Fikara vegera nû ya DAIŞ’ê bîra qirkirina jinên Êzidî zindî dike
Rêvebera Mala Jinên Êzidî Suad Heso, komkujiyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de bi bîr xist, diyar kir ku gefên niha, ji bo civaka Êzidî xetereyek cidî ye û hişyariya dubarebûna senaryonên qirkirinê da.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Şengal û herêmên Rojava îro di demek dîrokî de derbas dibin. Gefên ewlehiyê, travmayên kûr ku koça bi zorê û komkujiyên ku DAIŞ’ê di 2014’an de pêk anî, ketine nava hev. Ev bûyer ne tenê fîzîkî, ewlehiya civakî û psîkolojîk jî tine kiriye û her geşedana nû ya leşkerî û siyasî di nav gel de hişmendiya gefek rasterast ava dike.
Jinên Êzidî di nava bîra qirkirinê û rola parastinê de mane
Jinên Êzidî ku hedefa yekem a revandin û kolekirinê bûn, îro bûne sembola berxwedan û hêzê. Lê belê fikara felaketek nû didome. Ji ber vê fikarê, tevgerên leşkerî yên Êzidî daxuyaniyên siyasî û guherînên rêveberiyên girtîgeh û kampan ji nêz ve dişopînin. Lawazbûna parastin û nedîtina gefan, xetereya qirkirinek nû ava dike.
Bîra 2014’an hê zindî ye. Wê demê ji ber ku civakê bi xwe xwe neparast û ewlehiya xwe pêk neanî, rasterast rê li ber hedefgirtina jin û zarokan vekir. Îro nîşaneyên ku DAÎŞ dîsa zindî bibe, rageşiyên li Îraqê û Rojava, ji bo Êzidiyan ne tenê îhtimaleke gefê ye, rastiyek ku wê rû birû bimîn e. Di vê pêvajoyê de jinên Êzidî, hêzek çalak ku piştevaniya civakê diparêze ye.
Rêvebera Mala Jinên Êzidî Suad Heso, diyar kir ku gefên niha ji bo civaka Êzidî xetereyek cidî ye û hişyariya dubarebûna senaryonên qirkirinê da. Suad Heso da zanîn ku jinên Êzidî hê bîra êş û travmayan hildigrin û got ku her guherîna ewlehî û siyasî ya li Şengalê û Rojava, ji bo sivîl, jin û zarokan her tim pêwîstî bi parastin û hişyariyê heye.
‘Gefên zêde dibin tirsa qirkirinê zindî dikin’
Suad Heso destnîşan kir ku gefên dawî li dijî Şengalê, sehneyên felaketa beriya 10 salan çêbû, ji nû ve bi bîr xistiye û wiha got: “Daxuyaniyên leşrerî û siyasî yên li herêmê, bi taybetî di nava jinên ku hê travmayan dijîn de fikarên mezin ava kiriye. Divê her gef biçûk neyê dîtin, dibe ku deriyên mirin, koça bi zorê û revandinên nû veke. Rageşiyên mehên dawîn li Rojava û tavgerên leşkerî yên li Îraqê, qadek ne aram ava kiriye. Ev jî fikarên ku ji bo ji nû ve zindîkirina hucereyên DAIŞ’ê zemînek guncaw ava dike, zêde kiriye. Gotinên dibe ku dîsa DAIŞ derkeve holê, lihevnekirinên siyasî yên li herêmê, rê li ber wê yekê vedike ku Êzidî li dijî gefên li ser hebûna wan xwe bê parastin hîs bikin.”
‘Jibîrkirina komkujiyan ne gengaz e’
Suad Heso anî ziman ku radestkirina girtîgehên ku girtiyên DAIŞ’ê lê ne ya ji bo hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, nûçeyên derbarê sewqkirina bi hezaran malbatên girêdayî rêxistinê de, di nava Êzidiyên li Şengal de bûye sedema panîkê û wiha pê de çû: “Ne gengaz e ku komkujiyên ku di sala 2014’an de hatine jiyîn û revandina jin û zarokan bê jibîrkirin. Ev bîr di her qadê jiyanê de zindî ye û di gefek nû de destpêkê metirsî li ser jin û zarokan e.”
‘Bandorên travmayan didome’
Suad Heso da zanîn tevî ku 11 sal derbas bûye jî, bandorên travmayê didomin û wiha domand: “Dema ku gef didome, daxwazên berdana çekan a ji gel tên kirin, fikara ku wê wan dîsa bê parastin bihêle ava kir. Ev di dema êrîşên DAÎŞ’ê de, ewlehiya hilweşiyayî bi bîr xist. Piştî ku Şengal azad bû, hêzên parastina xwecihî yên hatine avakirin, ji bo gel ne tenê pergalek leşkerî ye, garantiya hebûnê ye jî. Ev hêz herêmê dişopînin û sivîl, bi taybetî jin û zarokan diparêze û ji bo astengkirina dubarebûna qirkirinê dixebite.”
Li dijî gefên nû biryardariya parastina hebûnê
Suad Heso, destnîşan kir ku hedefgirtina civaka Êzidî di salên dawî de didome, ev jî baweriya hebûna wan di bin gefê de ye bi hêz kiriye û wiha got: “Li gorî wan, desteserkirina amûrên parastinê metirsiya qirkirinek nû ye. Ev gef ne tenê ji bo Êzidiyan, wê zirarê bide ewlehiya giştî ya herêmê jî.”
Suad Heso Êzidî ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan daxwaz kir ji bo pêşî li gefên nû bigirin, kiryarên sûcên berê bidarizînin û mafên Êzidiyan ên destûra bîngehîn bên nasîn, gav bavêjin. û got: “Bihêzbûna gelên yekîneyên xwecihî, li dijî vegera rêxistinên tundrew astengiya herî bihêz e. Jinedîtî ve hatina her fikrarek, wê rê li ber felaketek nû ya mirovî veke. Divê hemû gel li gel Êzidiyan bin. Jinên Êzidî bi saya ceribandinên xwe yên îro, hê bi rêxistin û bi hêz in, di parastina civakê û vegotina daxwazên edaletê de rola pêşeng dilîzin.”
‘Gelê Şengalê bi hêz e’
Suad Heso diyar kir ku jinên Êzidî tevî êşên jiyane jî, di mijara parastina civak û rêxistinkirinê de bibiryartir in û di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina qirkirinek nû, tevgerên hevpar şert e. Şengal wê wek xaka gel bimîne. Îradeya ji bo jiyanê, berxwedana li dijî komkujiyê, xwedî wê hêzê ye ku li hember her gefê ser bikeve, bi şertê ku parastin û edalet pêwîst were peyda kirin. Vîna hebûnê ya ku li dijî komkujiyê liberxwe dide, bi şerta ku parastina pêwîst û edalet pêk bê, xwedî hêzek wisa ye ku dikare ji heqê hemû gefan bê der.”