Dîdem Yilmaz: Ji bo pêvajoyê statuya Ocalan û siyaseta demokratîk krîtîk e
Hevberdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz, bal kişand ser amadekariyên pêşnûmeya qanûnê û diyar kir ku ji bo bawerî çêbibe û meşandina pêvajoyê, guhertina statuya Abdullah Ocalan û vekirina riyên siyaseta demokratîk krîtîk e.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Di du hefteyên dawî de, li Enqereyê têkiliyên der barê qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn di çarçoveya Pêvajoya Çareserkirina Pirsgirêka Kurd û Demokratîkbûnê de were amadekirin, zêde bûne. Di demeke ku Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî, Numan Kurtulmuş, bi partiyên siyasî re li ser çareserkirina çarçoveya qanûnî ya li meclîsê şêwr kir, danûstandinên der barê çarçoveya rêziknameyê de jî zêde bûn. Gotegotên ku belav dibin nîşan didin pêşniyar wekî metnek bi qasî 15 madeyan pêk tê, rêziknameyên ku dê bingeha qanûnî ya pêvajoya bêçekkirin û fesihkirina PKK’ê pêk bînin. Her wiha guhertinên di warên darvekirin û qanûna ceza de, bendên der barê statuya qanûnî ya endamên rêxistinê û mekanîzmayên ji bo pêkanîna pêvajoyê dihewîne.
Danûstandinên li ser rewşa Abdullah Ocalan û siyaseta demokratîk
Di demên dawî de, mijara nîqaşan li ser çarçoveya qanûn û rêziknameyên der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Sezaî Temellî, Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê, diyar kir ku danûstandinên der barê rewşa Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, rewşa qanûnî ya rêveberên rêxistinê û çarçoveya kesên ku dikarin vegerin Tirkiyeyê de berdewam dikin û got ku li ser van mijaran rêziknameyên qanûnî tên hêvîkirin. Temellî her wiha diyar kir ku pêvajo ne tenê li ser endamên rêxistinê yên çekên xwe danîne, di heman demê de li ser şert û mercên xebat û ragihandinê yên Abdullah Ocalan û pêşeroja kadroyên payebilind ên rêxistinê jî nîqaşan vedihewîne.
Amadekariyên parlamentoyê û bangên ji bo bingeha qanûnî
Piştî şêwirînên di navbera Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî, Numan Kurtulmuş û partiyên siyasî de, bal kişand ser roja ku pêşnûmeya çarçoveyî dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin. Li gorî çavkaniyên li Enqereyê, tê payîn ku pêşnûme ku amadekariyên wê bi piranî qediyane, vê hefteyê ji ofîsa Serokê parlamentoyê re were pêşkêşkirin, da ku pêşî li Komîteya Edaletê û dûre jî li Meclîsa Giştî re were nîqaşkirin. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, tekez kir ku divê pêvajo neyê derengxistin û girîngiya avakirina çarçoveya qanûnî ya herî zû jî destnîşan kir. Di peyama xwe ya piştî civîna dawî ya şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê de, Abdullah Ocalan diyar kir ku dem hatiye bingeha qanûnî were afirandin da ku pêvajoya bêçekbûnê mayînde bibe. Bi vî awayî, daxuyaniyên dawî yên hem ji hikûmetê û hem jî ji Îmraliyê hêviyên ku qanûna çarçoveyê dê di demek kurt de were rojeva parlamentoyê xurt kirin.
‘Divê ev qanûn ne tenê qanûneke ewlehiyê be’
Der barê naveroka qanûnê de nezelalî hê jî berdewam dikin. Bi taybetî, der barê rewşa Abdullah Ocalan de, Sezaî Temellî di bernameya Îlke TV de diyar kir ku wan ji Numan Kurtulmuş îşaret girtine ku dê rêziknameyek hebe. Ji aliyê din ve gelo qanûn dê vegeran û beşdariya demokratîk çareser bike yan na, hê jî mijara texmînan e. Dîdem Yilmaz, hevberdevka Şaxa Parêzgeha Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, bendewariyên xwe yên ji qanûnê bi ajansa me re parve kir.
