Gulistan Gulo: Maf û kedên salên dirêj di bin xetereyê de ne
Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê ji bo jinan veguheriye qada parastina hebûnê. Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo bi gotina "Sûriye bi yek hişmendiyê nayê rêvebirin" balê dikişîne ser sînorkirinên li ser ziman û rola jinan.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Piştî xebat û têkoşîna jinan a ji bo avakirina civakeke demokratîk û parastina mafên wan ku salên dirêj domandin, pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê ji bo jinan tenê mijareke siyasî nîne. Êdî di heman demê de ev pêvajo deriyek e ji bo diyarkirina pêşeroja wan a di avakirina Sûriyeya nû de. Di vê çarçoveyê de, piştî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ragihand pêvajoya entegrasyonê bi dawî bûye, Kongra Star balê dikişîne ser pêwîstiya parastina destkeftiyan û mîsogerkirina beşdariya jinan a di biryargirtin û avakirina pêşeroja herêmê de.
Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo li ser pêvajoya entegrasyonê, helwestên tevgerên jinan û rola wan a di pêşeroja siyasî û civakî ya herêmê de pirsên ajansa me bersivand.
*Kongra Star pêvajoya entegrasyonê çawa dinirxîne û armanca vê pêvajoyê çi ye?
Piştî peymana 29'ê Çileyê, em ketin merhaleyeke nû ku pêdivî bi hin guhertinan hebû. Helbet ev guhertin ji bo gelê Rojava destpêka pêvajoyeke nû bû. Di vê çarçoveyê de, hin dewletên desthilatdar, bi taybetî yên ku li ser dosyaya Sûriyeyê dixebitin, armanca wan ew bû ku rêveberiya ku li herêmê hatibû avakirin lawaz bikin û ji holê rakin. Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şerekî pir mezin hat kirin. Di vê pêvajoyê de, ji bo parastina gelê herêmê li hemberî qirkirinê, Peymana 29'ê Çileyê hat îmzekirin. Ev peyman ne xeyalê gelê ku bi salan di nav şoreşê de mezin bûye û têkoşîn kiriye bû. Lê belê, eger ev peyman nehatiba îmzekirin, wê gelê Kurd careke din bi salan li ber metirsiyên tunekirinê bimaya. Gelê herêmê heta îro jî di derbarê pêvajoya entegrasyonê de di nav nakokî û nîqaşan de ye.
*Piştî ragihandina QSD'ê ku got pêvajoya entegrasyonê bi dawî bûye, Kongra Star vê qonaxa nû çawa dinirxîne?
Bi daxuyaniyekê, birêz Mezlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya entegrasyona QSD'ê bi dawî bûye. Li gorî daxuyaniyê, dosyayên ewlehî û leşkerî yên têkildarî entegrasyonê hatine temamkirin, her wiha ji bo herêmên Kurdî sê lîwa hatine avakirin. Beriya demekê, hêzên ewlehiya hundirîn ên girêdayî hikûmeta Şamê xwestin derbasî parêzgeha Hesekê bibin da ku li wir erkên ewlehiyê pêk bînin. Lê ev gav rastî nerazîbûna gel hat û gel diyar kir ku ew ê ewlehiya bajar û herêmên xwe bi xwe biparêzin. Di aliyekî din de jî, hê jî pêvajoya entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi dawî nebûye.
‘Di pêvajoya entegrasyonê de hin biryar û gav hîn jî rastî nerazîbûna gel tên’
Niha, mijara zimanê Kurdî jî dibe yek ji mijarên sereke yên rojevê. Di destpêkê de di biryara 13'an de hat ragihandin ku zimanê Kurdî dê bibe zimanekî niştimanî li herêmên Kurdî. Lê di 27'ê Tebaxê de biryarek hat ragihandin ku li gorî wê, zimanê Kurdî dê di heftiyê de tenê sê saetan bê dayîn. Ev biryar bûye sedema nerazîbûna berfireh a xwendekar, mamoste û gelê Kurd, ku çend roj e li dijî vê biryarê dengê xwe bilind dikin û daxwaza parastina mafê xwe yê zimanî dikin. Ev nerazîbûn di heman demê de nîşan dide ku di pêvajoya entegrasyonê de hin biryar û gav hîn jî rastî nerazîbûna gel tên.
‘Em wekî tevger û rêxistinên jinan daxwaza parastina nasname û rola xwe dikin’
Di aliyê jinan de jî derbarê pêvajoya entegrasyonê de gelek nerazîbûn hene. Di vê pêvajoyê de, piraniya erk û berpirsiyariyên sereke ji aliyê mêran ve tên girtin û rola jinan di rêvebirin û biryardanê de kêm tê dîtin. Di demên dawî de, gelek hevdîtin hatine lidarxistin û herî dawî jî bi Parêzgarê Hesekê re hevdîtinek pêk hat. Di van hevdîtinan de em wekî tevger û rêxistinên jinan daxwaza parastina nasname û rola xwe dikin û tekezî li ser vê yekê dikin ku divê jin di nav saziyên ku dê di pêvajoya entegrasyonê de bibin yek de jî cih û temsîla wan bê mîsogerkirin û navê jinan di rêvebirin û biryardanê de bê hesibandin.
*Di vê pêvajoyê de maf û rola jinan dê çawa bên parastin?
