'Divê tayînkirina nûnerên Meclîsa Gel bi dengê gel be'
Parêzer Merem El-Qedmanî diyar kir ku mekanîzmaya tayînkirina endamên Meclîsa Gel, li şûna hilbijartina wan, temsîliyeta rastîn a gel pêk nayne û got: "Divê bi dengê gel nûner bê tayînkirin."
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Bi pejirandina rêziknameyên navxweyî yên nû yên Meclîsa Gelê Sûriyeyê re, nîqaşên li ser qonaxa yasadanînê ya pêşerojê û temsîliyeta herêmên cuda di nav dezgeha yasadanînê de, ji nû ve dest pê kirin. Lê Suweydayê pirsên curbecur derdixe holê, ne tenê li ser tayînkirina du kesan ji bo dagirtina du kursiyan li meclîsê.
Xelkê Suweydayê bawer dikin ku îro pêşîniya wê êdî temsîliyeta siyasî nîn e lê berpirsiyarkirina kesên ji ber binpêkirinên ku ew rastî wan hatine, pêkanîna edaletê û vegerandina baweriyê berî ku derbasî her pêvajoya siyasî bibin.
Tayînkirin nûnertiya rastîn bi dest naxe
Parêzer Maram El-Qedmanî dibêje ku tiştê li Sûriyeyê ji hilweşîna rejîmê ve hatiye dîtin, belavbûna çandeke tayînkirinê ye, tevî wê rastiya ku parlamento desthilatdariya herî bilind a qanûndanînê ye û tê texmînkirin ku îradeya gel bi riya hilbijartinên azad û demokratîk temsîl bike ku dihêle welatiyan nûnerên xwe hilbijêrin da ku bibin dengê wan ê rastîn.
Maram El-Qedmanî da da zanîn ku awayê avakirina parlementoyê tiştê ku Sûrî piştî hilweşîna rejîmê dixwestin, bi dest naxe û got: "Endam hatin tayînkirin, hin kursî ji bo hilbijartinên pêşerojê vekirî man, lê ev hilbijartin hê nehatine kirin û parlamento tenê bi endamên tayînkirî ve sînordar e."
'Divê temsîliyet li ser bingeha fermana gel be'
Maram El-Qedmanî diyar dike ku hebûna du kesan ji Suweydayê di Meclîsa Gel de ne hewce ye ku temsîliyeta siyasî ya rastîn pêk bîne û got: "Ji ber temsîliyetek wisa divê li ser bingeha fermanek rasterast a gel be ku ev yek di nebûna hilbijartinan û nebûna lihevkirinek civakî di navbera xelkê Suweydayê de li ser kesên tayînkirî de nayê bidestxistin. Divê tayînkirina endameke meclîsê bi dengê gel be da ku bikaribe îradeya gel temsîl bike.
'Gelê Suweydayê ji ber mezhebê xwe bi bûyerên xwînî re rûbirû ma'
Der barê gelê Suweydayê ku ji ber mezhebê xwe rastî bûyerên xwînî û binpêkirinan hatine de Maram El-Qedmanî wiha axivî: "Ew xwedî daxwazên xwedî astên bilind ên mafî, zagonî û siyasî ne. Asta herî kêm a parastinê bi dest dixin. Maram ev tişt pirs kir; Kê mafê axaftinê daye van kesan? Gelo ew bi rastî dikarin fikarên gelê Suweydayê hilgirin û wan wekî ku ew hene ragihînin? Gelo mekanîzmaya tayînkirinê bi awayê bêalî nûnertiya hemû kom û dengê kesên li Suweydayê kir an na?"
Daxwaz piştî bûyerên xwînî guherîn
Maram El-Qedmanî eşkere kir ku daxwazên gelê Suweydayê piştî hilweşîna rejîmê ji yên gelê mayî yê Sûriyeyê ne cuda bûn û got: "Ew li ser avakirina dewletek demokratîk, dewletek saziyan, bidestxistina prensîba hemwelatîbûnê, beşdariya siyasî, jiyaneke bi rûmet û bidestxistina mafên sivîl û siyasî bûn. Ev daxwazên gelê Suweydayê piştî hilweşîna rejîmê bûn û em nikarin vê serdemê wek serdemeke veguhêz bi nav bikin; ew "qonaxek kaotîk" bû."
Maram El-Qedmanî tekez dike ku bûyerên xwînî yên Suweydayê şahidî ji wan re kir bi tevahî van pêşîniyan guherandiye, nîqaş êdî ne tenê li ser beşdariya siyasî bûne; berevajî vê, gelê Suweydayê beriyar her tiştî dest bi daxwaza mafê xwe yê jiyan, ewlehî, edalet û hesabpirsînê kiriye. Maram El-Qedmanî wiha pêl da gotinên xwe: "Nîqaşa siyasî ya îro li Suweydayê gelek pêşniyaran dihewîne, di nav de ne navendîbûn, otonomî û heta hebûna hêzên ku serxwebûna tam dixwazin lê ev hemû pêşniyar li ser xaleke hevpar li hev dicivin ku ew jî peydakirina temînatên rastîn e."
Krîz ji kursiyên parlamentoyê wêdetir e
Maram El-Qedmanî bawer dike ku ne rast e meseleya Suweydayê ji meseleya temsîliyetê di parlemantoyê de kêm were dîtin û da zanîn ku ji ber pirsgirêk êdî ne li ser hebûna yek an du nûneran e, ji bûyer û binpêkirinên ku gelê Suweydayê kişandine derdikeve, krîzeke rastîn a baweriyê bi rayedaran re çêkiriye.
Maram El-Qedmanî riyên çareseriya ji pirsgirêkê re wiha anî ziman: "Çareseriyeke siyasî divê bi çareserkirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkê dest pê bike, bi riya hesabdayîna rastîn û zelal ji bo kesên berpirsiyarên binpêkirina. Tenê wê demê nîqaşên li ser temsîliyeta siyasî û mekanîzmayên beşdarbûna niştecihên Suweydayê di saziyan de dikarin dest pê bikin."
Paşguhkirina daxwazan wan ji holê ranake
Maram El-Qedmanî bi tekezkirina ku paşguhkirin an tepeserkirina daxwazên gelê Suweydayê dê wan ji bîr neke, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev daxwaz êdî bi şêweyê hikûmetê yan mekanîzmayên temsîliyeta siyasî ve sînordar nîn in lê niha bi mafên bingehîn ve girêdayî ne. Di nava wan de mafê jiyan, ewlehî, azadî, rûmet û edaletê di serî de ye. Her pergaleke siyasî yan îdarî ya pêşerojê divê li ser bingeha rêzgirtina ji bo mafê gelê Suweydayê ya diyarkirina pêşeroja xwe be û temînatên rastîn peyda bike. Çareserkirina van pirsgirêkan şertê pêşîn e ji bo her nîqaşa cidî ya beşdariya siyasî yan temsîliyetê di nav Meclîsa Gel de."