Dîdem Yilmaz, diyar kir ku ev qanûn ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wekî "qanûnek bingehîn" tê binavkirin divê bibe metnek ku ne tenê pêvajoya heyî, di heman demê de pergala civakî ya pêşerojê jî diyar bike û got:
"Wekî ku tê zanîn, piştî demek pir dirêj a bê danûstandin, şandeya Partiya DEM’ê li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Mijara sereke ya vê civînê qanûna çarçoveyê ya tê çaverêkirin bû. Me hemûyan şahidî kir ku di vê serdema bê danûstandin de gelek daxuyaniyên bi nakok der barê qanûna çarçoveyê de hebûn. Gelek nakokî hebûn ka gelo ew ê rayedarên payebilind jî di nav xwe de bigre gelo dê efûyek hebe, yan gelo dê der barê statuya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de pêşveçûnek çêbibe. Lê belê piştî civînê û piştî xwendina notên Îmraliyê, em hêvî dikin ku qanûna çarçove, her çendî bi tevahî temam nebe jî dê bi kêmanî heta radeyekê li gorî bendewariyan be, ewlehiya aştiya civakî peyda bike û li ser bingehek diyarkirî - bi gotineke din, qanûna bingehîn - ava bibe. Hêvî heye ku di rojên pêş de li ser xalan nîqaşek yere kirin. Bi qasî ku em dizanin, dikare were gotin ku gotinên bi nakok bi gotarên sozdartir û dilniyatir hatine guhertin.”
Tifaqa dîrokî û avakirina civakî ya pêşerojê
Li gorî Dîdem Yilmaz, qanûna çarçove divê ne tenê rêziknameyeke qanûnî be, di heman demê de metneke bingehîn be ku pêvajoyê biparêze. Ji ber vê yekê diyar kir ku rêzikname divê tenê bi bendên ewlehiyê ve sînordar nebe û tekez kir ku girîng e mijarên wekî civakîbûna aştiyê, hemwelatîbûna wekhev û demokratîkbûnê di nava qanûnê de cih bigrin. Dîdem Yilmaz bi taybetî destnîşan kir ku statuya Abdullah Ocalan yek ji faktorên diyarker e ji bo baweriya gel û wiha domand:
"Ev qanûnek çarçove ye. Berî her tiştî, ji ber ku ew qanûnek çarçove ye divê wekî belgeyeke ku pêvajoyê digre bin temînatê xizmet bike. Axir Komara Tirkiyeyê jixwe xwedî destûrek e. Hinek rêzik û qanûnên wê hene. Bi taybetî di pergalek ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî nayên bicîhanîn de, em li bendê ne ku komek berfireh a madeyan van prensîban dixe ber pirsê lê di heman demê de pêvajoyê hem ji hêla siyasî ve hem jî ji hêla afirandina baweriya civakî ve digre bin temînatê. Em li bendê ne ku qanûnek çarçove hebe diyar bike ku ev pêvajo ne tenê ji bo bêçekbûnê ye, ne tenê polîtîkayên ewlehiyê xwedî dike, yan jî ne pêşnûmeyek li ser bingeha polîtîkayên ewlehiyê ye. Ji ber ku dema em pêvajoya salekê û tiştê ku piştî wê tê dinirxînin, heke em rastî qanûnek werin ku pirsgirêkê tenê vediguherîne polîtîkayên ewlehiyê, pir mimkun e em bigihîjin wê encamê ku pêvajo wekî tê xwestin pêşve naçe.
