Jinên Başurê Kurdistanê li hemberî dagirkirina axa xwe bibertekin

Jinên Başûrê Kurdistanê dagirkirina xaka Başûr ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kirin û dan diyarkirin ku desthilat dixwaze dengê azadixwazan qut bike, lê belê dengê gelê azadîxwaz gelek bilinde.

 
Silêmanî - Êrîşên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê di dome. Heta niha dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê 30 kilometre zêdetir dagir kiriye. Herî dawî di roja 24’ê Nîsanê de carek din êrîş bire ser xaka Başûrê Kurdistanê. Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşan di nava çalakiyan dene. Di şeva 25’ê Nîsanê de Tevgera Azadiya civaka Kurdistanê, hemweletî û azadixwazan biryar dan ku meşek girseyî li dar bixin. Lê belê ev meş ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat qedexekirin û 55 kes ji hatin girtin û heta niha ji hinek ji wan nehatine berdan. 
“Li dijî dagirkeriyê divê helwesta me yek be” 
Jinên Başûrê Kurdisanê êrîşên dewleta tirk yên dagirkirina xaka Başûr şermezar kirin û di derbarê van êrîşan de ji ajansa me JINHA re axivîn.
Jina bi navê Beyan Qerex dide diyarkirin ku bêdengiya hikumetê û dewletên desthilatdar şîrikatiya ji bo van êrîşan dide diyarkirin û wiha dibêje: “Tenê daxuyanî û agahdarî kirin têrê nake. Divê hikumeta Îraqê bi xemxar sinorên xwe bi parêze û dewleta tirk li ser sînorên xwe vekêşe. Ji ber  hikumeta Herêma Kurdistanê alikariya dewleta Tirk dike û qet helwestek nişanî van dagirkeriyan neda. Desthiladarên herêma Kurdistanê ji bo dewleta Tirk êrîş bike ji re cihxweşiyê dikin û buyeran derdixwin ku da ku hemwalatiyê li van herêman bê deng bikin. Divê hemû hemwelatiyên azadîxwaz û çalekvan bi yek deng û yek helwestê vê dagirkeriyê şermezar bikin û çalakiyan encam bidin.”   
“Tirkiye dixwaze  dewleta Osmaniyan zindî bike” 
Kişwar Şerîf ji dide zanîn ku dewleta Tirk dixwaze dengê azadîxwazan qut bike û hemû xaka Başûr dagir bike û xeyalên xwe yên Osmaniyan pêkbîne û wiha got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê hertim azadîxwaz û çalakvanan dixwe bi çavande û digrin. Mînaka herî ber bi çav girtina çalakvanên li Behdînan û azadîxwazên Silêmaniyê ne. Ji ber wan ji bo azadiya xaka xwe helwest nişan dane, desthlat jî ji bo bêdeng kirina azadîxwaz û çalakvanan digrin dixwin girtîgehan. Dewleta Tirk dixwaze dengê azadiyê li kuderê hebe qut bike, ji ber wê her tim êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Dixwazin dewleta Osmaiyan zindî bikin, li beramberî vê yekê jî Amerîka û dewletên desthilat qet helwestekê nişanî van êrîşan nadin û sînorekê ji bo dewleta Tirk diyar nakin.”