‘Entegrasyona demokratîk dê tirs û bindestiya olî ya li ser jinan biqedîne’
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî diyar kir ku tenê bi rêya entegrasyona demokratîk dikare zemînek sêyemîn were afirandin da ku tirs û fikara olî bi dawî bibe û got: “Pêşengiya jinan di vê pêvajoyê de dê bibe sedema guhertinek bingehîn.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Entegrasyona demokratîk wekî stûna sereke ya rêxistina civakî û siyasî ya nûjen û gerdûnî xuya dike. Di nav xwe de tekeziyê li ser beşdariya çalak a hemû civakên cûda dike, bêyî ku nasnameyên wan ên taybet winda bikin. Ji ber ev pêvajo ne tenê entegrasyonek eşkere ye, dibe ku kûrkirinek felsefî ya têgîna welatîbûna azad û xurtkirina pozîsyona jinan û komên ku Ji navenda biryardayînê hatin dûrxistin e.
Bersivek dîrokî ji bo pergalên serdest
Ev model mîna bersivek dîrokî û radîkal ji bo pergalên siyasî yên serdest derket holê. Her tim hewl didan jin û kêmnetew di nav nasnameyên serdest û yekreng de winda bibin. Dibe ku di entegrasyona demokratîk de ‘pirrengî’ mîna serweta herî mezin tê dîtin, ne mîna gefê. Li gorî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo afirandina hevsengiyek zêrîn a di navbera yekîtiya neteweyî û pirrengiya civakî de, ev pergalek berfireh e. Tê de jin rolek pêşeng û rêveberiyê dilîzin. Ji ber ku bêyî azadî û îradeya wan a çalak, tu pergalek demokratîk nikare îdîaya temamkarî û rewatiyê bike.
Rêxistina ji jêr ber bi jor ve
Ev cûre di entegrasyonê de dixwaze ku civak li ser bingeha îradeya azad û peymanên civakî were rêxistinkirin, ne li ser bingeha zext û ferzkirina yekrengiyê. Entegrasyona rastîn ew e ku hemû reng û dengên cûda di çarçoveya xwerêveberiyê de yekîtiyek watedar û xwerêveber ava bikin û civakê ji jêr ber bi jor ve li ser bingeha sê rêgezên wek ehlaq, siyaset û azadiyê rêxistin bike.
Jin wek bingeha şoreşa ferasetî ye
Di vê nêrînê de, jin ne tenê beşek ji pêvajoyê ne, xwedî pêvajo ne; Heta ku jin di pergala demokratîk de entegre û cihgir nebe, civak nikare ji koletiyê rizgar bibe. Ev pêwîstî bi şoreşek kûr a derbaskirina aqlê mêrsalarî û desthilatxwazên ku hertim hewla cûdahiyê didin heye. Armanc ew e ku bi rêya entegrasyona demokratîk, jin di hemû warên jiyanê de - ji aborî û perwerdeyê bigre heya parastina rewa - rola xwe bilîzin û bibin hêza yekgirtî ya civakê û parêzvanên edaleta civakî û mafên mirovan.
Garantiya jiyana hevbeş û asoyek nû
Di vê hawîrdora aştiyane de, entegrasyona demokratîk dibe garantiya parastina cudahiyan û veguherîna wan bo enerjiya afirîner ku dê civakê ber bi asoyek zelaltir ve bibe. Her wiha ewê pêşî li her cûrê dûrxistinê ku di demên berê de ji aliyê hêza netew-dewlet û zîhniyeta navendî ve li ser gelan û jinan hatiye ferzkirin bigre.
Encam:
Niha dem hatiye ku ev model wek yekane rêya rizgarî û jiyana hevbeş a aştiyane li Rojhilata Navîn û cîhanê were bicihkirin. Divê bibe bingeha jiyanek nû ku tê de rûmet û mafên her kesî werin parastin û tu komek xwe ji welat û pergala rêveberiyê dûr nexe, ji ber azadiya her kesekê bi azadiya tevahiya civakê ve girêdayî ye. Ev jî cewhera rast a entegrasyona demokratîk e.