Di gelek civînên me yên bi komên cihêreng re li seranserê gelek platformên cuda, pirsa yekem a ku tê pirsîn li ser qanûnê ye. Mijara rêveberên tayînkirî tê raberkirin. Pirsa ka vegera hêzên gerîla dê çawa were misogerkirin tê pirsîn. Wekî ku ji notên Îmraliyê tê fêmkirin, qanûna çarçove dê bingehek qanûnî ji bo hevpeymaniya dîrokî ya Kurd-Tirk li Anatoliyê ava bike. Pêdivî heye ku ew qanûnek çarçove be, qanûnek bingehîn be ku niha çareser bike lê di heman demê de pêşerojê ava bike, diyar bike ka di pêşerojê de dê çi celeb avahiyek civakî hebe. Divê qanûna çarçove jî vê peywirê bigre ser xwe. Dema ku em behsa qanûnek dikin ku pêvajoyê belge dike û ewle dike, em vê yekê diyar dikin: Di serdema pêş de avakirinek çawa yê pergalek civakî li benda me ye? Di vê serdema nû de, ku em dikarin wekî 'Komara Sêyemîn' bi nav bikin, ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, azadiya derbirînê bi zimanê dayikê û avahiyek bi rastî demokratîk hatiye avakirin, ji nû de avakirinek çawa yê civakî li benda me ye? Ev qanûna çarçove dê hinekî ji vê yekê nîşanî me bide.
Ji ber vê yekê, pir girîng e ku ev bi zelalî were destnîşankirin: Ev qanûn divê ne tenê qanûnek ewlehiyê be. Pêdivî heye ku hinek statu werin zelalkirin. Bo nimûne, niha bendewariya herî mezin û bi rastî jî bendewariya herî girîng ku dikare baweriyê di vê pêvajoyê de di warê civakî de ava bike, rewşa birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku şiyana wî ya birêvebirina vê pêvajoyê bi awayekî şexsî, birêvebirina danûstandinên xwe di rewşek azad de dê beşdarî pêvajoyê bibe. Ji ber vê yekê, ev aliyê qanûnê ji bo me hemûyan pir girîng e û dema ku em li ser van qanûnan diaxivin, em ne tenê li ser rewşa gelê Kurd, siyasetmedarên Kurd, an hêzên gerîla, an jî ev siyaseta cezakirinê dê ber bi ku ve biçe nîqaş dikin. Ev qanûn, wekî ku me berê jî behs kir divê bingeha tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk xurt bike, di heman demê de hêviya gelên Tirkiye û Kurdistanê ji bo pêşerojê ava bike û xurt bike. Bendewariyên me di vê alî de ne."
‘Pêdiviya bi gavên berbiçav û mafê hevdîtinê’
Dîdem Yilmaz diyar kir ku heta niha pêvajo bi gavên berbiçav nehatiye piştgirîkirin vê yekê baweriya gel qels kiriye. Dîdem Yilmaz bal kişand ser girîngiya misogerkirina qanûnî ya rola ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di pêvajoyê de bigire ser xwe û her wiha diyar kir ku berfirehkirina derfetên hevdîtin û ragihandinê ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e û wiha got:
"Vê pêvajoyê zêdetirî sal û pênc meh domiya. Pêşî divê bi zelalî yere destnîşankirin û ji perspektîfa dewletê ve, em dikarin pir bi zelalî bibêjin ku gavên berbiçav nehatine avêtin. Ji aliyekî din ve, em şahidê pêvajoyeke ku bi rastî berevajî dixebite ne, mîna bêçekkirin, şewitandina çekan, hilweşandina rêxistinê. Rewşa Rêberê Gelê Kurd, birêz Abdullah Ocalan, xwedî girîngiyeke taybetî ye. Dema em li PKK’ê û daxuyaniyên kadroyên payebilind ên rêxistinê dinêrin dibînin ku divê birêz Abdullah Ocalan vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, ev ne pêvajoyek e ku di çarçoveya rewşekê de yere meşandin ku dewlet dikare biçe û bibêje, 'Hûn dikarin îro bicivin lê hûn nekarin sibê bicivin,' kengî bixwaze, bi heyamek du mehan bê hevdîtin. Pêşî, girîng e ku meriv vê yekê bizanibe. Ji ber kesê ku di vê pêvajoyê de wekî sermuzakerekar tê destnîşankirin birêz Abdullah Ocalan e.
