‘Hestên welatparezî di partî û hikumeta Başûr de nema ye’

Mîhrîba Elî a di deme serhildanên li dijî rejîma Baas ya Iraqê li girtîgehê girtiya siyasî bû dibêje; ‘Ez di wê baweriyê deme ku wê ev gel dubare li dijê vê hikumetê şoreşê bike.’

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di sala 1991’an de, gele Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma baas ya Îraqê dest bi serhildanê kir, herêma Raperîn bû deriyek, di 5’ê Adarê heta 21’ê Adarê û rizgarkirina bajarê Kerkuk, serhildan berdewam kir. Serhildan bû sedem ku hêzên rejîma baas ji Başûrê Kurdistanê derbikevin û bibe avabûna desthilata Kurdan.

Piştî şerê sala 1990’an a Kuwêt, Îraq rastî şikestina siyasî, leşkerî, dîplomasî, aborî hat û desthilat lewaz bû. Ev jî ji bo gelê Îraq bi tayebet gelê Kurd yê li Başûrê Kurdistanê bû derfeteke ku dest bi serhildanê bikin ku ji tirs, komkojî û girtinê rizgar bibin. Di dawiya meha Sibatê de xwepêşandan ji koma Saed ya bajarê Basra destpê kir û piştre herêmên Zubeyr û Ebukxesbî Sunini Nişînî bi parêzgeha Basra di 3’ê Adara 1991’an ya serhildanê, piştre Şiayên Îraqê li bajraê Basra, Diwanye, Misan, Nasriye, Necef û Kerbela, Emre, Wast û Musena serîhildan, lê belê piştre hatin bêdeng kirin. Herêma Raperîn ya Başûrê Kurdistanê bû yekem herêma serhildana Kurdan têde destpê kir û bû deriyek ji bo bajar û bajarokên din.

Serhildana Adara 1991’an ji bo gelê Kurd bûyerek mezin û dîrokiye, ev bi xwere destkeftî û geherînên mezin anî. Başûrê Kurdistanê serbixwe bû û bû xwedî parlemento û hikumeta xwe. Di vê serhildanê de jin xwedî rolek berbiçav û giring bûn. Lê belê piştî 31 salên serhildanê, rewşa Başûrê Kurdistan her ku diçe gendelî, qeyrana aborî, siyasî û civakî, xirabiya sistema perwerdê, kuştin û xwekuştin, tundîtûjiya beramberî jinan û pirsgirêkên ragihandinê, ne berpirsyarî têde serî hildaye û xelk ji hestên welatparêzî bê par hatine hêlan û koçberiya ciwanan, bê hêviya ji desthilata Kurd ava kiriye.

‘Ew şoreşa gel kir, hesta ji nû ve dayîkbûnê min re çêkir’

Mîhrîban Elî bi xwe ji Qeladize û niha li bajarê Silêmaniyê ye, di dema serhildana 1991’an wê deme girtiya siyasî bû. Der barê serhildanê de diyar kir ku gel serhildan kir, dema ku li Qeladizê serhildan destpê kir gel ev yek pêkanî, şehîdê yekem jî li Qeladizê li herêma Xebat û piştre di 5’ê mehê de li Ranya destpê kir û ronîkirina vê serhildanê ji çiya destpê nekir, bi hevgirtina gel pêkhat. Ew gelê di bin destê rejîma baas de di hat çewisandin bû û wiha got: “Bi hevgirtina ciwan, jin û meran wê demê şoreş destpê kir, wê demê ez girtiya siyasî bûm û li girtîgehê bûm. Ji bo min hestek gelek cûda bû , hestek taybet çêbû û wisan bû ku ji nû ve ji dayîk dibim.”

‘Partiya siyasî û Îslamî li çiyê bûn û gel jî serhildan kir’

Mîhrîban Elî destnîşan kir ku di dema serhildanê de li gel 68 girtiyên siyasî di girtîgehê de bû û wê heta roja Newrozê bihatan darvekirin û wiha got: “Di wê demê de Pêşmerge li çiyê bû û partiyên çep di nava bajar de rêxistin û xebat dikir, gel û komelên çep di nava bajar de dest bi serhildanê kirin. Pêşmerge li pişta wan bûn, li bajarê Silêmaniyê dema Emnesor hat girtin, pêşmerge raste rast hatin di nava bajar de.”

‘Jin di Şoreşa leşkerî û di nava bajar de xwedî rolek giring bûn’

Mîhrîban Eli di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rola jinê û hêza gelê Kurd di şoreşê de û wiha dom kir: “Şoreş bêyî hêza gel nayê pêkanîn, herçend li çiya hêza şoreşger hebin, lê belê ger di nava bajar de rêxistin nebe şoreş nayê kirin. Jina ji şoreşê re pêşengî kir û jiyana xwe û malbata xwe xistin metirsiyê ji bo gel û netewa xwe. Hinek ji jinan bira, hevjînên wan pêşmerge bûn, dihatin girtin û di girtîgehan de tundîtûjî li beramberî wan dihat pêkanîn. Di şoreşê de cûdahiya jin û mêran nîne, ev fikre wisa kir ku jin çek rakin şer bikin. Di civakê de jin ne di pileya dûem deye divê xizmetê bi aqil û fikrê xwe bike û di gelek civakan de cihê destê jinê diyare.”

‘Gel ji bo bigihe vê rojê şoreş nekir’

Mihrîban Elî destnîşan kir ku gel ji bo bigihêje van rojan şoreş nekir û wiha got: “Ez ne poşmanim ji ber fikra xwe hatim girtin, lê belê gel şoreş ji bo wê nekiriye di dawî de bigihe van rojan. Têde mafê gel were xwarin û ji bo berjewendiyê xwe kompanyan ava bikin, gel ji bo wê yekê şoreş kir ku dixwest welatê xwe bi xwe rê ve bibe. Ne ji bo bigihe vê rewşê ku heta niha nezanîn rêve bibin. Ev sê sale hikumeta herêma Kurdistanê li ser ne ji holê rakirina îradeya gel, îradeya ciwan û hemwelatiyan kar dike. Ji ber vê yeke bi ciwanan re hestê welatparêziyê nemaye.”

‘Ronî bûye wê gel cardin li dijî vê desthilatê şoreşê bike’

Mihrîban Elî di dawiyê de wiha got: “Ger ronahiyek ji bo gel hebe bê guman wê cardin hestê welatparêziyê geş bibe û ev gele dikare rû bi rûyî dagirkerî û desthilatê were. Ji bo wê jî em weke pêwîstî dizanîn divê hemwelatî werin perwerde kirin û di zaroktî de hestê welatparêziyê perê ava bikin. Hesta welatparêzî û heskirina welat ne hilgirtina çeke, parastina ji tişta herî biçûke. Hesta gel yê ji bo welatparêziyê maye lê belê ev hest di desthilat û partiyan de nemaye.”