'Divê jinên Lîbyayî ji bo hilbijartinan di hewirdorek bi ewle de bin'
Aktîvîsta sivîl û parêzevana mafên jinan a Lîbyayî Esmaa El-Mehdawî da zanîn ku beşdariya jinan ji hilbijartinan re hebûneke xurt e ku hewcedarî bi jêhatîbûnê heye û got: "Pêwîstiya jinan bi hewirdorek bi ewle heye."

IBTÎSAM EXFÎR
Binxazî- Di nava şert û mercên siyasî yên aloz û parçebûnên Lîbyayê de, hilbijartin ber bi bidestxistina aramiya siyasî û civakî ve gaveke pêwîst e. Ew di heman demê de ji bo ku jinên Lîbyayî yên ku hewl didin beşdariya xwe ya tevahî di hemû aliyên jiyanê de misoger bikin û di cihên biryardanê de beşdariya xwe misoger bikin jî, çavkaniyek hêviyê temsîl dikin.
'Tevî astengiyan ezmûna min a yekem baş bû'
Çalakvana sivîl û parêzvana mafên jinan Esmaa El-Mehdawî destnîşan kir ku hilbijartin, çi yên serokatiyê çi yên parlemanî, kevirê bingehîn ê aramiya hikûmeta Lîbyayê ne. Esmaa El Mehdawî wiha got: “Serhildana Lîbyayê ezmûnek mezin û kêfxweş bû ku bi hilbijartinên Kongreya Neteweyî ya Giştî dest pê kir û ber bi encumenên herêmî ve çû. Tevî xeletiyên têgihîştî yên ku ji ber nûbûna vê ezmûnê ew xirab kirin. Ez wek dengdêr beşdarî hilbijartinan bûm. Beşdariya li dengdanê bilind bû. Ji ber ku welat piştî salên aloziyê li benda aramî û ewlehiyê bû. Tevî hemû şaşî û astengiyên ku pê re rûbirû mam jî, ezmûna min a yekem baş bû.”
Şerên siyasî û nebûna çarçoveyeke yasayî
Esmaa El-Mehdawî bal kişand ser dabeşbûna siyasî ya li Lîbyayê û got ku ev dabeşkirin encama hebûna du hikûmetan, yek li herêma rojavayê Trablusê û ya din li herêma Berqa (Cyrenaica) ku navenda wê li Benxaziyê ye û wiha pê da çû: “Li Lîbyayê, yek ji wan astengiyên herî girîng e ku rê li ber lidarxistina hilbijartinên yekgirtî digire, parçebûna siyasî ya di navbera her du hikûmetan de ye. Nebûna destûreke daîmî û qanûneke hilbijartinê ya yekgirtî, rê li ber rêxistinkirina rast a pêvajoya hilbijartinê jî digire. Hilbijartin bêyî çarçoveyek yasayî ya zelal û dadperwer biser nakevin.”
Mudaxeleyên derveyî û rewşên lojîstîkî yên aloz
Esmaa El-Mehdawî tekez kir ku destwerdanên biyanî faktorek neyînî ne ku bandorê li karûbarên navxweyî yên gel dike. Esmaa, got ku ne tenê li Lîbyayê, di heman demê de li gelek welatên Ereb yên wek Lubnan û Iraq û welatên din ên wek Ukrayna û şerê wê li dijî Rûsyayê jî ev wiha ye. Esmaa wiha got: “Ev destwerdan li şûna ku çareser bikin, pevçûnan kûr dikin û rewşa siyasî hîn aloztir dikin. Li kêleka wê pirsgirêkên lojîstîkî jî ne kêmtir girîng in. Mîna nebûna binesaziya hilbijartinê, belavbûna çekan a li hin bajaran û pirsgirêka koçberiyê ku di nav gelek welatiyan de hestek bêçalakbûnê çêkiriye. Bandor li ser pejirandina wan a hilbijartinê dike.”
‘Beşdariya jinan hebûneke xurt e ku hewceyî jêhatîbûnê ye’
Esmaa El-Mehdawî da zanîn ku beşdariya jinan a ji hilbijartinan re gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Jinên Lîbyayî wek dengdêr û wek namzet jî bi awayek xurt amade bûn. Lê pirsgirêk ne di beşdariya wan de ye, di kalîteya wê de ye. Gelek jin bê pîvanên zelal ji bo hilbijartinê dibin namzet, ev jî temsîliyeta zayendî zêdetir lawaz dike. Pêdivî heye ku em jinên ku dixwazin bikevin siyasetê perwerde bikin û wan bihêz bikin da ku ew bibin modelên serkeftî ku şiyanên jinên Lîbyayê nîşan bidin û wan bi awayekî rûmet temsîl bikin.”
'Ji bo pêşxistinê hawîrdorek bi ewle girîng e'
Esmaa diyar kir ku girîng e hewirdorek siyasî ya bi ewle ji jinan re bê avakirin û wiha got: "Divê hewirdorek ji tundiya siyasî û civakî dûr be ji jinan re bê avakirin. Hebûna hewirdorek bi ewle ji jinan re, dikare bêhtir bipêş bikeve û ne tenê di warê siyasî, di hemû warên jiyanî de serkeftinan bidest bixin. Di warê kar de di navbera jin û mêran de cudakariyek eşkere heye. Tevî jêhatîbûnên jinan, nebûna derfetên wekhev yek ji mezintirîn astengiyên ku ew pê re rûbirû dimînin e."
'Piştevanî bidin beşdariya jinan a ji siyasetê de'
Esma El-Mehdawî bang li partiyên siyasî kir ku di nav xwe de piştgiriyê bidin jinan, ne tenê hebûna wan bi rûyekî sade ve sînordar bikin. Her wiha Esmaa banga çalakkirina beşdariya jinan a li namzetiyên partiyan de û piştgiriya wan a ji bo gihîştina cihên biryardayînê kir.
Hejmareke mezin ji jinan bi jêhatiyên cihêreng xwe dikin namzet ku ev yek destpêkek nû û gaveke erênî yê ber bi beşdariyeke berfirehtir a di hilbijartinên neteweyî yên pêşerojê de, nîşan dide.