Ev teza siyasî tekez dike ku têgîna entegrasyonê nayê wateya yekrengkirin û hilweşandina civakan, armanc dike ku mozaîkek mirovî biafirîne ku tê de her civak bi nasname û taybetmendiyên xwe, beşdarî rêveberiya welat bibe. Ev model wekî rêbaza ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên neteweyî, zayendî, avakirina jiyanek azad û wekhev ji bo jin û neteweyan pêşniyar kiriye, destnîşan dike.
Yekbûna demokrasiyê û pirsgirêka komara demokratîk
Di naveroka vê nêrînê de, entegrasyona demokratîk tenê dema ku di çarçoveya ‘komara demokratîk’ de be watedar dibe. Ji ber tu yekbûn û lihevkirinek bi pergala faşîst û zordar re dê xizmetê ji berjewendiyên gelan re neke. Ji bo vê yekê, divê qanûnên aştiyê wekî bingehek ji bo siyaseta demokratîk û çareseriyên qanûnî werin derxistin da ku bi temamî pêşî li pevçûnên xwînî bê girtin.
Di vê modelê de, modela neteweya demokratîk li şûna têgîna netew-dewletê tê pejirandin. Li vir her çand, ziman û civak bi nasnameya xwe ya rastîn beşdar dibe. Xala herî girîng a vê veguherînê ev e ku ‘hemwelatîbûna azad û wekhev’ dibe bingeh, ne nijada neteweyî; Bi wateya ku kes û kom li ser bingeha îradeya azad di pergalê de têne bicihkirin.
Xwerêveberî û pêşengtiya jinan
Ji aliyê rêveberiyê ve, entegrasyona demokratîk tekeziyê li ser ‘xwerêveberiya civakî’ dike. Civak bi rêya encumen û komînên xwe - ku jin tê de pêşengiyê dikin, dibin xwedî biryar. Di rêveberiyê de û dewlet tenê wek çavdêrek demokratîk dimîne. Di heman demê de, tekez dike ku divê hemû astengiyên li pêşiya beşdariya siyasî û rêxistina çandî werin rakirin da ku gel bikaribin bêyî sînorkirin nûnertiya îradeya xwe bikin.
Nêrînên aliyan û asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurd
Ev pêvajoya entegrasyona demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê di nav nêrînên cûda yên partiyan de kom bûye:
Rêveberiya Kurd û PKK: Abdullah Ocalan û fermandarên wek Duran Kalkan, Sabrî Ok û Mustafa Karasu tekezî li ser guhertina rêbaza têkoşînê ji çekdarî ji bo siyasî dikin. Daxwaza çarçoveyek qanûnî ya taybet û naskirina nasnameya Kurd dikin, ne tenê efûyek giştî ya sade. Ji ber ev gav wekî kilîta demokrasiyê û berdewamiya nirxên di jiyana medenî de dibînin.
Aliyên medenî: DEM Partî û nivîskarên wek Xeyrî Hazargol bawer dikin ku ev yek dê dawî li cudabûna di navbera Kurdan û dewletê de bîne û divê parlamento bi qanûnên nû edaletê bicîh bîne.
Eniya Desthilatdar (AKP û MHP): Erdogan û Bahçelî vê yekê wekî derfetek dîrokî ji bo bidawîbûna çekan dibînin. Şertê wan ê sereke, çekdanîna bê şert û axaftina Ocalan li parlamentoyê ya ji bo bidawîanîna PKK’ê ye. Bêyî efûyek giştî ya ji bo rêveberan.
Muxalefeta sereke (CHP): Li ser zelaliyeta pêvajoyê di parlementoyê de û şopandina pîvanên navnetewî israr dike, lê neteweperestên tundrew gumanbar dimînin û vebijarka leşkerî wekî yekane rê dibînin.
