‘Jinan bi riya PYD’ê nasnama xwe ya siyasî ava kirin’

Hevseroka PYD’ê ya kantona Firatê Bêrîvan Ismayîl têkildarî salvegera damezrandina partiyê teqezkir ku PYD bûye bingeha avakirina nasnameyeke jinan a siyasî.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 20’ê Îlona 2003’yan de wek partiya yekemîn a gelê Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.

PYD’ê partiyeke siyasî ya ku xwe li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, ehlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê birêxistin dike. Di xebatê de xwe dispêre hêza civakî, nûnertiya zayendî ya wekhev û bi taybetî jî rêbaza hevserokatiyê. Li dijî zayendperestî, netewperestî û olperestiyê têdikoşe û li şûna wê projeya Netewa Demokratîk armanc digre. 

PYD’a ku xwedî avahiyeke siyasî û rêxistinî yê xurt e, bi taybetî di warê avakirina nasnameyeke jinan a siyasî de derfeteke mezin ava kir. Di vî warî de hevseroka PYD’ê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Ismayîl, bi wesîleya 22’yemîn salvegera damezrandina partiyê nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.

‘PYD’ê di pêkanîn û pratîkkirina projeyên Rêber Apo roleke girîng lîst’

Bêrîvan Ismayîl destnîşan kir ku PYD wek partiya şehîdan tê naskirin û wiha got: “Partiya me ev salên dirêj e ku di nava têkoşînê de ye û xebatên xwe li Sûriyeyê û derveyî welat jî dimeşine. Bê guman ji bo ku em bighên van rojan, gelek berdêlên giran hatin dayîn. Bi taybetî jî avakarên vê partiyê ku yek ji wan şehîd Şîlan Kobanê bû hatin hedef girtin, armanc jî, lewazkirina xebatên partiyê bû.”

Bêrîvan Ismayîl a dibêje “Xebat û pergala PYD’ê di naveroka xwe de projeya Rêber Apo hewand”  nirxandina xwe wiha domand: “Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi dehan projeyên çareseriyê pêşkêş kir. Ji bo vê jî ez dikarim teqez bikim ku PYD di pratîkê de bû perçeyek çalak ê mîsogeriya projeyên Rêbertî. Bi taybetî li Sûriyeya ku partiya BAAS serwer bû û ji bilî fikir û xebatên xwe rê neda ku partiyên cuda derkevin holê.”

‘Em partiyeke civakî, polîtîk û ehlaqî ne’

Bêrîvan Ismayîl diyar kir ku hêza siyasî ya civakan di parastina hebûnê de girîng e. Bêrîvan di derbarê vê mijarê de wiha got: “Bi dehan serhildanên gelê Kurd di dîrokê pêk hatin, lê ji ber ku hêza wan a siyasî ne têrker bû, hemû jî hatin rûxandin û pêşengên wê tesfiye bûn. Ji bo vê jî PYD’ê xwe spart mîrateya wan û dikaribû rehên xwe di nava civakê de bihêz bike û xebatên siyasî bipêş bixe. Ji bo vê jî ezmûna PYD’ê bû bingeheke sereke û pispor a avakirina modela Rêveberiya Xweser jî. Lewra PYD’ê ji bo gelê Kurd destkeftiyeke siyasî ya bi bandor e ku xebatên wê di Sûriyeyê û welatên derve de jî bi bandor in.”

Bêrîvan bi gotinên “Siyaseta  ku PYD bikar tîne xwe dispêre pîvan û polîtîkeyên civakî” ferqa PYD’ê ya ji partiyên din anî ziman: “Di asta cîhanê de rêxistinên di bin navê partiyan de gelek in, lê piraniya wan jî xizmeta siyaseta desthilatdarî û serdestan dikin. PYD berovajî vê yekê ye. Partiya me ji gel û civakê ava bû. Her wiha rêxistinkirin, pêşxistin û parastina civakê armanc digre. Ji xwe PYD partiyeke civakî, ehlaqî û polîtîk e, ji bo ku ev rêgez jî rast werin meşandin divê em xwe bispêrin civakê. Li aliyekî din partiya me ne tenê a tek netew, ziman û alê ye, di heman demê de em yekîtiya pêkhateyan a li ser bingehekî demokratîk û polîtîk armanc digrin.”

‘Jinan nasnameya xwe ya siyasî ava kirin’

Bêrîvan Ismayîl ku bi taybetî rola PYD’ê di avakirina nasnameya jinê ya siyasî de nirxand wiha got: “Me berê anî ziman ku pêşeng û avakerên vê partiyê hatin armancgirtin ku yek ji wan şehîd Şîlan bû. Têkoşer Şîlan bi taybetî ji bo jinan têkoşîneke pir mezin meşand da ku jin bikaribin bibin xwedî nasnameyeke siyasî ya bi bandor. Ji bo vê jî bi riya xebatên PYD’ê jinan dikaribûn wê nêrîna ku jin nikarin siyasetê bikin şikandin û berovajî kirin. Bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qadên xweparastin û siyasetê de, jinan pêşengî kirin û di asta sembolbûnê de rol lîstin. PYD ji bo jinan bû hêz û mêjiyê çareserî û aloziyên heyî. Jin xwedî hêzeke mezin a siyasetê ye, dikare li gor şert û mercan hêza xwe bike nav tevgerê û bibe bersiv.”

Bêrîvan destnîşan kir ku “PYD sîwana siyasî ya jinan e, li ku derê û di kîjan saziyê de dibe bila bibe nasnameya jinan a siyasî xwe dispêre PYD’ê” û wiha pê de çû: “Partiya me dikaribû di amedekirin û avakirina jinan a ji aliyê siyasî ve roleke stratejîk bilîze. Bi taybetî di pêkanîn û pêşxistina rêbaza hevseroktiyê de, misyoneke bi wate ji bo jinan lîst. Ji bo vê jî di temamkirina aliyê vê şoreşê û projeyê yê siyasî de PYD hebûneke girîng e.”

‘Em di mîsogeriya siyaseta demokratîk de bi îsrar in’

Bêrîvan Ismayîl bal kişand ser pêvajoyê û wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Pêvajoya em niha dijîn û bi taybetî bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk re, pêdivî bi pêkanîna siyaseta demokratîk heye. Ji bo vê jî ji her demê zêdetir weke PYD’ê erka me girantir e û ji bo serxistina vê pêvajoyê jî xwedî girîngî ye. Em dizanin bi rêbazên şer û pevçûnan alozî çareser nabin, ji bo vê jî hêza çareseriya siyasî ji destpêka dîrokê û heta niha jî girîngiya xwe diparêze. Ji bo vê jî bi taybetî wek jin emê di pêkanîna siyaseta demokratîk de pêşengiyê bikin û rola xwe di mayîndekirina çareseriyê de bilîzin.”