Hevkariya bi hemû beşên civakê re yekane rêya gihîştina civakek adil e

Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî û Endama Buroya Siyasî ya Partiya Feda, Retîba EL-Netşe dibêje ku ew bi rola jinan bawer e û şiyana wan heye ku di her helwestê de bandorê li ser civakê bikin, hem di warê siyasî de hem jî civakî.

TEHRÎR BENÎ SEXIR
Ramallah - Ji bo piştgirîdayîna zêdekirina rola jinan di civak û jiyana siyasî de ez bawer dikim ku derfeta aktîfkirina Encûmena Zagonsaz heye ku dibe ev bibe derfetek ji bo guhertinek di zagonan de, polîtîka û butçeyan çêbike. Bi baweriya ku zagon şarezabûnê di guhertina fikrên civakê de çêbike û dorpêçkirina zîhniyeta zordarî ku li ser civakê hatiye ferzkirin biguherîne.
Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî û Endama Buroya Siyasî ya Partiya Feda, Retîba EL-Netşe dibêje ku ew bi rola jinan bawer e û şiyana wan heye ku di her helwestê de bandorê li ser civakê bikin, hem di warê siyasî de hem jî civakî de. Pirsgirêk bi hejmara jinan a di lîsteyên hilbijartinê de ne têkildar e, ji ber vê yekê hevkarî di hemû beşên civakê de rêkeftina tekane ye. Ji bo ku mirov bigihîje civakek bajarvanî ku tê de nirxên dadmendiya civakî serdest bin û ji bo derfetên kar têkoşîn pêwîst e.
Mafên civakî bûn berdêla mafên siyasî
Der barê beşdariya jinan di hilbijartinên pêş de û bandora wan de jî dibêje: ”Mixabin, di tevgera femînîst de, em hîn jî dûr in ji pêkanîna daxwazên xwe yên wekheviyê û beşdariya di biryargirtinê de. Lê belê pevguhertina mafên me yên civakî di berdêla mafên siyasî de hîn jî di vê rewşê de serdest e, ev yek jî beşdariya jinan kêm dike û nagihîje hevkariyê.
Retîba El-Netşe axaftina xwe wiha domand; "Hebûna tevgerên pêşverû, çep û demokratîk hîn jî hêviyê dide beşdarbûna hejmarek mezintir ji jinên çalak ên ku dikarin guhertinê çêbikin. Guhertina vê dawiyê ya zagona hilbijartinê ji % 26 ji jinên di nav lîsteyan de temsîl dike û ne şert e ku ew di nav Encûmena Zagonsaz de bigihîjin vê rêjeyê. Ger jin dernekevin pêşiya lîsteyên hilbijartinê, wê hingê rêjeya daxistinê ji bo lîsteyê du kursiyan digire û kursiya sêyemîn jî li derveyî hevkêşeyê dimîne. Di çar kursiyên din de jî hebûna jinan bêyî ku cihê wê were diyarkirin şertekî pêwîst e, heke lîste şeş kursiyan bigre, teqez dê jinek bigihîje. Bi zêdebûna hejmara lîsteyan û daketina pozîsyona jinan di lîsteyê de, şansa jinan kêm dibe. Ev mijar bi hewceyî hişyarî û baweriyek civakê ya kûrtir e ku jin di qada giştî de hevparên pîşesaziya pêşerojê ne."
Retîba Netşe kî ye?
Retîba El-Netşe di Hezîrana 1982’yan de li bajarê Qudisê ji dayik bûye. Ew bi hûrguliyên xwe, pir rengî û pejirandina xwe ji bo her tiştî di bin siya malbatek ku xema siyasetê dixwe û nirxên dadmendiya civakî digire de dijî û cihê xwe di karên civakî de jî digre.
Retîba El-Netşe dibêje; “Bavê min heya nîvê salên notî çalakvaneke yekitiyê bû, diya min femînîst bû, û bi zelalî yan rêberiya rasterast, vê yekê jî li ser kesayeta min bandor kir.”
Bi pîvana femînîst mezin bûm
Der barê xwendin û karûbarên xwe de jî wiha dibêje: “Min di dibistana amadeyî de hevdem digel damezrandina Rêveberên Werzîş û Ciwanan li parêzgehên Filistînê dest bi çalakiyên xwe yên civakî kir.Gelek keç û xortên çalak hatin ji bo ku di rêvebiriya kampê û rêvebiriya dilxwaz a li bajarê Qudisê de di 1996 de perwerde bikin hatin hilbijartin. Ji wê hingê ve min dest bi karê xwe yê dildar û civakî kir. Xwendina min a zanîngehê hevdem bû digel serhildana duyemîn û dû re damezrandina Komîteyên Berxwedana Dîwar û boykotkirina kampanyayên Israîlê de.Tevlibûna min di van komîteyan de jixweber û ji neçarî bû, pîvana femînîst a ku ez li ser parêzeriya wê mezin bûm ji çalakiyên min ên civakî û tevlibûna min a di saziyên femînîst de her li ber çav bû.”
Mîna her jina ciwan li cîhanê, qonaxa xwendina zanîngehê jî qonaxa rêgezan e, rêgezên min ber bi xebata civaka niştimanî ve bû da ku veguherînim enerjiyeke teqîner ji bo guhertina şîdeta li ser ciwanên ku binkeftin qebûl nekirin û neketin bin zehmetiyên rastiyê. Xala guhertinê di sala 2002’yan de dest pê kir, wê demê min karê dilxwaziyê dewr girt û ramana rêxistina karê dilxwazî û civakî weke amûreke sereke bû mijarên gel ên rojane bimeşe. Di nava wan rewşan de ramana serkêşiyeke ku bi ciwanan re ji bo karê dilxwaziyê beşdar bibe derket ku ew jî li zanîngeha Qudisê bû.”
Ji bo pêşveçûna tekekesî pêwîtî bi rêxistinbûneke kolektîf heye
Retîba El Netşe der barê xwendina perwerdeya xwe de wiha didomîne: "Min xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Qudisê li Ebû Dîs qedand. Min bawernameya bekaloryosê di zanistên geşepêdana civakî û aborî de girt û plana xebata dilxwazî kir pîvanek nû ya geşedanê û di formulekirina yekem de bû dîtinên ciwanan li hemberî pirsgirêkên bêkariyê. Karûbarên ciwanan û pirsgirêkên din ên ciwanan bi hevkarê xwe yê parêzer Bedir Zemara re beşdar bûm.”
Retîba El-Natşe, endama Buroya siyasî, dibêje; “Ji bo pêşveçûna takekesî hewceyî rêxistinek kolektîf in ku mirov pê bikaribe raman û meyla xwe ber bi seferberiyek bihêztir ve bibe. Ew jî bi riya çalakiyên di nav saziyên ciwanan tenê de pêk nayê, ji ber vê divê ku saziyeke rêxistinî ya van hemû armancan hembêz dike were avakirin. Min jî xwest ku cihê xwe di Yekitiya Demokratîk a Filistînê ya Feda de bigrim û hêza xwe di wir de derxim pêş. Îro ez endama buroya siyasî me di konferansa çaremîn a partiyê ya ku di Temûza 2019’an de pêk hat hatim hilbijartin.”