Gulistan Kiliç Koçyigit: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ti pêşketin çênebûye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de ne li Meclise Tirkiyê axivî. Li ser geşedanên di dosyaya Gulîstan Doku de, bûyerên di dibîstanan de pêk hatinê û her wiha, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rawestiya.
Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de ne li Meclîsê axivî. Gulistan Kiliç Koçyigit diyar kir ku berpirsiyariya dewletê ya li hembet tundiya li Tirkiyeyê zêde nayê dîtin û destnîşan kir ku di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ti pêşketin çênebûye.
‘Em ji bo parastina zarokan berpirsyarin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên di dibîstanan de pêk hatinê û wiha axivî: “Ew 3 roj bûn malbat û mamosteyan li dijî van bûyeran bertek nişan dan û neçûn dibîstanan. Lê îro careke din zarok çûn dibîstanan lê ne bi awayekî ne aram, bi fikarên çûn dibîstanan. Em ji bo parastina zarokan berpirsyarin. Lê ew berpirsyarî bicih neaniyê. Encama polîtikayên şaş bûyerên bi vî rengî derxistinê holê. Zarok bi awayekî wekhev perwerdehiyê nabîninê. Ne wekhevbûna perwerdehiyê ji aliyê hest û derûniyê ve bandor li ser zarokan dike. Li hemû qadên jiyanê tundî heye di siyasete de zimanê dijberiyê heye û zarok jî ji vê rewşe bandor dibin. Her wiha xwe gihandina çekan pir hesan e. Zarokek çawa dikarê xwe bigihejînê wan çekan û bi rehetî di dibîstanan de komkujî pêk bînê. Ew berpirsyarî ne tenê ya malbatê ye ya dewletê ye jî. Çareserî ne tenê ewlehiyê di heman demê de bi perwerdehiya wekhev û azad ku zarok bikarin xwe bînin ziman ve pêkan e. Ji bo wê em ê sibe derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê pêşkeşî Meclîse bikin.”
‘Ewlehî bi kamerayan nabe’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dewama axaftina xwe de da zanîn ku pêşnûmeqanûna desthilatê ya derbarê xizmetên civakî de li şûna civakê biparêze û wekheviya civakî pêk bînê, pirsgirêkan kûrtir dike û got: “Alîkariyên civakî ku berpirsyariya dewletê ye weke xêrek tê peşkeşkirin. Ew yek jî li dijî mekazagonê ye. Herwiha di pêşnûmeqanûnê de ji bo destûra jinên ku nû pitika wan çêbûyê jî cih negirtiye. Ew yek jî kemasiyeke mezin e. Li ser navê ewlehiyê li her derê kamerayê bi cih dikin. Lê ew yek ne ji bo ewlehiya civakî, ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ewlehî bi kamerayan nabe. Ji bo wê em dibêjin ne alîkarî lê wekheviya civakî divê pêk were.”
‘Dê têkoşîna me bidome’
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên nû yên di dosyaya Gulistan Doku de jî diyar kir ku wan di serî de gotibû berpirsyariya dewletê di vê bûyerê de heye û wiha got: “Niha derket holê ku rasterast Walitiyê wê demê ew bûyer veşartiye û zarokê xwe parastiye. Her wiha saziyên din ên dewletê jî ji bo bûyerê veşêrin xebat meşandine. Ew mesele ne bi tenê bi walî ve sînordar e. Divê îfadeya Suleyman Soylu ê wê demê Wezîrê Karên Hundir bû û hevalê walî bû jî bê girtin. Ew bûyer çawa hatiyê veşartin. Rola Suleyman Soylu jî divê bê derxistin. Her wiha dozgerên wê demê jî divê bên lêpirsînkirin. Wan jî lêpirsîneke bi bandor nedaye destpêkirin. Yanî berpirsyariya dewletê rasterast di vê bûyerê de heye. Ji bo wê jî divê berpirsyarî nedin ser milê walî tenê û pergal bixwe berpirsyar e. Her wiha divê bûyerên Rojîn Kabaîşê û gelek jinên bi vî awayekî guman hatinê qetilkirin jî bê ronîkirin û berpirs bên cezakirin. Heta di van dosyayan de jî edalet pêk were têkoşîna me dê bidome. Roja Çarşemî jî ji bo Gulistan Doku û hemû jinên bi awayekî bi guman hatinê qetilkirin komîsyonek bê avakirin, em ê peşniyarê li Meclîse bikin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê 79 ciwanên li Enqereyê ji ber mirina bi guman a Îlayda Zorlu ku hat gotin ku bi çeka bavê xwe ya polîs xwe kuştiye derketina kolanan û hatine binçavkirin jî ev tişt gotin: “Nehiştine parêzer bi ciwanan re hevdîtinan bikin. Ciwan di binçavkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatine. Divê ew ciwan demildest bên berdan, mirina Îlayda Zorluyê bê ronîkirin û edalet pêk were.”
‘Ti pêşketinek çênebûye’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Li gor daxuyaniyên desthilatê di meha Nîsanê de qanûn dê bihata çêkirin lê heta niha tu hewldan tune ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcehî bi çêkirina qanûnan heye. Ji bo wê jî pêwîstî bi wêrekiyê heye. Bi hincetên cuda cuda taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e. Em jî berpirsyarên dewletê bi bîr dixînin û desthilat divê ji bo çêkirina qanûnan amadekariyan bike. Em hevî dikin di demen pêş de qanûn bên çêkirin lê heta niha derbarê mijarê de ji me re tiştek nehatiyê gotin.”