Parastina mafên jinan erk û berpirsyariyeke mezin e ku dikeve ser milê rêxistinên jinan. Beriya ku pêvajoya entegrasyonê dest pê bike, em wekî rêxistinên jinan xwedî platformên hevpar bûn û hemû rêxistinên jinan di mijarên maf, azadî û rola jinan de xwedî helwesteke hevpar bûn. Piştî ku mijara entegrasyonê ket rojevê, ev pêvajo bandoreke li ser helwest û karê rêxistinên jinan kiriye. Di vê çarçoveyê de, hinek fikar û metirsî li ser awayê parastina rêxistinên jinan, nasname û mafên jinan hene. Ji ber vê yekê, mijara sereke ya me ew e ku em çawa dikarin di vê pêvajoyê de rêxistinên xwe, nasname û destkeftiyên jinan biparêzin û rola jinan di rêvebirin û biryardanê de bidomînin.
‘Divê em astên perwerdehiya jinan xurtir bikin’
Ji bo ku YPJ wekî hêzeke leşkerî ya taybet a parastina jinan bimîne, me têkoşîneke mezin kir. Em bawer dikin ku bi pêvajoya entegrasyonê ve gelek ji destkeftiyên ku di encama têkoşîna jinan û şoreşê de hatine bidestxistin dikarin rastî metirsiyan bên. Nemaze ji ber ku hikûmeta Şamê mafên jinan wekî mijareke bingehîn li pêşiya xwe nabîne. Ji ber vê yekê, ji bo ku mafên jinan bên parastin û di destûrê de bên mîsogerkirin, ev mijareke sereke ye ku divê bê nîqaşkirin. Her wiha ji ber ku hê jî hişmendiyên ku rola jinan kêm dibînin hene, divê em astên perwerdehiya jinan xurtir bikin û rê li ber beşdariya wan a di hemû qadan de vekin, da ku destkeftiyên şoreşa jinan bên parastin û rola jinan di pêvajoya avakirina civakê de bihêztir bibe.
*Kongra Star ji bo ku jin di biryarên siyasî û rêveberiya herêmê de xwedî roleke sereke bin çi daxwaz dike?
Em wekî rêxistinên jinan, pêwîst e ku em di cihên biryardanê û di nivîsandina destûra Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Ev ne tenê daxwazek e ji bo hikûmeta demkî, her wiha peyamek e ji bo hêzên navneteweyî jî ku em yek deng û yek biryar in. Ji bo ku em bikaribin maf û hebûna jinan biparêzin, pêwîst e ku mafên jinan di destûra Sûriyeyê de bi awayekî zelal û garantîkirî cih bigirin.
*Kongra Star pêşeroja jinan di vê qonaxa nû ya Sûriyeyê de çawa dibîne?
Pêşeroja jinan di hikûmeta demkî de em bi awayekî erênî nabînin, ji ber ku heta niha ji bo jinan tiştekî ku maf û rola wan mîsoger bike pêşkêş nekiriye. Ji destpêka ragihandina vê hikûmetê ve, tenê yek jin di nav wê de cih girtiye û ev yek jin nikare hemû jinan temsîl bike.
Di vê erdnîgariyê de, me bi hezaran jin perwerde û rêxistin kirine. Di heman demê de, gelek saziyên jinan bi xwe xwe bi rê ve dibin û Mala Jinê jî heye ku pirsgirêkên bi hezaran jinan çareser dike. Lê hikûmeta demkî tenê yek rengê jinan nîşan dide û jinekê bi cil û rengê taybet pêşkêş dike. Me bi salan têkoşîn kir da ku jin bikaribin bi awayekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin û di hemû qadên jiyanê de xwedî rola biryardanê bin.
‘Hê jî hişmendiyek heye ku rola jinan di perwerde û avakirina civakê de kêm dibîne’
Bûyereke girîng di vê demê de ket rojevê. Di civîna Parlamentoya Sûriyeyê de yek ji parlamenteran nêrîna xwe derbarê perwerdehiya zarokan de anî ziman û got ku dema ew diçin dibistanan, dibînin ku hejmareke mezin ji dibistanan ji aliyê jinan ve tên rêvebirin. Ew vê yekê wekî metirsiyekê li ser zarokan dide naskirin û dibêje ku divê mêr zarokan perwerde bikin da ku wan bi hêz bike. Ev nêrîn nîşan dide ku hê jî hişmendiyek heye ku rola jinan di perwerde û avakirina civakê de kêm dibîne û wekî hêzeke kêm tê hesibandin. Lê mixabin, kesên ku van nêrînan parve dikin hê jî dîrokê û rola jinan di avakirina civakê de baş nas nakin. Ji ber ku jin tenê ne perwerdekar e, lê belê jin di dîrokê de civak ava kiriye, parastiye û bi rê ve biriye. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku têkoşîna me berdewam be da ku em bikaribin li hemberî van hişmendiyan rawestin û rola jinan di avakirina civakê de bi awayekî xurt û zelal nîşan bidin.
*Ji bo ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî demokratîk, mafên hemû gelan û jinan biparêze çi pêwîst e?
Ji bo ku entegrasyoneke rast pêk bê, pêwîst e em bibin hevkarê avakirina vî welatî, ji ber ku me jî bi salan li vê herêmê têkoşîn kiriye. Xwesteka me ew e ku destkeftî û tecrubeyên ku di şoreşê de hatine bidestxistin, bibin malê hemû gelê Sûriyeyê.
Di gelek aliyên pêvajoyê de em hê jî entegrasyona demokratîk nabînin. Ji bo ku entegrasyoneke rastîn û demokratîk pêk bê, pêwîst e di hişmendiya vê hikûmetê de guhertinek çêbibe. Sûriye bi tenê bi yek hişmendî û yek rêbazî nayê rêvebirin. Helwesta hikûmetê nîşan dide ku hê jî li hemberî avakirina sîstemeke demokratîk a li herêmê astengî hene.