'Ji bo têkbirina polîtîkayên parçekirinê yekitiya Kurd şert e'

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Gulistan Elî bal kişand peymana Qesra Şêrîn û Sykes Picot ku bun sedema parçekirina Kurdistanê û li dijî polîtîkayên parçekirinê girîngiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd anî ziman.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Kurdistan xwedî dîrokeke dewlemend e ji têkoşîn û berxwedanê, xwedî şoreş û serhildanên herî bi nirx e ku li dijî sermayedar, desthilatdar û faşîstan hatine lidarxistin. Kurdistan di 17'ê Gulana 1639'an de bi peymana Qesra Şêrîn di navbera Osmanî û Sefewiyan de hat parçekirin û kirin du beş. Wekî yekem peyman li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Paşê peymana Sykes Picot, hatiye pêşxistin û wiha hêzên mêtinger li dijî Kurdistanê polîtîkayên parçebûyînê dan destpêkirin.

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulistan Elî ya derbarê polîtîka û siyasetên parçekirina Kurdistanê de axivî, girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd anî ziman.

'Qesra Şêrîn rê ji Sykes Picot re vekir'

Gulistan Elî got ku peymana Qesra Şêrîn fermiyeta destpêkirina qirkirina gelê Kurd li Kurdistanê bû û wiha domand: "Piştî 150 sal ji şer û ferzkirina desthilatdariyê, Sefewî û Osmaniyan peymana Qesra Şêrîn bi pêş xistin û gelek herêmên Kurdistanê dabeşî hev kirin. Peymana Qesra Şêrîn heya sedsala 21'ê jî didome û di vê navberê de nêzî 18 hevpeymanên wiha ku Kurd kiribûn armanceke sereke hatin pêkanîn. Ji ber berjewendiyên li ser sînoran û berfirehkirina desthilatdariyan ji aliyê van hêzan ve, di sala 1639'an de nesekinî û heya roja me ya îro domiya. Peymana Sykes Picot jî berdewamiya peymana Qesra Şêrîn bû, Kurdistana ku kiribûn du parçe, piştre kirin çar perçe  û di navbera Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê de hat dabeşkirin. Armanc perçekirina gelê Kurd û perîşankirina wan bû ku giştî gelê Mazopotamyayê bû. Xwestin erdnîgariya herî zengîn di cîhanê de ji gel, ziman û çandên wê biceridînin."

Ji sala 1639'an heya 2023'an heman polîtîka

Gulistan Elî da zanîn ku Kurd bi heman polîtîkayên qirkirinê ji 1639'an heya 2023'an rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tenê sal derbas bûn lê heman rêbazên dagirkirin û parçekirinê tên meşandin ruxmî wê jî Kurd bihêztir bûn. Welatên ku Kurdistanê parçe kirin Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê hê jî hewl didin parçebûyînê bikin, ji ber yekitiya Kurdan ji xwe re wekî hilweşandina pergala xwe dibînin. Çiqas di navbera van welatan de şer û nakokî hebin, dema mijar dibe doza Kurd li ser û bin maseyan peymanan plan dikin. Her dem hewl didin erdîngariyeke bi navê gelê Kurd tunebe û ji statuya xwe bêpar bin. Niha AKP-MHP bi zihniyeta Osmaniyan hewl didin tiştên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de ji dest wan çûye, wekî Sûriye, Iraq û welatên derdorê dîsa bi dest bixin."

‘Sedsaleke girîng û çarenûsî ye’

Gulistan Elî da payin ku sala 2023'an salekî çarenûsî û girîng e û wiha domand: "Sedsalek zêdetir di ser Sykes Picot re derbas dibe, 2023 saleke çarenûsî û pir girîng e ji bo têkbirina wan peymanan. Ji ber niha cîhan li ser siyaset û nexşeyeke nû ji cîhanê re nîqaş dikin ku wê dîsa her welat para xwe jê bigre. Ji ber wê dewleta tirk bi hemû dijwariya xwe siyaseta qirkirinê li Kurdistanê û şerekî bênavber dimeşîne. Li ser vê yekê jî têkiliyan bi welatên ku dijminê wî bûn jî ava dike. Mînaka herî ber biçav jî avakirina têkiliyan bi hikûmeta Şamê re, ye ku dîsa li ser hesabê Kurdan têkiliyên li ser bingeha qirkirinê bide avakirin."

