‘Em piştgirî nadin parlamentoya ku bi tangan hatiye bidestxistin’
Siyasetmedara Tûnisî Rabia El-Rabiyî polîtîkayên serokê Tûnîsê Qeys Seîd rexne dike û dibêje ku bi riya zagona hilbijartinê jin ji siyasetê dûr dixin û ji bo destkeftiyên xwe yên 2011’an tedikoşin.
Tûnis – Gelê Tûnisê ji bo destkeftiyên şoreşa 2011’an bi dest xistine vegerîne di şerekî dijwar de ye. Bi taybetî jî îro li Tûnisê destkeftiyên jinan bi bi pevçûnek re mezin re rûbirû ne.
Siyasetmedar û rêvebera partiya karkeran, Rabia El-Rabîyî, bi ajansa me re axîvî û nerînên xwe der barê geşadanên ku li Tûnisê rû didin de anî ziman. Da zanîn ku ew ji bo şoreşa Tûnisê gelek zagonên têkoşîna ji bo tundûtujiya li dijî jinan û cudakariya li ser rêgeza civakî hene. Rabîa El-Rabiyî anî ziman ku hişyariya jinan di boykotkirina hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de xuya bûye.
Gelo Tûnisî ji bo demokrasiyê vegerînin îro li qadan e?
Ji bo mafên şoreşa rûmetê ya di sala 2011’an de pêk hat, em îro di cengê de ne. Nabe ku tu alî me ji destkeftiyên me bêpar bihêle. Em di riya parastina destkeftiyên xwe û pêşxistina wan de ne, ew ne tenê di asta daxwaza azadî û demokrasiyê de ne, digihîjin asta jiyana bi rûmet, civakî û aborî ya baş, ev daxwaz têkoşîna dilxwazan e ku bêyî berjewendiyên takekesî didomînin.
Îsal salvegera 12’emîn a şoreşa Tûnisê ye. Gel di nava xwepêşandanên nerazîbûnê de bû, nêrîna we der barê dîmenê siyasî yê guherbar de çi ye?
Bi rastî ew dîmenek siyasî yê guherbar e, ji 12 salan ve em ji bo yekrêziya opozîsyonê ji hemû aliyan ve di warê siyasî û fikrî de têdikoşin. Derbeya ku Qeys Seid pê rabûye di erka yekgirtina me de bi ser ket. Kolana El-Hebîb Burqîba bû sembol an kolana şoreşê. Wekî em bi nav dikin, hemû dibistanên cuda rast û çep, jin û mêr tê de kom bûn. Piştî 23 salan azadî, demokrasî û Tûnisa nû ji me re pêşkêş kir. Ez dibînim dîmenê siyasî îro guherbar e, piştî gel û hemû aliyên siyasî niştmanî cuda dîtin ku rewş nayê tehemulkirin, ji bo welat ji krîzên xwe derkeve divê yekrêzî û diyalog ava bibe û guhertinên pêwîst ji bo avakirina dewleta em dixwazin di çarçoveyek demokrasî avaker de pêk werin. Tevî hemû astengî û binpêkirinan, parlamento bi tankê hat girtin. Hilbijartinên şeklî, bi dûrxistina jinan û encamên pêkenî piştî boykota gel hatin tomarkirin lê dîmenê siyasî hê xurt e, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku welatê xwe vegerînin.
Siyasetmedarên Jinên Tûnisê ji bo jinan çi pêk anîn gelo zagonên ji bo jinan hatin derxistin?
Bi nêrîna min tevî hin kêmasiyan, şoreşê jinên Tûnisê bi ser xistin, gelek zagon ji bo xurtkirina cihê wan hatin pêkanîn. Ji wan zagonan yek a têkoşîna li dijî tundûtûjiya li dijî jinan bû di sala 2017’an de derket. Zagona têkoşîna li dijî cudakariya nijadperest ku parlamenter û çalakvana siyasî femînîst Jamila EL-Ksîksî ji pêşengên wê bû, gelek kar kir da ku ev zagon derkeve roniyê. Her wiha zagona hilbijartina berê ku prensîba hevsengiyê di navbera herdu zayendan de derxist, makzagona 2014’an de jî em ji bîr nekin. Tê de girîngiya pêkanîna wekheviya temam aktîf bê şert û merc hat ziman û wisa jinan dikaribûn bigihîjin navendên pêşengiyê, bi xurtî di parlamantoyê de amade bûn. Wekî parlamentoya zagonî hilbijêr di sala 2019’an de çêbûn, nûnertiyek jinan a baş tê de hebû. Semîra Mariî, bû cîgira serokê parlamentoyê, ev bûyer jî cara yekem di bakurî Afrîkayê û herêmê giştî de pêk hat.
