"Ji bo destekdayîna jinan em bi stratejiyeke neteweyî ya zelal dixebitin"

Iraq yek ji wan welatan e xwe guhertinên curbecur e. Ji ber ku di gelek qeyran û êrîşan re derbas bûye û rastî xirabûna rewşa aborî ay ku gelek kom û mezheban hatiye gelek êş kişandiye. Di civîna Rêxistina Jinên Ereb de destkeftiyên hikûmeta Iraqê ya di dosyayên jinan de hatin danasîn.

ESMAΠFATIHΠ
Qahîra-Ji bo axaftina li ser rewşa jinan li Iraqê, hewldan û planên hikûmetê ji bo pêşvebirin û bidestxistina aramiyê û çareserkirina krîzên karûbarên herêmî heye. Ji aliyekî ve karesatên ku hemû cîhan û Iraq jî tê re derbas dibe wekî belavbûna vîrusa koronayê û guhertinên avhewayê çêdibin. Têkildarî van mijaran ajansa me bi Rêvebera Giştî ya Dezgeha Jinan a Meclisa Wezareta Iraqê Yusra Ebdulkerîm re hedîtinek pêk anî.
Destkeftiyên hikûmeta Iraqê yên di dosyayên jinan de
Rêvebera giştî ya dageha jinan a wezareta Iraqê doktor Yusra Ebdulkerîm Mohsen diyar kir ku di civîna 10'emîn a Meclisa Rêveber a Rêxistina Jinên Ereb ku di 25'ê Mijdarê de li paytexta Misir Qahîreyê bû. Bi boneya Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanî hatibû lidarxistin, wê dosyayek ji destkeftên hikûmeta xwe der barê jinan de ku di rêza pêşîn de bû ji destpêkirina plana niştimanî ya biryara Meclisa Ewlekariyê de bû nirxand.
Yusra Ebdulkerîm Mohsen bal kişand ser ku Iraqê zagonek ji bo qanûnên jinên Êzidî yên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, derxistiye da ku temînata dabînkirina tiştên pêwîst ji wan re pêk bîne. Ji ber binpêkirinên ku çeteyên DAIŞ'ê li ser jiyana wan pêk anîbûn pêwîstî bi vê yekê hebûye. Her wiha gelek qanûnên ji bo sererastkirina qanûna ceza hatin derxistin, di van qanûnan de gelek metnên qanûnî yên cîbicîkirinê (tenfîzî) yên girêdayî jinan hatin sererastkirin û ji bo şandina parlamentoyê ji bo meclisê pêşkêşî desteya serokatiyê hatiye kirin.
Hejmara kursiyan li parlamentoyê zêdetir bû
Di warê siyasî de ango di qada hêzdarkirinê de, planek ji bo piştgirîkirina beşdarbûna jinan di hilbijartinan de hat destpêkirin ku di yekemîn ragihandina encaman de bi serkeftina 96 jinan ji sedî 29,4' hejmara kursiyan di parlamantoya Iraqê de pêk tê, bi dawî bû. Her wiha hejmara kursiyên ku bi kotaya ji bo jinan hatin veqetandin 11 zêdetir bûn û ji 83 kursiyan derbas bû. Yusra bi bîr xist ku 56 jin bêyî ku pêwîstî bi sîstema kotayê bibînin bi ser ketine û ev yek pêşketin û destkeftiyek girîng e ji bo jinan û diyar kir ku Plana Niştimanî ya Mafên Mirovan a serdema 2021- 2024'an hatiye pejirandin. Her wiha avakirina komîteyeke bilind ji bo pêşxistina planeke stratejîk a taybet ji bo jinan û avakirina komîteyeke bilind ji bo jinên Iraqê di sala 2028'an de û peydakirina derfetên kar ji bo jinan.
