Jinên Cezayîrî bi awayek xurt tevlî hilbijartinê dibin

Di kampanyaya hilbijartinê ya Cezayîrê de beşdariya jinan di asteke berbiçav de tê dîtin. Bi hezaran namzetên jin bi bernameyên ku balê dikişînin ser hêzdarkirina jinan, parastina mafên wan û zêdekirina beşdariya wan, dikevin pêşbirka parlemanî.

RABÎA XIRÎS

Cezayîr – Hebûna namzetên jin a li ser erdê, li bajarên cuda yên welêt balkêş e. Ew civîn û kombûnên giştî li dar dixin da ku dengdêran bikşînin û wan razî bikin ku piştgiriyê bidin bernameyên pêşketinê. Kampanyayên wan li kolanan jî bi berfirehî tên dîtin û li ser medyaya civakî û platformên cûrbecûr tên weşandin. Lê belê, pirs ev e: Gelo ev beşdariya xurt dê temsîliyeta jinan a di parlementoya Cezayîrê de zêde bike?

Gelek akademîsyenên jin beşdar dibin

Bi destpêkirina pêvajoya kampanyaya hilbijartinên parlemanî ku di 2’yê Tîrmehê de dest pê dike re, partiyên siyasî û lîsteyên serbixwe di bloka hilbijartinê de ku zêdetirî 24 milyon dengdêran digre nav xwe, pêşbaziyê dikin. Gelek jinên bi paşxaneyên akademîk û perwerdehî yên cihêreng, di lîsteyên cûrbecûr ên hilbijartinê de navdar in. Bernameyên ku mijarên wekî parastina ji şîdeta li dijî jinan, peydakirina hawîrdorek bi ewle, garantîkirina maf û rûmetê, hêzdarkirina di warên perwerdê, aborî û civakî de û mîsogerkirina beşdariya bi bandor a jinan a di pêvajoyên pêşketin û biryardanê de çareser dikin, pêşkêş dike.

Cîgirê Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya li Cezayîrê, di civînek çapemeniyê de ku li navenda konferansa navneteweyî hate lidarxistin de, bi tevahî 854 lîsteyên namzetên li hemû navçeyan nirxand. Ji vana, 793 lîste hatin pejirandin (ku 9854 namzet tê de hene), lê 61 lîste hatin redkirin (bi tevahî 842 namzet).

Zêdetirî 2 hezar jin di pêşbirkê de ne

Li gorî daneyan, 2 hezar û 32 jin mîna namzet beşdardi hilbijartinên parlemanî yên Cezayîrê dibin. Ev yek ji sedî 21’ê hejmara giştî ya namzetan (zêdetirî 9 hezar) temsîl dike. Piraniya partiyên siyasî lîsteyên bi hejmarên wekhev ên namzetên jin pêşkêş dikin. Di nav wan de bi tevahî 32 partiyên siyasî yên wekî Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN), Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî, Tevgera Civaka Aştiyê, Partiya Karkeran û Eniya Hêzên Sosyalîst hene. Her lîsteyek bi gelemperî ji 1 heta 8 namzetên jin pêk tê. Piraniya wan jî, zanîngeh qedandine. Ev xwestekek xurt nîşan dide ku temsîliyeta di parlemanê de zêde bike.

Tengasiyên li pêşiya wan

Dr. Salîha Brahîmî, kesayetiyek jin a navdar ku piştî têkoşînek siyasî ya dirêj di bin Tevgera Civaka Aştiyê de dimeşe, armanca namzetiya xwe vegot. Dr. Salîha diyar kir ku ji bo bilindkirina dengê wan kesên ku hatine bêdengkirin û nikarin çareseriyan bibînin, hewl didin. Dr. Salîha li hember gotina gelemperî ya “Parlamento ya mêran e, lê meydan ya wêrekan e” nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Hemû mêr ji zikê jinan çêdibin. Destpêka hebûna wan di dayîkê de ye. Jin bingeha civakê û meşaleya wê ya nevemirîner in. Beşdarbûna min a li hilbijartinan, li ser baweriya ku jin di avakirina civak û neteweyê de hevkar in, çêbû.”

Li gorî Dr. Salîha hebûna xurt a jinan a di hilbijartinan de, bi taybetî ji bo sererastkirina helwesta biçûkxistinê ya li hember jinan, girîng e. Ew dibêje ku ev helwest ji mîrateya çandî ya kevin û kevneşopiyên ku şiyanên rewşenbîrî û zanistî yên jinan paşguh dikin tê. Ew her wiha destnîşan dike ku hin kevneşopî ji bo jinan şerm dibînin ku nêrînên xwe bînin ziman û nêrînên xwe diyar bikin.

Hevsengkirina jiyana malbatê ya bi kariyerek siyasî re

Dijwariyeke din a ku jin pê re rû bi rû dimînin ‘rexneyên wêranker’ e. Dr. Salîha da zanîn ku ev bandorek neyînî li ser baweriya bi xwe dike, lê di heman demê de ew ji bo serkeftina jinan û nîşandana xuyabûnê jî bedêlek e ku divê bê dayîn. Dijwariyeke din a din a ku jinên ku ji bo hilbijartinê dimeşin li gorî mêran pê re rû bi rû dimînin, hevsengkirina jiyana malbatê ya bi kariyerek siyasî re ye. Dr. Salîha got ku namzetên jin neçar in ku berpirsiyariyên xwe di navbera kampanyayên malbatî û hilbijartinê de parve bikin. Dr. Salîha diyar kir ku ev yek ji lêçûnên herî mezin e. Wê her wiha balkişand ser nebûna perwerdehiyê ya di ragihandin, parêzvanî û bi taybetî axaftina giştî de.

Pirsgirêkên sereke

Di nav pirsgirêkên sereke yên ku Brahîmî dê parêzvaniyê bike de parastina jinên karker e. Ew dibêje ku divê hawîrdorek xebatê ya ewle were peyda kirin da ku mafên madî û exlaqî yên jinan garantî bike. Ew tekez dike ku demjimêrên xebatê pir caran ji kapasîteya wan derbas dibin û dibin sedema westandina laşî û derûnî.

Pirsgirêkek din a girîng jî, lêçûna bilind a lênêrîna zarokan a li Cezayîrê ye. Ev ji bo jinên karker dibe sedema dijwariyek mezin. Ji ber vê yekê, Dr. Salîha pêşniyar kir ku di her sektorê de tesîsên lênêrîna zarokan ên erzan bên avakirin û wiha got: “Ev dê her wiha pirsgirêkên ku jinên ku di sektora taybet de dixebitin, wekî mûçeyên kêm û nebûna ewlehiya civakî, çareser bike. Peydakirina derfetên teqawidbûna zû, ji bo jinan dê bibe alîkar ku tenduristiya wan bê parastin.”