Hediya Yûsif: Hikûmeta Şamê berpirsiyarê van bûyeran e
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Hediya Yûsif, daxwaza naskirina mafên gelê Kurd, parastina zimanê dayîkê û cezakirina sûcdarên bûyerên dawî kir û destnîşan kir ku berpirsiyariya van bûyeran dikeve ser milên hikûmeta Şamê.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê ya Şamê ku zimanê Kurdî di dibistanan de bi 3 saetan sînordar dike, nerazîbûna civaka Kurd zêde bû. Her wiha kuştina endamê Tugaya Hesekê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî û xwepêşandêrên ku li Girtîgeha Kobanê agir berdan bedena xwe, rojeva herêmê germtir kirin. Bêguman ev yek provakasyone û têkbirîna pêvajoya heyî.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Hediya Yûsif, berpirsiyariya hikûmeta Şamê ya li hemberî van bûyeran anî ziman û bang li hikûmetê kir ku bi awayekî lezgîn ji bo pêşîgirtina bûyeran mudaxele bike.
Hediya Yûsif, di axaftina xwe de sersaxî ji malbata Sîpan Hiznî û hemû malbatên cangoriyan re xwest û bal kişand ser mafên gelê Kurd, bûyerên dawî û berpirsiyariya hikûmeta Şamê. Hediya Yûsif, got ku divê hikûmeta Şamê bi lezgînî mudaxele bike, sûcdaran eşkere bike û rê li pêşiya tevliheviyên nava civakê bigre.
‘Divê mafên gelê Kurd di makezagonê de bikevin bin temînatê’
Hediya Yûsif, diyar kir ku mijara sereke ya niha di rojeva civaka Kurd de ye, mafên gelê Kurd e û ev maf divê ji qonaxa yasayî derbasî makezagonî bibe û got ku gelê Kurd xwedî hebûn, ziman û çanda xwe ye divê mafên Kurdan di makezagona Sûriyeyê de bên naskirin û parastin.
Hediya Yûsif, têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012’an û vir ve anî ziman û da zanîn ku gelên herêmê ji bo parastina ewlehiya niştimanî gelek bedelên giran dane û destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate bi sedan salan bi awayekî aram bi hev re jiyane û di navbera wan de têkiliyên çandî û malbatî çêbûne.
‘Me 13 salan îsbat kir ku gel dikare xwe birêve bibe’
Hediya Yûsif, da zanîn ku Rêveberiya Xweser di zêdetirî 13 salan de pergaleke li ser bingeha yekîtiya gelan ava kiriye û di vê pêvajoyê de ziman û çandên Kurd, Suryan, Ereb û Ermen hatine parastin û pêşxistin û got: “Hemû netewan bi çanda xwe jiyan û bi zimanê xwe xwendin. Her çiqas kêmasiyên me hebin jî me îsbat kir ku gelên herêmê dikarin xwe birêve bibin û bi hev re bijîn. Gelên herêmê di van salan de jiyana hevbeş ava kirin û vê yekê nîşan daye ku pêkhateyên Sûriyeyê dikarin di şertên ewle û aram de bi hev re bijîn.”
‘Biryara kêmkirina waneyên zimanê Kurdî bû sedema nerazîbûneke mezin’
Hediya Yûsif, biryara Wezareta Perwerdeyê ya Şamê der barê sînorkirina waneyên Kurdî ji bo sê demjimêran wekî gaveke paşveçûyî bi nav kir û got ku ev biryar di nava civaka Kurd de bûye sedema nerazîbûneke mezin.
Hediya Yûsif, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku civaka herêmê heta niha bi sebir tevgeriyaye û hewl daye pirsgirêkên xwe bi riya diyalogê, yasa û rêbazên aştiyane çareser bike û wiha pê de çû: “Me gelê xwe aram kir. Me got ku em ê vê pêvajoyê bi diyalogê, bi yasa û bi rêbazên aştiyane bi pêş bixin ku ji bo vî welatî bi hev re makezagoneke jiyana hemû gelan misoger dike ava bikin. Me rêbaza têkoşîna xwe bi hêviya avakirina pêşerojeke baştir guherand.”