Ji aliyê aborî ve avakirina projeyên biçûk û navîn pêk hatin û gelek bernameyên tevlibûna darayî bi taybetî li navçeyên ku ji ber terora DAIŞ'ê ziyan dîtine û li navçeyên gundewarî jî hatine destpêkirin. Her wiha zêdetirî 600 xanî ji bo jinên ku mala xwe bi rê ve dibin hatine dayîn û gelek însiyatîfên ewlekariya civakî ji aliyê bankaya navendî ve ku gelek jin hedef girtin hatine destpêkirin.
Jinên Iraqê û pandemiya koronayê
Hemû welatiyan ji şewba koronayê êş kirşandin û gelek nexweşên koronayê li seranserî cîhanê jiyana xwe ji dest dan û jinan para herî mezin a qeyrana di wê karesata cîhanî de girtin. Gelek encamên neyînî li ser jinên Iraqê hat kirin ji ber ku beşeke mezin ji wan rastî bêkariyê hatine û lêçûna jiyanê giran bûye û rewşa aborî xirab e.
Yusra Ebdulkerîm Mohsen di daxuyaniyên xwe yên ji ajansa me re destnîşan kir ku wan gelek însiyatîf ji bo jinên ducanî û yên ku zarokên xwe xwedî dikin di destpêka wê de dayîna betlaneyê bi mûçeyên tam ji bo jinan di dema ducaniyê de û ji bo jinên ku zarokên wan ên biçûk hene demjimêrên kar kêm kirin her wiha demjimêrên kar bi giştî ji bo karmendên jin ji sedî 25 kêm kirin.
Her wiha wê destnîşan kir ku ji bo rûbirûbûna koronayê planek hatiye amadekirin û ji aliyê bankaya navendî ya Iraqê ve bi însiyatîfeke mezin hatiye destpêkirin ji bo fînansekirina projeyên biçûk û navîn û ferzkirina şîrketan û xwediyên karsazan di sektora taybet de ku mûçeyên karkerên jin û mêr di heyama rawestana ji ber belavbûna Koronayê de bidin.
Yusra Mohsen rol û misyona bi bandor a Rêxistinên civaka sivîl ji bo rûbirûbûna bi vîrusa koronayê û rûbirûbûna encamên wê yên neyînî piştgirîkirina tenduristî û belavkirina hişmendiyê li gelek deverên Iraqê, nîşan da û nirxand.
Pêşniyara guhertinên qanûna cezayên Iraqê ji bo piştgiriya jinan
Yusra Mohsen der barê hûrgiliyên tiştên ku di aliyê zagonî de li Iraqê pêk tên, ji wan yek jî guhertina zagona ceza ya niha û şandina wê ji bo Encûmena Bilind a Dadwerî û wiha diyar kir: "Di pêşnûmeya guhertinan de pêkanîna wekheviya qanûnî ya di navbera jin û mêran de, rakirina metnên cihêkariyê yên di navbera wan de û her wiha pêşniyarkirin û zêdekirina pêşnûmeya rêziknameya taybert a bi navê 'jin û edaleta cezayê' li ser bingeha rêgezên taybet ên ji bo mijûlbûna bi operasyonên qanûnî re ye."
Jinên Îraqê û tundiya li ser wan
Gelek jin li seranserê cîhanê, çi li ser asta malbatê, çi di warê kar de, çi jî di danûstendinên rojane de li qad û kolanan, rastî tundiyê tên û rûbirûbûna cureyên tundûtûjiyê di demê krîza heyî de bûye trenda sereke.
Di axaftina xwe ya di civîna 10'emîn a Rêxistina Jinan de Rêvebera Giştî ya Dezgeha jinan aa Meclisa Wezareta Iraqê Yusra Ebdulkerîm bal kişand ser tiştên ku hikûmeta wê ji bo rûbirûbûna tundiya li ser jinan pêşkêş kirine.
Yusra diyar kir ku wan tîmeke niştimanî ji bo amadekirina stratejiya parastina ji tundûtûjiya nava malbatê ava kirine û navend hatine vekirin ji bo parastina jinan ji tundûtûjiya heyî her wiha hêsankirina prosedurên wergirtina lêçûnên jinan û parastina wan.