Manîfestoya şaristaniya demokratîk; ber bi peymanek civakî ya nû ve
Ev modela nû ya jiyanê ku mîna zivirînek bingehîn di ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de tê dîtin, têkiliya di navbera dewlet û civakê de li ser bingeha destûrek demokratîk ava dike ku şerê çekdarî vediguherîne diyaloga siyasî.
Di vê pêvajoyê de, komîn û meclîs, wekî pişta pergalê, dibin navenda biryardana rasterast a welatiyan ji bo birêvebirina jiyana xwe, wekî aborî, perwerde û tenduristî. Ev yek rê li ber yek desthilatdariya navendî digre û yekîtiyê ji binî jêr ber bi jor ve ava dike. Li vir, welatîbûn bi pratîka rojane ya demokrasî, parastina jîngehê û azadiya jinan wateya xwe ya rastîn bi dest dixe û dibe zemînê bingeha cihêrengiya çandî di nav peymanek civakî ya dilxwaz de garantî dike ku tê de tu netewe an nijad xwe dûrxistî hîs nakin.
Nacîbe Qeredaxî: Entegrasyona demokratîk projeyek guhertina bingehîn e
Endama Akademiya Jineolojiyê Nacîbe Qeredaxî, di hevpeyvînek taybet a derbarê têgîna entegrasyon û entegrasyona demokratîk de wiha got: “Di demên berê de, bi taybet piştî 27’ê Sibata 2025’an, nîqaşek dijwar li ser mijara entegrasyon û entegrasyona demokratîk hebû. Divê destpêkê ez amaje bi vê yekê bikim ku ev her du têgîn ji hev pir cûda ne. Entegrasyon di çarçoveya her welatek ku koçber diçin wir de tê bikar anîn da ku pirsgirêka penaberan çareser bikin da ew xwe li gorî qanûnên wî welatî biguncînin. Lê belê, pêvajoya ku piştî 27’ê Sibata 2024’an bi banga Rêber Apo ji bo aştî û civakek demokratîk dest pê kir, tê de bi karanîna peyva ‘demokratîk’ bi tevahî ji pêvajoya ku min berê behs kir, cûda ye.”
Qonaxa hebûn û hişyariya xwe
Necîbe Qeredaxî wiha got: “Entegrasyona demokratîk di şert û mercên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, piştî 100 salan têkoşîn li dijî înkar, tunekirin û dûrxistinê tê ku hebûna gelê Kurd gihand astek ku dewlet êdî nikare înkar bike. Ev qonaxa ‘hebûnê’ pir girîng e. Di heman demê de, di 50 salên borî de, Tevgera Rizgariya Kurdistanê serdemek ji nû ve avakirina xwe ya şoreşgerî derbas kiriye ku bingehek ji bo xwe-hişyarî û xwe-naskirinê ji bo civaka Kurd peyda kiriye. Ev têkoşîna di asta neteweyî, nijadî û çînî de pirsgirêkê girantir kiriye û dewlet neçar kiriye ku ji pênaseyên neyînî ber bi yên ku wê neçar dikin ku danûstandinan bike ve biçe.
Guherîna radîkal a di ferasetê de
Em behsa danûstandinekê nakin ku tê de dewlet bi hemû şertên tevgera rizgariya Kurdistanê razî bûye, lê ev gavek pir girîng e ji bo destpêkirina qonaxek guhertina radîkal ji aliyê dewlet û netewe ve. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li welatên ku Kurdistan li ser hatiye dabeşkirin, axaftina li ser pêvajoyek demokratîk û guhertina zîhniyetê karek gelek zehmet e û carnan wekî ne gengaz tê dîtin. Lê belê bi rêbertiya têkoşîna azadiya Kurdistanê û felsefeya modernîteya demokratîk û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ev negengazî derbas kiriye.”
