Hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” dewame
Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Ji Xizaniya Jinê re na" bi jinan re li Herekeyê hatin gel hev.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” îro li Kocaeliyê bû. Şandeya ku ji Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Koordînasyona Jinê û endamên Mêclîsa Jinan a Kocaeliyê pêk dihat, li navçeya Hereke ya Kocaeliyê bi jinan re hat gelhev.
“Emê jin bi hev re jiyana nû ava bikin”
Ayşe, di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyeke ku şewba vîrûsa koronayê belavbûyî de desthilata AKP’ê bi jinan, HDP’ê û kurdan re mijûl bû. Ayşe, anî ziman ku desthilat dixwaze pergaleke yekperest ava bike û wiha got: “Di pêvajoya koronayê de ewil jin ji çav hatin derxistin. Em îro dixwazin tiştên bi serê we tên guhdar bikin. Ji ber ku sozeke ku ev desthilat ji me re bide nemaye. Jiyana nû jî em jin em ê bi hev re ava bikin.”