Di heman demê de, perspektîfa PKK’ê, pêdivî heye ku birêz Abdullah Ocalan bi xwe di van danûstandinan û vê pêvajoyê de amade be û ji bo vê yekê, ew hewceyê statuyeke diyarkirî ye. Ev statû dê rê li ber danûstandinan veke. Birêz Abdullah Ocalan hewce dike ku bikaribe bi akademîsyen û rojnamevanên ji derve, ji Tirkiyeyê û ji Kurdistanê re hevdîtin bike. Em behsa avakirina civakî dikin. Dibe ku ew bikaribe bi sosyologan re hevdîtin bike. Divê ew bikaribe bi hemû aliyan re hevdîtin bike. Ev dê beşdariya jêrîn hebe. Pêşî birêz Abdullah Ocalan divê bikaribe xwe rave bike. Ji ber ku di civakê de pêşdarazî heye. Her wiha li dijî birêz Ocalan jî pêşdarazî heye. Gotina ku ev pêvajo dikare li ser bingehek civakî bi van pêşdarazîyan yere meşandin ne rast e. Ji ber vê yekê, birêz Ocalan divê bikaribe xwe rave bike. Ew ji bo pêşerojê qala çi celeb avakirina civakî dike? An jî tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk çi ye? Ew xizmeta çi dike? Şaxên vê tifaqê divê heta çi radeyê ji bo pêşerojê dirêj bibin? Ew hewce ye ku bikaribe van tiştan bi xwe rave bike. Ev pir girîng e.
Ji ber ku eger pêvajo tenê li gorî tiştên ku medyayê nîşan dide an jî daxuyaniyên dewletê bimeşe, nemaze dema ku helwesta dewletê li Tirkiye û Kurdistanê tê hesibandin, wê demê em nikarin behsa pêvajoyeke ku li ser bingehên saxlem hatiye avakirin bikin. Pirsgirêka serokatiyê jî heye. Duran Kalkan vê dawiyê li ser vê yekê daxuyaniyek da. Tiştê pir eşkere tê gotin ev e ku divê ew vê pêvajoyê bi rê ve bibe û divê em jî xwe li gorî wî biguherînin. Têkbirina vê çarçoveyê, vê têkiliyê, yan jî pêşîgirtina li avakirina vê têkiliyê dê bêrûmetiya di pêvajoyê de nîşan bide."
Vegera siyaseta demokratîk û helwesta civakê
Dîdem Yilmaz diyar kir ku divê rêzikname mijarên têkildarî vegera qada siyasî û pêşeroja avahiyên çekdarî jî bigre nav xwe û tekez kir ku di van mijaran de derengketinek çêbûye. Dîdem Yilmaz diyar kir ku civak niha dixwaze gavên berbiçav ên der barê pêşerojê de bibîne û got:
"Ji ber vê yekê, girîng e ku qanûna çarçove gavek berbiçav a der barê statuya birêz Abdullah Ocalan de nîşan bide. Bêguman ji bilî vê, misogerkirina ku siyasetmedarên li derveyî welat, ên ku di warê siyaseta demokratîk de xebitîne, dîsa beşdarî siyaseta li vir bibin, destnîşankirina tiştên ku hêzên gerîla dê bikin divê di nav vê qanûna çarçoveyî de be. Ev pêvajoyek pir dirêj e. Di pêvajoyek ewqas dirêj de divê gavên berbiçav heta niha hatibûna avêtin da ku em bikaribin li ser pêvajoyek ku di civakê de bertekek heye biaxivin. Pir dereng e. Niha, ev divê yere avakirin û divê em bêtir li ser pêşerojê biaxivin.”