Demokrasiya radîkal û ekolojîk
Necîbe Qeredaxî da zanîn ku ew modernîteya pêşniyarkirî li ser bingehê demokrasiya radîkal, azadiya jinan û ekolojiyê ye û wiha got: “Vê yekê wisan kiriye ku pêvajo ne tenê ji bo mafên gelê Kurd, di heman demê de pêvajo ji bo guhertina zîhnî û bingehîn di dewletên ku Kurdistan lê hatiye dabeşkirine. Bê guman, ev guhertin pêwîstî bi stratejî û hişek stratejîk heye. Ya ku di entegrasyona demokratîk de behs dike rewşek e ku ‘rêza rastiyê’ diafirîne; Ango, divê gelê Kurd dewletê neçar bike ku bingehek qanûnî û siyasî ya demokratîk peyda bike.
Xweavakirin û welatîbûna azad
Necîbe Qeredaxî wiha dom kir: “Entegrasyona demokratîk beşek ji pêvajoya avakirina xwe ye; Ango, divê civak zemîna demokratîkkirina zîhniyeta xwe û sazûmankirina hewcedariyên xwe di warê ziman, çand, civak, aborî û siyasetê de pêş bixe, bêyî ku li bendê be ku dewlet gav bavêje. Ev ne pêvajoyek dem-kurt e û pêwîstî bi ji her du alî bi sebir bin û rêgezên hiqûqa demokratîk esas bigrim. Nêzîkatiya azadiya jinan û qebûlkirina jin û ciwanan a mîna aktorên rast ên vê pêvajoyê, gelek girîng e.”
Bandorên herêmî û cîhanî
Necîbe Qeredaxî anî ziman ku entegrasyona demokratîk mijareke neteweyî ye û ji aliyekî din ve ji bo Kurdan pêvajoyeke gerdûnî û navxweyî ye û wiha got: “Ew bi yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd li hemû parçeyan ve girêdayî ye, tenê projeyek neteweyî têr nake, jê re zihniyetek demokratîk hewce dike. Ev pêvajo guhertina destûrên welatên ku Kurdistan tê de hatiye dabeşkirin hewce dike. Bê guman, ev qanûn ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo hemû civak û neteweyên hatine dûrxistin jî derbas dibin.”
Rola civakê û mînaka Amedsporê
Necîbe Qeredaxî anî ziman ku ev yek dê bi girtina înîsiyatîfê û anîna enerjiya ku ji aliyê mêrsalariyê ve hatiye dorpêçkirin, were kirin û wiha got: “Divê civak li dora hewcedariyên xwe yên rojane yên wekî perwerde, tenduristî û aboriyê xwe birêxistin bike. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan dest bi rêxistinkirina tevgerê kir, destnîşan kir ku civakek ku ne demokratîk be û zihniyetek mêrsalarî hebe, dê nikaribe şoreşek demokratîk û nasnameyî bide destpêkirin. Yek ji stûnan, 'welatiyê azad' e ku dikare xwe li ser bingeha komîn û encumenan birêve bibe. Rewşenbîr, parêzer û heta werzişvan jî di vê pêvajoyê de rolekê dilîzin. Mînak, Amedspor li Bakurê Kurdistanê bi serketina Lîga Super, dîwarê nijadperestî yê di navbera Kurd û Tirkan de şikand”
Necîbe Qeredaxî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Entegrasyona demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêkan e û tirsên olî û mezhebî hêdî dike. Ew çarçoveyek sêyemîn peyda dike ku ji nijadperestî û cudakariya li dijî jinan azad e. Qebûlkirina îradeya jinan wekî aktorek çalak rêberiyek diafirîne ku zîhniyeta mêran û hemî kesan diguherîne. Ev pêvajo dê rê li ber dewlet û hêzên hegemonîk bigire ku bi îradeya gelan bilîzin û pevçûnan biafirînin. Entegrasyona demokratîk tekane çareseriya pirsgirêkên etnîkî, olî û zayendperest li Rojhilata Navîn e.”