‘Êrîşa li dijî Sîpan Hinzî êrîşeke li dijî civaka Kurd e’
Hediya Yûsif, kuştina Sîpan Hiso wekî êrîşeke li ser civaka Kurd û pêvajoya lihevhatinê ya bi Şamê re nirxand û destnîşan kir ku Sîpan Hiznî ne tenê kesekî ye, nîşaneya parastina civaka Kurd û rûmeta artêşê ye. Hediya Yûsif, wiha bilêv kir: “Şehîd Sîpan alîgirê azadî, wekhevî û biratiya gelan bû. Êrîşa li ser wî, êrîşa li ser civaka Kurd, rûmeta artêşê û li ser peymana bi Şamê re ye.”
‘Divê hikumet berpirsyariya xwe bi cih bîne’
Hediya Yûsif, hikûmeta Şamê wekî berpirsiyarê sereke yê van bûyeran nîşan da û got ku divê hikûmet berpirsiyariya xwe li hemberî bûyerên herêmê bi cih bîne. Hediya Yûsif, anî ziman ku kêmkirina mafê zimanê Kurdî rê li pêşiya tevliheviyan vekiriye û ji bo kesên nijadperest bûye hincet ku bi navê tolê êrîşî gelê Kurd bikin.
Hediya Yûsif, bal kişand ser êrîşa li ser Lîwaya Qamişlo, êrîşa li dijî kesekî ku ji bo pêşxistina zanistê li Hesekê dixebitî û kuştina Sîpan Hiznî, da xuyakirin ku dewleteke xwedî qanûn û saziyên dadwerî dikare sûcdaran di nava 24 saetan de bigre û ceza bike lê li şûna vê yekê kesên ku nerazîbûna xwe nîşan didin tên girtin.
‘Hikumeta Şamê ji şewata Girtîgeha Kobanê berpirsyar e’
Hediya Yûsif, der barê şewata li girtîgeha Kobanê de jî diyar kir ku mudaxeleya Ewlekariya Hundirîn a Helebê bû sedema vê bûyerê û wiha axivî: “Ger hêzên Ewlekariya Giştî ya Helebê mudaxele nekirûbana, ev bûyer çênedibû. Gelo hêzên Ewlekariya Giştî ya Helebê bi çi hincetê mudaxeleyê Kobanê dikin? Tevî ku dizanin li wir Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene jî mudaxele dikin! Berpirsiyariya vê şewatê dikeve ser milên hikûmeta Şamê û divê berpirsyar hesab bidin.”
‘Divê hikûmeta Şamê bi awayekî lez mudaxele bike’
Hediya Yûsif, bal kişand ser êşa civaka Kurd û got ku divê hikûmeta Şamê vê nerazîbûna civakê cidî bigre û daxwaz kir ku hikûmet ji bo pêşî li aloziyên mezintir bigre bi awayekî lezgîn mudaxele bike wiha domand: “Em naxwazin şerekî navxweyî çêbibe lê em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Kujerê şehîd Sîpan û berpirsiyarên bûyera Girtîgeha Kobanê divê hesab bidin. Divê Hikûmeta Şamê di raya giştî de eşkere bike ku civak bizanibe di vî welatî de riyek heye û navê wê edalet e.”
Banga li eşîrên Ereb
Hediya Yûsif, bang li eşîrên Ereb kir ku rê nedin kes bi navê eşîran gefê li gelê Kurd bixwe û bi bîr xist ku gelên Kurd û Ereb bi salan bi hev re jiyane divê vê jiyana hevbeş bidomînin û got: “Em ji şêx û mezinên eşîrên Ereb dixwazin helwesta xwe nîşan bidin û ji bo ku planên derve yên bi armanca derxistina şerekî navxweyî bên valaderxistin, pêşiya van fitneyan bigrin.”
‘Divê mafê zimanê dayîkê her dem di rojevê de be’
Hediya Yûsif, da zanîn ku divê civaka Kurd ji doza mafê zimanê dayîkê gav paşve neavêje û got ku gelê Kurd ji bo xwendina bi zimanê xwe li dibistanan daketiye kolanan, ev daxwazeke rewa ye û got: “Bûyerên dawî nikarin bibin sedem ku daxwaza mafê zimanê Kurdî ji rojevê were rakirin.”
Hediya Yûsif, di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Kurd kir ku bi zanebûn mafê xwe biparêze û nekeve xefikên fitne û şerê navxweyî û got: “Gelê Kurd ne gelê xwînxwar û ne jî dagirker e lê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê bi şertê naskirina mafên xwe amade ye ku bi her awayî bixebite.”