Şoreşê gelek zagon diyarî jinan kirin der barê zagona kar, navbera dayikbûnê, pêşnûmeya zagona jinên cudayî ligel projeyên parlamentoya berê û makezagona 2014’an, a ku gelek mafên jinan, destkeftî û zagonên din ên parlamenteran, heya roja ku tankê deriyê parlamentoyê girt li ser kar dikirin.
Jina ji beşdarbûna jinan lawaz di hilbijartinên parlamentoyê (Tûra yekem) de piştî zagona hilbijartina prensîba hevsengiyê têk bir nerazîbûn, ev beşdarbûna kêm ji ber çi bû?
Di encama dengdayîna jinan bi dilbexşî hişyarî mafê xwe makzagonî bi zelalî, azadî û rast bikaranîn, serokê berê El-Bajî Qaid El-Sebsî gihîşt serweriyê. Di vir de ez wê demê bi vê demê ve girê didim, zagona hilbijartinê guherî û prensîba hevsengiyê rûxand, astengî, dijwarî, şert û mercên dijwar danîn pêşiya jinan da ku karên siyasî nekin û di parlamentoyê de nebin.
Hişyarbûna jinan piştî zagona hilbijartinê ya zordar, normal e encama wê boykotkirina fireh be û jin weke hêzek hilbijêr namzed beşdar nebin. Nabe ku jinên 12 sal in gihîştine asteke bilind ji hişyariya hişmendî femînîst û siyasî di dîmenek pir partî û rêxistinên civaka sivîl de beşdarî lîstkek bi vî awayî bibin. Vê zagonê destkeftiyên jinan rûxand, bi zagonan jin ji hebûnê hatin dûrxistin, eşkere bê tirs nerazîbûn û boykotkirina xwe ragihandin.
Em weke opozîsyon vê sîstema tenê dengê xwe dibihîse napejirînin, sîstemek rêzê ji jinan û kêrhatiyên wan re nagire, çawe kesên ji destkeftiyên xwe deh salan bêpar mane dê beşdarî hilbijartinên şeklî bibin, rêjeya beşdarbûnê 8.8% nîşaneya binketina rêgeha bi tankan destpêkirî bû. Îro piştî du salan ser derbeyê, Tûnisiyan nas kirin ku wî tenê gotin û sozên vala dan wan, welat paşve vegerand û li destkeftî û azadiya jinan dan.
Weke partiyek opozîsyonê gelo hûn amade ne beşdarî giyaloga niştimanî bibin û welatê xwe ji krîza aborî û civakî rizgar bikin?
Em weke partiyek siyasî dijberî derbeyê, karên me siyasî pêşîn hene, yek ji wan berjewendiya niştimanî ye. Her projeyek di xizmeta wê berjewendiyê de di bin siya demokrasiyê de be em ê aliyekî wê însiyatîf û diyalogan bin. Em bi wî karî jî rabûne, me ji bo hemû aliyan nîşan daye em amade ne bi giştî re kar bikin da ku welat rizgar bikin. Teqez em tenê bi aliyên bi demokrasî, cudabûn û bi mafê her kesê Tûnisî her dibistanek siyasî fikrî û bi jiyana siyasî partî bawer ku bibe avakerên vê welatî re kar dikin.
Di dawiyê de rola jinan di vê pêvajoya pêşiya me de çi ye?
Rola jinan di nav siyaset û civakê de diyarker e, di nava rolên temamker de erka xwe dijberî derbeyê bisekinin, hişyariyê belav bikin bikevin qadên têkoşînê ji bo nêrînên me der bibin û bi dengê herî bilind biqîrin em ji van rewşên siyasî nerazî ne û napejirînin da ku em ezmûna xwe demokrasiyê vegerînin û nifşekî dikare welat ava bike û doza sererstkirinê bigre ava bikin.