‘Helwest û têkoşîna li dijî dagirkeriyê erk e’

Çalakvana mafê mirovan Dilsoz Zengene derbarê êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivî, got “Helwest û têkoşîna li dijî dagirkeriyê erk e” û bang li her kesê kir ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê berdewam dike, dewleta Tirk ji 15’ê hezîrana 2024’an ve êriş û dagirkeriya xwe dijwartir kirine. Di encama van êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne, ziyanên mezin gihane bax û baxçeyên hemwelatiyan û dewleta Tirk bi van êrişan hewl didin gundan vala bikin. Li dijî van êrişan hikumeta herêma Kurdistan û Iraqê bêdeng e, lê belê nerazîbûnên gel ên li dijî van êrişan zêde dibin. 

Çalakvana mafê mirovan Dilsoz Zengene diyar kir ku êriş û dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistan û derbaskirina sînoran ji aliya dewleta Tirk ve binpêkirina mafê mirov û destûrê ye û wiha got: “Êriş û derbaskirina sînoran binpêkirina mafê mirov û destûrê ye. Di êrişan de gund tên valakirin û hemwelatiyên sivîl tên qetilkirin. Di encama êrişan de her tim jin û zarok dibin hedef. Divê rêgirî li tevahî dagirkeriya xaka başûrê Kurdistanê bê kirin. Iraq û beşek ji partiyên siyasî yên başûrê Kurdistan ji ber berjewendiyên xwe yên taybet û hevbeş rê didin dewleta dagirker a Tirk bê nava xaka başûr û sînoran derbas bikin, êriş bikin ser gundan û hemwelatiyan neçarî koçberiyê bikin. Ji derveyî vê jî gelek hemwelatiyên sivîl dibin hedef.”

‘Em dixwazin dengê xwe bigihînin her kesê’

Dilsoz Zengene da zanîn ku beşek ji çalakvan, kesên siyasî, azadîxwaz, mamosta û rewşenbîr bi riya pêkanîna Eniya Yekîtiya Gel a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û wiha dom kir: “Em dixwazin bi riya Eniya Yekîtiya Gel dengê hemwelatiyan û tevahî azadîxwazan, bigihînin desthilatdaran û Netewên Yekgirtî. Dema ragihandina Eniya Yekitiya Gel a di 22’ê Tirmeha 2024’an de armanca me ew bû daxwaznameyek hestiyarî  bixwînin. Li dû cihên cûda hêzên asayîşê li bajarê Silêmanî êrişî girseyê kir û girse belav kir, endamên me birîndar kirin. Di demekê de bajarê Silêmanî bi hemwelatiyên bi wêrek û li dijî zilm û zoradariyê tê nasîn.”

‘Divê em destur nedin destwerdana ji derve’

Dilsoz Zengene destnîşan kir ku ji bo bi destxistian xaka Kurdistanê gelek kes jiyana xwe ji dest dane û di hebûna van destkeftiyên de jin jî xwedî rolên giringbûn û wiha got: “Jinên Başûrê di şerê navxweyî de ber bi parlemenê ve bi rê ketin û li dijî şer navxweyî têkoşîn kirin. Beşdarîkirin û pêşengtiya jinan di Eniya Yekitiya Gel a li dijî dagirkeriyê erk e û helwestek jêre pêwîste. Gihandina dengê hemwelatiyên başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahî cîhanê giring e. Yekîtiya hemwelatiyên başûr û tevahî Kurdan li dijî dewleta dagirker a Tirk erkê hemû kesên Kurd e. Divê li dijî dagirkeriyê gelek çalakiyên bi bandor werin li darxistin, bi riya çalakî û daxuyaniyan em rê nedin dewletên derdor destwerdanê li xaka me bikin.”