Ji Namzeta Xirîstiyan a Iraqê pêşniyarên girîng
Nemzeta ‘Tifaqa Neda’yê’ ya hilbijartinên di Mijdarê de li Iraqê dê pêk bên a Xirîstiyan Şemîran Odîşo balkişand ser pirsgirêkên jinên li Iraqê û destnîşan kir ku ji bo bihêzkirina jinan, divê di nava wezaretan de yekîneyên jinan bên avakirin.

RECAA HAMÎD REŞÎD
Iraq – Li Iraqê veguherînên siyasî û civakî, pêdiviya bi dengê jinan ê bi hêz ku hemû hevgirtiyên civakê nîşan dide careke din aşkera bû. Nemzeta ‘Tifaqa Neda’yê’ Şemîran Odîşo, di hilbijartinên parlamentoyê de ji bo parastina mafên jinan, zêdekirina beşdariya kêmnetewan û pêkanîna prensîbên edalet û hemwelatîbûna wekhev, dikeve pêşbaziyê.
Şemîran Odîşo, dengê ku ji nava civaka Xirîstiyan a koçberî, vederkirin û şîdeta mezhebî kişandiye, bilind bû. Ew bawer dike ku bihêzkirina jinên Iraqê yên ji nasnameyên cuda, di avakirina dewleteke sivîl û demokratîk de gava yekem e.
Vîzyona jiyana bi hev re û aştîxwaz
Şemîran Odîşo ji kotaya Xirîstiyan a tifaqa ‘Neda’yê’ ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku dê meha Mijdarê çêbin, dikeve pêşbaziyê. Şemîran Odîşo diyar dike ku wê bernameya xwe ya hilbijartinê li ser prensîbên “jiyana bi hev re ya di nava aştiyê de, parastina cudahiyên çandî û olî, redkirina vederkirinê û lihevkirina civakî” ava kiriye.
Şemîran Odîşo wiha dibêje: “Ji bo parastina mafên hevgirtiyên Xirîstiyan, bihêzkirina xwişk û biratiya nijadî û olî, parastina mîrasa çandî, berdewamkirina perwerdeya bi zimanê dayîkê (Suryanî, Tirkmen, Ermenî û hwd.) û ewlehiya ji bo pirsgirêka koçberiyê, şert e ku bi îstîhdam û edalet wek çare bê dîtin. Her wiha divê zagonên li dijî gotinên nefretê werin derxistin, azadiya baweriyê bikeve bin temînatê û ji bo kesên ji cihên xwe hatine derxistin tezmînat were dayîn.”
Bihêzkirina mafên jinan
Li gorî Şemîran Odîşo, jinên Iraqî hê jî bi astengiyên mezin ên zagonî û civakî re rûbirû ne. Guherînên ku tê xwestin di Zagona Rewşa Kesane de werin kirin dê pêşî li zêdebûna zewaca zarokan, kêmbûna mafên jinên hevberdayî û windabûna mafê welayetê ya di temenê biçûk de, veke. Her wiha diyar dike ku rêjeya şîdeta nava malbatê zêde bûye û mekanîzmayên ji bo gilîkirinê qels in û wiha didomîne: “Xebata jinan jî bi sînor e. Tevî ku li parlamentoyê kotaya jinan ji sedî 25 e, di mekanîzmayên biryaran de hejmara jinên ku xwedî bandor in kêm e. Dengê jinan, tevî asta nûnertiyê jî nayê bihîstin. Bi taybetî jinên Xirîstiyan ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, mezhebî, şîdet û koçberiyê zoriyên mezin dikşînin. Piştî êrîşên DAIŞ’ê civakên Xirîstiyan ên li herêmên wek Deşta Nînovayê, hem ji aliyê mal û milk de hem jî dahatê de zirarên mezin dîtin. Ji ber ku nûnertiya jinan di saziyên siyaset û giştî de tuneye ev rewş girantir dibe.”
Bihêzkirina aborî û saziyî
Şemîran Odîşo dide zanîn ku ji bo bihêzkirina jinan, ne tenê guherînên zagonî divê pergala saziyî jî were bihêzikrin û dibêje ku divê di nava wezaretan de yekîneyên jinan werin avakirin, peywirdarên giştî di warê wekheviya zayenda civakî de werin perwerdekirin û mekanîzmayên giliyê werin aktîfkirin.Her wiha destnîşan dike ku ji bo di warê aborî de jin bikaribin di cihên biçûk û navîn de bixebitin, destek ji hewldanan re bê dayîn, derfetên mûçeyê wekhev çêbibe û qadên bi ewle yên ji destdirêjiyê tên parastin, bên avakirin.
Şemîran Odîşo diyar dike ku di warê perwerdeyê de jî divê mafên jinan li mufredatê bên entegrekirin, bi navbeynkariya medya û îbadetxaneyan, kampanyayên hişyariyê bên lidarxistin û modelên xwedî rol ên jinên serkeftî derkevin pêş.
Parastina mafên kêmaran
Şemîran Odîşo, dibêje ku di bendên bingehîn ên bernameya wê de; mafên kêmaran li ser esasê welatîbûyînê were parastin, li dijî gotinên bi nefret û cudakariyê parastina zagonî hebe, kêmarên koçber bi ewle vegerin, zagona parastina cudahiyên çandî û olî were derxistin û beşdariya warê siyasetê ya jinên kêmar zêde bibe, hene.
Her wiha ji bo zêdekirina zelaliyê ya hikûmetê divê têkoşîna bi gendeliyan re hebe, xizmetên bingehîn ên wek perwerde, tenduristî, cereyan û avê li herêmên gundewar hebin û bi gotinên: “Ger partiya min zagonên li dijî nirxên min erê bike, ez ê bi awayê vekirî ji raya giştî re eşkere bikim. Heta ger pêwîst be, ez ê ji wê partiyê derkevim” biryardariya xwe ya di helwesta siyasî de anî ziman.
Rola rêxistinên jinan
Şemîran Odîşo, got ku rêxistinên jinan li Iraqê di pêşxistina mafên jinan de roleke sereke dilîzin û diyar kir ku bi navbeynkariya van rêxistinan, ji bo jinan desteka hiqûqî, şêwirmendiya psîkolojîk, xizmetên tenduristiyê û bihêzkirina aborî tên dayîn. Her wiha bal kişand ku bi taybetî ji bo rehabîlîtasyon û entegrasyona civakî ya jinên ji şer û koçberiyê bi bandor bûne, ev xebat pir girîng in.
Peyama ji bo jinan
Şemîran Odîşo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ey jinên ku barê vî welatî bi dilê xwe hildigrin; tevî êşê hûn ên ku roniyê diparêzin… Hûn di her serdemê de bûn sembolên perwerde, ked, pêşengî û guherînê. Werin em bi hev re ji Iraqa ku edalet û wekhevî lê serdest be bimeşin. Ji welatek ku jin û mêr li kêleka hev dijîn, tu cudakarî lê tunebe.”