jinên Filistînî di rêveberiya herêmî de sînordar bû. Li gorî encamên hilbijartinên sala 2021'ê yên li Zîvala Rojava, daneyên UN Women nîşan didin ku jinan nêzî 21.8 ji sedî kursiyên hilbijartî di saziyên rêveberiya herêmî de bi dest xistibûn.
Şer şiyana jinan a rêxistinbûn û bersivdayînê nîşan da
Arîj El-Eşqar destnîşan dike ku şer, li ser kêşeyên civakî û siyasî yên heyî gelek astengiyên din zêde kiriye. Her wiha got ku di nav de pêkhateya baviksalarî ye ku gihîştina jinan a astên serokatiyê sînordar dike heye. Jin berê jî bi astengiyên civakeke baviksalar û otorîter re rûbirû bûn.
Rêxistina UN Women bal kişand ku jin di warê alîkariyên mirovahî û çalakiyên civakî de li pêş in; weke kesên ku malbatan xwedî dikin, serokên malbatê û pêşengên civakê tevdigerin. Wekî beşek ji xebatên xwe yên li Filistînê, rêxistinê her wiha girîngiyeke taybet daye bihêzkirina jinên Filistînî da ku ew bikaribin bi awayekî bi bandor bandorê li biryardayîna siyasî li hemû astan bikin.
Jin ji bo bigihîjin astên biryardayînê têdikoşin
Lê naskirina vê rola civakî têr nake ger ew neyê veguherandin bo nûnertiyeke rastîn di nava saziyên danîna siyasetê de. Arîj El-Eşqar dibêje: "Jinên Filistînî mafê xwe yê beşdariya siyasî ji bîr nekirine her wiha dev ji mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe û avakirina paşeroja welatê xwe bernedane. Ew bi berdewamî li ser teşwîqkirina jin û keçan ji bo bigihîjin astên biryardayînê dixebitin."
Dûrxistina jinan ji pêvajoyên aştiyê
Pêdiviya beşdariya siyasî ne tenê bi çarçoveya navxweyî ya Filistînê ve sînordar e; ezmûna navneteweyî ya têkildarî mijarên aştî û ewlehiyê piştrast dike ku jin di pêvajoyên danûstandinan de bi awayekî berdewam kêm tên temsîlkirin. Di sala 2023'an de jinan di zêdetirî 50 pêvajoyên aştiyê yên li seranserê cîhanê de, ji sedî 9,6'ê beşdaran derbas nekirin. Di heman demê de UN Women tekez dike ku dûrxistina jinan ji pêvajoyên aştiyê gelek caran dibe sedem ku pêdivî û fikarên wan di peymanên aştiyê û planên vejandinê de bên paşguhkirin.
ArîjEl-Eşqar dibêje: "Pêdiviya jinên Filistînî bi jîngeheke ewle û jiyaneke ku rûmeta wan diparêze heye; pêdiviya wan bi kesekî heye ku pirsgirêkên wan bigihîne biryarderan. Diviyabû ew di nav pêvajoya biryardana siyasî de amade bûna da ku parêzvaniya mafên jinan bikin û piştrast bikin ku pêdiviyên wan di siyaset û bernameyên pêşerojê de cih digrin."
Jin di nava krîzê de ne
Piştî sê salên şer, vê paradokseke mezin heye: Jinên Filistînî di nava krîzê de ne, malbatan birêve birine, bi koçberiyê rûbirû mane, ji bo peydakirina xwarinê têkoşiyan lênêrîna zarokan kirine û hewl dane jiyanê ji bin kavilan ji nû ve ava bikin. Lê hebûna wan di navendên biryardayînê de li gorî barên ku hilgirtine, her dem kêm maye.