Jinên Cezayîrî û Siyaset: Di navbera temsîliyeta wekhev û tevlîbûna rastîn de

Tevî ku yasayên temsîliyeta wekhev ên hedefa wan xurtkirina jinên Cezayîrî ya di qada siyasî de ye jî, encamên hilbijartinên dawî nîşan didin ku jin di parlamentoyê de xuya nakin.

RABÎA XERÎS

Cezayîr- Li Cezayîrê ji bo diyarkirina nîvê Senatoyê hilbijartin çêbûn. Encamên demkî yên hilbijartinan, bûn sedem ku li ser mijara temsîliyeta siyasî ya jinan a li welêt, nîqaş bên meşandin. Di lîsteyên hilbijartinê de ‘prensîba wekheviyê’ ev bi salan e tê pêkanîn. Lê dîsa jî tenê jinek jî ji bo Meclîsê nehat bijartin. Bibandorbûna sererastkirinên yasayî yên heyî û dînamîkên civakî, ji ber van encaman ji nû ve hatin rojevê.

Cezayîrê, di sala 2021’an de yasaya nû ya hilbijartinê erê kir. Bi vê yasayê re, pergalek ku wekheviya nav zayendan ji xwe re dike bingeh jî erê kir. Ev pergal, dibêje ku divê di lîsteyên namzetên partiyên siyasî û yên serbixwe de wekheviya jin-mêr, mecbûrî ye. Lê ev nêzikatî ji pergala kotayê ya ku berê hat pêkanîn û di parlamentoyê de li gor bajaran cîh dide jinan, gelek cudatir e.  Bi saya pergala kotayê, jinan di parlamentoyê de temsîliyeta rêjeya nêzî ji sê yek, bidest xistibûn.

Lê tê dîtin ku pergala nû di aliyê pêkanînê de bandorek ku têr bike nîşan nade. Di 9’ê Adarê de hilbijartinên diyarkirina nîvê Senatoyê çêbûn. Di van hilbijartinan de namzetek jin jî nekarî biserkeve. Ev jî bû sedema nîqaşên wekî gelo nêzikatiya nû ya li ser bingeha wekheviyê dê bikaribe tevlîbûna rastîn peyda bike an na, anî rojevê.

‘Hebûna jinê ya di siyasetê de, bi temsîliyeta rastîn dê pêk bê’

Alîkara Serokê Komîsyona Tenduristî, Hîjyen û Derdorê ya Meclîsa Gel a Cezayîrê Bijîşk Îlemî Saadiye, vê rewşê bi van gotinan nirxand: “Jinên Cezayîrî berê bi saya pergala kotayê dest bi tevlîbûna li nav siyasetê kiribûn. Pergala nû ya wekheviyê xwedî aliyên erênî ye jî neyînî ye jî. Lê dema ku ev pergal tenê bi awayê teşeyî bimîne, hebûna jinan a di mekanîzmayên biryardayînê de, dibe ku lawaztir bibe.”

Li gor Îlemî, sedema serneketina pergalê tenê kêmasiyên yasayî nîne. Neguherîna feraseta civakî, nedayîna desteka têr a siyasî û perwerdehî ya ji bo jinan jî, di nav sedemên girîng de ye. Bijîşk Îlemî dibêje ku “Hebûna jinê ya di siyasetê de, bi temsîliyeta rastîn dikare pêk bê. Wekheviya hejmarî bi tena serê xwe têr nake. Ger ku em temsîliyetê tenê li gor hejmara binirxînin, emê jinan veguherînin fîgurên sembolîk.”

Piştî destûra nû ya ku di sala 2020’an de hat erêkirin, di hilbijartinên sala 2021’an de hejmara jinan  a di lîsteyên namzetan de gelek zêde bû. Lê dîsa jî, ji nav 8 hezarî zêdetir namzetên jin, tenê 34 jin ketin parlamentoyê. Bi vê yekê re hat dîtin ku pêkanîna wekheviyê nekarî veguhere temsîliyeta bi bandor a siyasî.

Pêşniyarên ji bo bihêzkirina tevlîbûna jinan a siyasî

Îlemî Saadiye, ji bo bihêzkirina tevlîbûna jinan a siyasî pêşniyarên wiha kir: “Ji bo ku wesfên jinan ên pêşengtiyê bên pêşxistin, programên perwerdê yên berfireh bên lidarxistin. Jin di nav partiyên siyasî de bên astên bilind erkdariyê. Siyasetmedarên jin ên serketî, di çapemeniyê de zêdetir bên nîşandan. Ev gav ji bo jinên ciwan dê bibe sedema îlhamê û jin dê bixwe bawer bin.”

‘Partî mecbûrin rêjeya jinan zêde bikin’

Îlemî Saadiye li ser pêşnûmeya yasaya nû ya partiyan a ku hikûmeta Cezayîrê li ser dixebite jî rawestiya. Bijîşk Îlemî got ku di vê yasayê de hikmên ku dê tevlîbûna jinan a qada siyasî zêde bike jî hene. Di pêşnûmeyê de ji partiyên siyasî re tê gotin ku neçar in di nav avabûnên xwe de bi rêjeyek diyarkirî cîh bidin jinan. Partî mecbûr in ku van rêjeyan di rêziknameyên xwe de bi awayek aşkera diyar bikin.

‘Em vê sererastkirinê bi kêfxweşî pêşwazî dikin’

Îlemî Saadiye got ku “Ez wek siyasetmedarek jin, vê sererastkirinê bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Ev nêzikatî dê bandora jinan a di mekanîzmayên biryardayînê de zêde bike û temsîliyetiyeta wan zêde bike” û da zanîn ku hilbijartinên Senatoyê ku di mehên borî de pêk hatin, careke din kêmbûna jinan a di pêvajoya siyasî de ronî kirine.

Pêşnûmeya yasaya nû, hewl dide ku mafên siyasî yên jin û ciwanan li gor Destûra sala 2020’an misoger bike. Li gor vê pêşnûmeyê ne tenê jin divê ciwan jî bikaribin di asteke de di nav partiyan de cîh bigirin. Bi vî awayî dê entegrasyona jinan a di jiyana siyasî de jî dê di aliyê Destûrê de misoger bibe.