‘Girtina PADÊ biryarek siyasî û berdewamiya fermanê ye’

Endama Dîplomasiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Xezal Xêro li ser biryara Iraqê ya girtina PADÊ da zanîn ku girtina PADÊ biryareke siyasî û berdewamiya fermanê ye.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 6’ê Tebaxê de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Bi taybetî ev biryara girtina PADÊ 3 roj piştî 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hat. Li dijî biryara girtinê xelkê Şengalê û endamên PADÊ nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ku ev biryareke siyasî ye û ji bo tunekirina îradeya Êzidiyan e.

Derbarê armanca girtina PADÊ de Endama Dîplomasiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Xezal Xêro ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên domandina fermanê di meriyetê de ye.

Xezal Xêro diyar kir ku li şûna ku Iraq destekê bide civaka Êzidî biryara girtina yekane partiya wan dide û wiha got: “Ev biryar asta Iraqê diyar dike û diyar e biryar beriya niha hatiye dayîn. Ji ber dema dewlet biryarekê bide beriya her tiştî li ser kar dike. Di vê mehê de yanî di 3’yê Tebaxê de civaka êzidî di fermanekê re derbas bû, ji ber vê lazim bû ku Iraq destekê bide civaka êzidî. Lê dêvla vê tiştî bike biryara girtina partiya me da. Bi vê awayî dixwaze ji qada siyasî, dîplomasî bigire heta her qadê me bê bandor bihêle.”

‘Her kes dizane kê bi hawara me ve hat û kê reviya’

Di axaftina xwe de Xezal Xêro destnîşan kir ku her civak ger aliyê wê yê siyasî nebin herdem dê rû bi rû fermanan bin û ev nirxandin kir: “Ne tenê civaka Êzidî, her civakek ger aliyên wê yên siyasî û leşkerî û her wiha pêşengên wê nebin dê her rûbirûyê femanan bin û mafên xwe winda bikin. Ev partî jî partiya Êzidiyan bû. Beriya fermanê partiyeke me ya siyasî tune bû. Di fermanê de tu kes ji Iraqê bi hawara civaka me ve nehat. Me di fermanê de dît ka kî bi hawara me ve hat û em xilas kirin. Dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê xwedî li ew kesên ku bi hawara civaka Êzidî ve hatin û canê xwe gorî civakê kirin, derneketin. Û civaka êzidî di serî de hemû kes dizanin ew hêz di kîjan dîrokê de bi hawara civak ve hatin û di kîjan dîrokê de ji Şengalê bi awayekî fermî derketin. Lê belê niha Iraq vê partiyê bi PKK’ê ve girê dide û dibêje ev partiyeke siyasî ya PKK’ê ye. Ev partî partiya siyasî ya civaka Êzidî ye da ku civak karibe daxwaza mafê xwe bike.”

 ‘Em neheqiyê qebûl nakin’

Ji aliyê din ve li Iraqê di 18’ê kanûna 2023’yan de hilbijartinên encûmenên parêzgehan çêbû û Qasim Keşko jî wek namzetê PADÊ tev li hilbijartinê bibû. Di vê hilbijartinê de namzedê PADÊ Qasim Keşko hat hilbijartin û tevî hemû deq û dolaban jî PDK ji herêma Nînovayê û Şengalê nikaribû tu namzet derxe. Piştî serkeftina li Şengalê hikûmeta Iraqê û PDK’ê ketin pey lîstokên qirêj û namzetiya Qasim Keşko betal kirin. PDK ku di hilbijartinê de nikaribû namzetek bişîna parêzgehê encûmenên Nînovayê, bi rêya tifaqên qirêj namzetekî xwe li encûmanê bi cih kir.

Xezal Xêro di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên ku beriya salekê pêk hat û ev tişt anî ziman: “Di dengdanê de gelek lîstok hebûn lê qebûl nekirin. Di vê biryara wan de diyar bû ku ji bo çi qebûl nekirine. Em weke civaka Êzidî vî tiştî qebûl nekin, em ê daxwaza mafê xwe bikin. Ji bo em bikaribin ji aliyê siyasî ve xwe biparêzin û fermaneke din neyê serê civaka me, divê partiyeke me yê siyasî û pêşengên me yên civakê hebe. Em wek civakek di nav axa Iraqê de dijîn lê me nas nakin, ji ber vê ferman bi serê me de tînin. Em jî dixwazin partiyek me yê siyasî hebe û pêwendî bi dewletên nav neteweyî re bike. Me daxwaza tu tişteke zêde nekiriye.”

Xezal Xêro bal kişand ser îdayên ku dibêjin PADÊ girêdayî PKK’ê ye û da zanîn ku PADÊ partiyeke siyasî ya civaka Êzidî ye û wiha got: “PADÊ partiyeke siyasî ya civaka êzidî ye, ji bo civaka êzidî hatiye damezirandin, girêdayî cihên cuda nîn e. Di nava PADÊ de Ereb jî cihê xwe digirin. Girtina PADÊ ya di meha salvegera fermanê de ji bo me zehmet bû. Ev biryar biryareke siyasî ye, ji xwe hemû biryarên ku li ser Şengalê têne dayîn siyasî ne. PADÊ pêşengtiya civak Êzidê dike naxwazin pêşengên civaka Êzidî çêbibin. Ji ber vê ev biryar hat dayîn.”

 ‘Partiya me mînak bû ji partiyên din re’

Xezal Xêro da diyarkirin ku ger di nava dewleta Iraqê de her kes bikariba cih bigire dê ev biryar nihatiba dayîn û wiha pêde çû: “Divê di nava dewletê de ferqa jin û mêr nebe. Iraq dibêje sîstemê dewleta me sîstemekî demokratîk e, her kes dikare kar bimeşîne. Gelek partiyên cuda cuda hene lê belê me di Iraq de nedîtiye ku bi pergala hevserokatiyê jin û mêr bi hev re kar didin meşandin. Di dewletê de pergala hevserokatî nîn e. Partiya me mînak bû ji partiyên din re, di PADÊ de hevserokatî hebû, civak û partî wisa dihat birêve birin. Di nav PADÊ  de jin û mêr bi hev re, wekhev kar didan meşandin. Lazim bû ku partiyên din jî çav li PADÊ kiribûna û sîstema hevserokatiyê bidana meşandin. Ji cihê ku Iraq feyda jê bigire mixabin biryareke bi vî rengî da.” 

‘Ev partî bi xwîna şehîdan hatiye avakirin’

Her wiha Xezal Xêro daxwaz ji civaka êzidî kir ku xwedî li partî û şehîdên xwe derkevin û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em wek civaka êzidî heta dawiyê têbikoşin da ku ev partî neyê girtin. Ev partî pêşengtiya civaka xwe dike, ji ber vê her kes cihê xwe di vê partiyê de dibîne. Ev partî bi xwîna şehîdan ava bû. Bi xwîna ew kesên ku di fermanê de ked û canê xwe dan û parêzvanî ji Iraqê re kirin, hatiye avakirin. Ji bo wê lazim e em weke civaka Êzidî xwedî li xwîna şehîdan û partiya xwe derkevin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û çi ji me were xwestin em ê bikin. Li gor qanûn û destûra Iraqê jî em ê daxwaza mafê xwe bikin. Em dev ji doz û partiya xwe bernadin. Daxwaza me ji civaka Êzidî ew e xwedî li partiya xwe derkevin, ger ev roj xwedî dernekevin sibê wê hinek tiştên din jî werin kirin û tu mafê me nemîne.”