Kurd di sedsala 21'ê de xwedî derfeteke dîrokî ne

Gulistan Elî da xuyakirin ku Kurd di sedsala 21'ê de xwedî derfeteke dîrokî ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Cudabûna sedsala 21'ê ew e, derfeteke dîrokî di destên gelê Kurd de heye di nava şerê ku li Rojhilata Navîn de diqewime de bibêje bes e, ez jî heme û divê ku bibim xwedî maf û statû. Lê divê ku bizanibin çawa bixin xizmetê. Gelê ku bi rastî şoreş pêk anî, dizanibû çima şoreş pêk tîne, çi dixwaze bide guhertin û bidestxistin. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derket pêş. Lê li parêzgehên din ên Sûriyeyê, şoreş ji cewherê xwe hat derxistin û bû berjewendiyên di navbera hikûmeta Şamê û Opozîsyona Sûriyeyê de. Daxwazên gel, veguherandin berjewendiyên aliyan û daxwazên gel di bin şerê çekarî de fetisandin. Lê şoreşa ku Kurdan pêşengiya wê kir, hemû netew hembêz kirin û bi projeya netewa demokratîk hebûn, nasname û mafê netewan misoger kir."

‘Kurd di vê sedsalê de mohra xwe li dîrokê dan’

Gulistan Elî di axaftinên xwe de bal kişand ser cîhana ku di nava xwe de dikele û difûre û wiha domand: "Gelê Kurd şûtek avêtiye lê yên herî xeter pêşiya wê hene. Niha jî cîhan bi giştî di nava kelandinekê de ye, di nav xwe de dikele û difûre. Lê peymanên çawa û kî vê carê jê re bikin qurbanî ne zelal in. Kurdan di vê sedsalê de, mohra xwe li dîrokê dan. Bêguman ew ê ev mohr ji statuyê bêpar nemîne. Xwediyê projeya netewa demokratîk divê ku di vê sedsalê de ji statuya xwe bêpar nemînin. Ji lewre divê di warê siyasî û dîplomasî de em hîn bêtir bixebitin, ji ber pêşerojeke ne diyar li pêşiya me heye. Divê ku armancên gel û netewên ji bo wê têdikoşin bighêjin serî."

‘Yekitiya Kurd ji nan û avê girîngtir e’

Gulistan Elî girîngiya yekitiya partiyên Kurd bi bîr xist û wiha got: "Di vê pêvajoya çarenûsî de, pêwîstiyeke demdildest bi yekitiya partiyên Kurd heye ku maf û destkeftiyên gelê Kurd ên li Kurdistanê misoger bikin. Dewleta tirk hê jî hewl dide pirsgirêk û nakokiyên di navbera Kurdan de kûrtir bike û wan bi hev bide kuştin. Ya ku heta niha nehiştiye Kurd bibin yek û nîqaşa yekitiya xwe bikin, dewleta tirk e. Bi taybetî divê ku Başûrê Kurdistanê êdî neyên lîstik û nekevin xefika tirkan divê em derbên giran li xwe nexin. Yekitiya Kurdî-Kurdî di vê sedsalê de, ji nan û avê girîngtir e. Yekitî çênebe, wê destkeftiyên her çar aliyên Kurdistanê bixin xeteriya têkçûyînê. Divê hin partî dest ji berjewendiyên malbatî û eşîrtiyê berdin û xizmeta gel bikin. Em careke din Kurdistana xwe bikin yek, sînoran hilînin û gel bêyî qexedeya ziman û di nava wekhevî û demokrasiyê de bijîn. Her wiha em projeya xwe ya netewa demokratîk cîhanî bikin ku modela wê li her derê belav bibe."